PROJEYA GAP-Ê Û PIRSGIRÎKA KURD

Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyib Erdogan roja duşemê bi heyeteka berfireh ji wezîr, parlamenter, serokên şarederiyan û berpirsên siyasî û îdarî gihaşt Diyarbekirê û li wê derê di merasimeka di bin kontrola xurt a hêzên ewleyiyê de li Salona Sportê a Diyarbekirê Planê Kar ê GAP-ê eşkere kir.

Di serî de Erdogan ragihand ku îro li parlamentoya Tirkiyeyê qanûna radyo û televizyona Tirkiyeyê tê guhertin da karibe kanaleka televizyonê seranser bi zimanên deverê weşanê bikin.
Serokwezîr di axaftina xwe da li ser bêkarîya heremê sekinî û got wê ev projeya mezin û girîng çar milyon mirovê heremê jî, ji bêkarîyê xelas bike.
Kurd gava tiştê ku dema wan dirêje yajî bi tiştekî ne bawere re dibêje: “kero nemre bihar tê, pîrê nemre pincer tê. Berê her tiştî ji bo çaresarkirina pirsgirîkekê divê îradek meriv hebe. Lê ez vê îradê ne di serokwezîr Erdoxan de dibînim û nejî di partîya Edalet û pêşveçunê (akp) de dibînim. Gelo ji bo çaresarîya vê meselê nêtek vê partîyê yan fikrekî wan heye?Ev şeş sale ku ev partî îxtîdar e. Lê heta niha me tu projeyek wê nedît, hebe jî îrada wana sîyasî tune.

Eger meriv dixwaze ji meseleyekê re çareyekê bibîne divê berê her tiştî meriv vê meselê baş teşhîs bike. Çima ev mesele heye? Esil tiştê ku ev mesele derxistine meydanê çine? Çima ev mesele heta îro nehatîye çaresarkirin? Berê çaresarîyê divê ev tişt bêne axaftin. Heta ev tiştana neyê fahmkirin, gavên ji bo çaresarîyê bê avêtin ji meselê re çareyekî nabîne. Lê ev tiştanan jî, li derdorek azad de, ancax tê munaqeşekirin.

Gelo akp yê ji bo vê meselê heta îro çi kiri ye.li gorî qenaeta min tu tiştek nekirîye. Wan jî wek statukoyê û kemalîstan ev nexweşî fahm nekirine ji bo ku fahm nekirine teşhîsa nexweşîyê jî xelet danîne. Ji ber vê yekê hê di serî de dest bi xeletî û çewtîyê kirine. Rejîma kemalîst û statuko ev heştê sale dibê bingeha vê meslê ekonomîk e. Gelo bera bingeha vê meselê ekonomîk e. Eger ekonomîk be ma qey di nava Tirkan de qe xizan û feqîr tunene ku ji bo mafê xwe serî hilde. Bi vê awayî li meselê nêrîn hê di serî de mesela kurd û kurdîstanê înkarkirin e. Gelek şaxê vê meselê heye belê yek ji vanan ekonomîk e li esil bingeha meselê sîyasî û çandî ye. Înkar e. Nêzî sed sale ku gelê kurd hebuna wî tê înkarkirin zimanê wî yasax e. Çanda wî yasax e. Hemu nav û nasnama wî hatiye guherandin. Bi mîlyonan kes ji welatê xwe hatine ajotin û bi sed hezaran kes di zîndanan de derbas bune. Bi hezaran faîlî meçhul cînayet hene û bi hezaran kes jî winda ne.heta ev rastî neyê dîtin, gavên ji bo çaresarîyê bê avêtin jî kême û ji tu derdekî ra nabe derman.
Akp di mesela heq û huquqê de, azadîyê de samîmî nîne. Ji bo ku ne samîmîye jî, pîyê wî ji ber tuman xelas nabe. Lewra gava meriv heq û hiquq û azadî xwest divê meriv ji bo herkesî bixwaze, ji bo dayîna vanan li etnîka wî dînê wî , mezheb û meşreba wî nenêre. Lewra heq û hiquq ji herkesî re lazim e. Ji bo min esil testa mezin hilbijartina 2007 ê Tîrmehê bu. Berê vê hilbijartinê navê endamên mebusên serbixwe broşuran de nedihate nivîsandin. Lê gava Dtp yê got emê serbixwe têkevin hilbijartina, akp û partîya statukoyê Chp -ku evanan her du li ava serê hev digerin- yek bun û di aleyha dtp yê de qanuna hilbijartinê guherandin.

Ya diduyan gava ji bo Dtp yê doza girtinê hate vekirin, akp yê qe xwe bi vê hereketa antî demokratîk neêşand heta bi girtina wê kêfxweş jî bu. Lê gava doz li wan hat vekirin, qiyamet rakirin. Ji bo xwe tenê demokrasî xwestin jî, herhal tiştekî awa ye.
Piştî hilbijartina, dtp yê bîst mebus xiste parlementoyê yekî wek Dewlet Baxçelî ku partîya wan nîjadperst e destê wan girtin û derê dîyaloxê vekirin jî, serokwezîr Erdoxan ji bo ku qedr û qîmeta xwe li bal statukocîyan zêde bike derê dîyaloxê girt û şertê dîyaloxê jî, şermezarkirina Pkk ê danî . ev neheqîyek mezin bu. Lewra tiştê laîq û kemalîstan ji bo laîkîyê ji wan ra digot û samîmîyeta wan qebul nedikirin, wan jî ji bo dtp yê dogot ku ev neheqîyek mezin bu.

