Hinekî Li Xwe Binêrin


Qetliyama Xocalîyê 26 ê Sibata 1992 de di dema şerê Qerebaxê li Komara Azerbeycanê Herêma Qerebaqê li navçeya Xocalîyê qewumîye û ji alîyê hêzê Ermenîstanê ve 83 zarok, 106 pîrek û ji 70’yi zêdetir extîyar û bi tevayî 613 kes hatine kuştin.487 kes birîndar bune û 1275 kes rehîn hatine girtin û 150 kes jî hinda bune.


Ji bona vê qetlîyamê îsal di 26 sibatê de li Stenbolê mîtingek hat darxistin. Di vê mîtîngê de gelek pankart û afîşên nîjatperestî ji dihate kişandin. Di van afîşande wuha dihate nivîsandin: “Hûn tev Ermenînin hûn tev pîç in, îro Texsîm sibê Erîvan û emê şevekê nişkave werin, Hirant ên piçûk li ku ne?”

Wezîrê karê navxwe Îdrîs Naîm Şahîn jî tevlê vê mîtingê bu û di vê mîtîngê de wuha axivî: “Me milleta Tirk ne li Qezakîstanê, ne li Azerbeycanê, ne li Tirkîyê, ne li Balqanan û ne jî li cîyekî dinyayê yê din li ser navê mirovatîyê tiştê ku rûyê me reş kirîye û em fedikar derxistine nekirîye. Milleta Tirk ku dilê wan yeke, eger hewce bike wê hulmika /kulma wan jî yek bibe.

Disa Îdrîs Naîm Şahîn Di axaftina xwe de Serokwezîr Recep Tayîp Erdoğan referans nişan da û wûha axivî: “Serokwezîrê me Receb Tayîb Erdoğan ku hêz û hezkirin û desteka xwe ji milleta xwe girtîye wê welatê me bikşîne sedsalan bîst û yekan û wê vê sedsalê bike sedsalan milleta Tirk.

Serokwezir Receb Tayîb Erdoğanjî li Wezirê xwe xwedî derket û ji buyrên mîtîngên re got buyerên munferîte. Serokwezir axaftina xwe bi vî awayî dewam kir: “26 ê Sibata 1992 de li Xocalîyê 613 mirovên masûm ji alîyê Ermenîyan ve hatin qetilkirin. Em birayên xwe carek din jî bi rehmet yad dikin. Em carek din jî peyama piştgirîyê ji Azerîyan re dişînin. Di mîtînga Stenbolê de çend panqartên munferît, sîyê nade ser Qetlîyema Xocalîyê û êşa dilê me. Em li koka kesî û bawerîya kesî mêze nakin û hemu hemwelatîyê me hemwelatîyên yekemine. Em Qetlîyema Xocalîyê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”

Gava mirov li axaftinên Serokwezîr û wezîrê karê navxwe dinêre; mirov dibêje qey Diroka Tirkan Diroka pêxember û ewlîyayan e. Heta îro pozê tu mirovekî bi neheqî nehatîye xwînkirin. Malê kesî nehatîye talankirin. Kes nehatîye kuştin û ji welatê xwe nehatîye derxistin. Zarokên kesî bizorê ji wan nehatîye girtin û nekirine esker.Dewşîrmetî û saray oxlanlixî (xesîyên qesrê) karê milletek dine. Tu dibêjî qey ji bona hakimîyetê me birayên xwe yên di pêçekê de ne kuştîye. Sîyaseten qetil me derxistîye û ji ber vêya ve bi sed hezaran însan kuştine. Tu dibêy qey me war û welatên xelkê talan kir û keç û bûkên wan kir kole û carîye. Bi sedsalan war û welatê xelkê dagir kir û bi kotekî îdare kir.

