Felsefeya Hejde Hezar Alemé

ÇAVÊN HESRETA RONAHÎYÊ


Zarokekî piçuk bu. Pênc şeş salî, dilşa û rûgeş û şêrîn bu. Ji bin çoga dîya xwe nediqetiya. Çavê wî pirr xweşik bu. Herkesî ew melul melul temaşe dikir. Lê haya wî ji vêya tunebu.

Ji ber vê alaqê hinekî din jî rûdigirt û dilêyst û vi alî wî alî de bazd dida. Ew ronîha çavê bavê xwe û gula dîya xwe bu. Ji Guzereşê radibu heta Giraşînê bi wan pîyên xwe yên piçuk bi qefle ra dimeşîya diçu û nedibetilî jî. kêfek zêde Ji vê ger û meşê digirt û qe nedibeti lî. Lewra wê di nêzîk de bigîhîşta cîyê ku jê hiz dikir. Wê hevûdin hemêz bikirana û qe ji hev neqetîyana. Tim li benda wê bu. Ji biharê heta payîzê bi hev ra bun. Wê gavê herdu evîndar hinekî din jî coş dibun û ji mêyîzandina hev aciz nedibun. Lê bi hatina payîzê Geraşîn dîsa xemgîn dibu û dieciqî, dicivîya serhev û piçuk dibu. Evdilqadir jî wusa dibu. Evdilqadir Ji wê Geraşîna ku bi mêyîzandina wê têr nedibu û li kevîya wê sibeh dikir û direvîya û şahî dikir nedixwest Gireşînê bihêle û here Guzereşê.