Ji bo çaresarîya vê meselê gelek bang li Erdoxan hate kirin jî lê Erdoxan gohê xwe li van bangan girt. Heta gava li balê qala pirsgirîka kurd dibu xwe pirr aciz dikir û wek pêxwasê qasimpaşayê li wan hêrs dibu û di nava milletê de ew kes rencîde dikirin. Hem li Amedê û hem jî di heyeta ku ji bo çaresarîyê çubu Enqerê de serokê baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu gava behsa vê meselê jê re kiribu, Erdoxan xwe pirr aciz kiribu û ew rencîde kiribu. Gotibu li Tirkîyê mesela kurd tune. Mesele, mesela cudakarîyê ye.

Esil mesela ku ez dixwazim li ser bisekinim jî, eve ku Akp di serî de dibê ev mesele bi biratîya îslamê tê çaresar kirin. Ji ber van gotinê xwe ve jî, ji milleta me gelek ray girtin. Milleta me ji ber faşîstîya Mhpê û Chp ê ve gelek di tengîyê da bu. Gava van mirovan destê biratîyê dirêjî wan kirin, wan jî bi dilekî saf û paqij xwe avêtin ser vê biratîyê. Lê paşê hat fahmkirin ku ev biratî jî ne biraatîyek rast e. Biratî ji Fetullah Xoce û cemaeta wî re hat îhalekirin . wan jî bi hemu îmkanê xwe dest avêtin meselê û di herêmê de dest bi xebatek hûr û kûr kirin.
Di alîyekî de qala biratîyê wekhevîyê û yek ummetîyê dikin di alîyê din de, di weqfên xwe de, dibistnên xwe de, û yurdên xwe de ji Tirkî pêve bi zimanekî din yanî bi kurdî axaftin yasax kirine. Ji alîyekî ve dibêjin em hemu zaryên H.z Adem (a.s) in, ziman, nîjad, mezheb û meşreb ji bo me ne muhîm e. Ji alîyê din ve ji çar îlîyê dinyayê zaroka dicivînin û olîmpîyata zimanê tirk çêdikin.
Fetullah Xoce dewamî behsa aşîtî û biratîyê dike lê STV di bernameyên xwe da bi ên wek Tek Turkîye şerê li hemberî kurdan pîroz dike û eskerên reben ên ku ji bo vî şerê qirêjî dimrin jî dikin şehîd û şehadeta wan û H.z Hemze û H.z Huseyîn yek digrin. Ev çawa biratîye, ev çawa aşîtî xwestine min fahm nekirî ye.
Dînê Îslamê dînê serxwebun û azadîyê ye. Mirov ji evdîtîya mirovan xelas dike, ji Rebbê Alemê tenê re dike evd. Îslam dibê ji Xweda pêve serî ji kesî re netewîn e. Zulma zaliman qebul neke. Eger tu nikarî li hemberê zulmê tiştekî bikî, qene ji bo zulmê li çepikan nexe. Lê Erdoxan û Fethullah Efendî vî dînê pak û mezin ji bo asîmulasyon û dagirkerîyê dikin wesîle ku ev gunehekî pirr mezin e. Înkara zimanekî û qewmekî înkara ayetan e. Ha te ji Qur’anê ayetek înkar kiriye ha qewm û milletek înkar kiriye eynî ye.

Fethullah Efendî heta îro yek carekî jî, ji herêmê re negotîye Kurdîstan, dibêje bajarên şerqê. Ji mirovên herêmê re negotîye kurd, dibê doxu halki /xelkê şerqê. Ev çawa biratîye ev çawa însanetîye min fahm nekirî ye. Eger meriv mirovekî înkar bike û meriv wî şexsî bi navê wî nas neke gelo wê çawa biratî û aşîtî pêk bê. Keşeyekî ji Efrîqayê dîbêje:
“Gava Awrupa hatin Efrîqa yê, di dest me de axa me di dest wan de jî Încîl hebu. Lê zeman derbas bu dewran gerîya, me nêrî di dest me de Încîl û di dest wan de jî axa me heye. Ez ditirsim ew tiştê hatine serê Efrîqayê were serê me jî. Ew qala biratîyê, aşîtîyê û wekhevîyê dikin ev pirr bi xweşa me diçe em digrin lê em mêze dikin wan ji alîyê din ve çavê xwe li welatê me û axa me pîskirine. Berê jî, sosyalîst û qomunîstên wan qala yekîtîyê, biratîyê, wekhevîyê û yekbuna karker û keddarê cîhanê dikirin. Lê me nêrî ew komunîst û sosyalîstana îro bi celatên me re bune yek û li ava serê me digerin. Divê meriv hişyar be û bi dek u dolabên wan neyê xapandin.
AKP ya ku ji derdê me ra dermanekî bibîne tune. Tu projeya AKP’ê ya çareseriyê, ji bo pirsgirika kurd nîn e. ... bi gotinên erzan û polîtîqayên û ji bo propaxanda yê ji çareseriya pirsgirika kurd nayê avakirin. Partî û mirovê bê vîzyon nikarin vîzyonekî çêkin. Bi gellekî ku dewlet, sazûmanê dewletê û eskerê dewletê pîroz bibîne tu carî tiştek naguher e. Xebat û kedek beyhude ye.

FİKRİ.AMEDİ

Ev nıvis dı 30/05/2008 de ufkumuz Comé de hatıbu weşandın