Gelo ma Yawuz nebu ku bi sed hezaran Şii-Elewî kuşte. Ma Timurleng nebu ku bi saxî di milletê de sing tikuta. Miradê çaremîn nebuku bi sedhezaran İnsan kuşt û dixiste bîran ku nevîyên Wi jî îro kurdan di bîrên asîtan de dihelîne. Ma em kîjanê bibêjin û kîjanê nebêjin.

Gelo tiştê ku Mahmudê duyemîn û Ebdulmecîd anî serê mîrekê Kurdan kafiran jî anî serê kurdan. Bi xayînî û xapandin ev mîrek û begên Kurdan ji holê ranekirin. Xal û Xwarzê û ap û birazê bi fend û hîlan bernedan hev û li ser mîratê wan runeniştin?

Gelo ma Ebdulhemît nebu ku li çar alîyê Kurdîstanê Alayên Hemîdî ava kir û Ermenî û Suryanî û Keladanî û Nasturî yên ku bi hezaran salin bi hev re wek bira dijîn bi hev re kire dijmin. Yek bi yekê dan qelandin û paşê destê xwe li ser serê ê din gerand.

Jixwe dîroka Cumhurîyetê dîroka qetlîyam û qirkirinê ye. Mahkemeyên Îstîklalê zilma ku kiribu Heta îro tu kesî li kesî nekiribu. Qetlîyamê ku di wexta Quwayê Millîye de bi destê Topal Osman, Demircî Mehmet Efe û Çerkez Ethem hatin kirin tu kesi li kesî nekirîye. Rebenî û hêsîrîya ku milletê ji destê wan kişand û zilma ku wan dikir Nemrud û Fîrewunan nekir. Paşê piştî ku vanan di karên xwe yên pîs de xebitandin; her yek bi maneyekê tev hatin qetilkirin.

Ma Qoçgirî çawa tê ji bîr kirin. Zilm û talana ku li Qoçgirîyê çêbu li ku çêbu. Lê di Qiyama Şêx Seîd de mirovên ku di Mahkemeyên îstîklalê de hatin dardakirin, hejmara wan qe nayê zanîn. Bav û kur bi hev re dihatin daleqandin. Ji bona ku agir berdin kezeba bavê li ber çavê wi kurê wî darda dikirin û paşê bav dadileqandin. Hejmara kesîn ku hatin girtin, sirgunkirin û kuştin îro jî em pê nizanin.

Gelo qey vanan ji gotinê xwe jî fedî nakin? Ma serokwezîr nebu ku digot li Dêrsimê Qetlîyam buye û ez lêborîna xwe dixwazim.

Ma Agirî, Zîlan, Sason berhemên kîne. Gelo bera di sala 1915 de çi qewumî? Bi mîlyonan Ermenî ji vî welatî bu duxan û çû. Çi hate serê wan kî dizane. Ma Îzmîr çima hate şewutandin? Menemen çîye kî dizane?

5-6 ê Îlonê de çi bu? Bi sedan Xayrî Muslîm çima hatin kuştin û malê wan hate talankirin?

Qetlîyamê Sêwaz, Çorum, Meraşê kî kir gelo em pê dizanin? Derbeyên ku vê dewleta qirêj kir û bi hezaran însan hinda kir ma ez bum?

Lê hefsa Dîyarbekir: hêsîrî û pepukîya ku li vir çêbu li Holoqostê ancax çêbube.

Herê lawo herê; ma ez Jîtemê bibêjim, Çatlîyan û Yeşîlan bijmêrim Qontra û xayînên ku ji nav me peyda kirin û berî canê medan bibêjim, ez hezaran gundê ku hatine şewutandin bibêjimYan bi hezaran Cinayetên faîlî Meçhul bijmêrim?

Ez kîjanê bibêjimû kîjanê nebêjim. Diroka we ji serî heta binî xwîne, kuştine, talane, revandine û sirgune vêya baş bizanibin.

Ez dikarim vêya bibêjim em îro nikarin bi we lê Xwedê ji heqê we derkeve

Amîn