Ji Bo Çareserîya Pirsgirîka Kurd, Stratejîya Hukumutê Ya Nû

Çend roj berê  di hinek rojname û malperên înternetê de di derheqê pirsgirêka Kurd de stratejîya nû ya hukumetê hate nivîsandin û li serê nîqaş hate kirin. Emê li jêr, wan madde bi madde binivisînin û di heqqê vê stratejîya nû de fikr û ramanên xwe bibêjin.
1-Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de ji xêynî qenalên sîyasetê yên sivîl, wê îtîbar li tu qenalê neyê kirin.
Ev gotinek nû nine. Berîya AKP yê jî hemu hukumetên berê ev gotin dubare kiribun û tiştek jê havil nekiribun. Yano  dewletê gelek caran ev metod ceribandibu û tiştek li ser bêjingê nexistibu. Jixwe ferqa AKP yê û hukumetên berê ev bu. Ev cara yekem bu ku hukumetê li Oslo û İmralîyê bi hinek qenalên din îtibar anîbu û ber bi çareserkirinê de hevîyek çêbubu. Lê îro em lê dinêrin hukumet li ser şopa statukoyê û ên berê dimeşe.
2- Li Îmraliyê Öcalan û li Ewrupa û Qendîlê wê tu kes muhatep neyê girtin.
Ev jî şaşîyek mezin e. Lewra em vêya baş dizanin ku eger dewlet dixwaze aşîtîyê pêk bîne, çêk bê danîn û agirbestî çêbibe, çek di destê kî de be mecbure bi wî re rûnê û muzakeran bi wî re bike.
3- Li başûrê rojhilat û li herêmên din wê gel ji serdestî û kotekîya PKK/KCK yê bên xelaskirin.
Disa ev peyv peyva dewra berê ye. Di operasyonên KCK yê de û hemu girtin û kuştinan de jî bi me da xuyakirin ku di nava kelê Kurd û Rêxistinê de îrtîbat qut nabe. Heta kurd bindest bin û ji xêynî PKK yê alternatîfek dernekeve wê piştgirîya li PKK yê dewam bike.
4- Wê raste rast gel muxatab bê girtin û bi qenala sîyasetê wê li çareserîyê bê gerîn.
Gelo ji sîyaseta sivî mexsed BDP ye yan AKP ye? Heta îro em dinêrin bi BDP yê re derîyê dîyaloxê hatiye girtin. DTP wek ecinîyan hatiye dîtin. Em wusa fam dikin ku ji sîyasetê  mexsed AKP ye û muxatab jî mebûsên AKP yê  ên Kurd in. Yano bi xwe li defê dixin û xwe bi xwe dilîzin. Ev tiştekî reel nîne û ji xurtbuna şer pêvtir  tiştekî zêde nake.
5- Ji xêynî parlementoyê tu cîyek nabe cîyê çareserkirinê.  
Em vêya baş dizanin ku eger destûra PKK yê tunebe BDP ne tu tiştek e û dest û pîyê wan girêdayî ne. Loma  ev  madde tê wê maneyê ku AKP dizwaze partîyek Kurd ku di bin qontrola xwe de ava bike. Ev jî tiştekî vala û betalî ye. Lewra gelê Kurd ji hemu rêxistin û partîyên Kurd ên di bin qontrola dewletê de ne dûr disekinin û bi şek û guman li wan dinêrin.
6- Heta ku PKK tekoşina çekdarî dewam bike wê dewlet jî operasyon dewam bike.
Di vê maddeyê de mesûlîyet li ser milê herdu alîyan e. Divê herdu alî jî bê şert û merc operasyon û tekoşîna çekdarî  heta demek dirêj bidin sekinandin û ji qenalên sivîl re rêyekî  vebikin
7- Ji îro pêve hevdîtina bi PKK yê re êdî wê ji bo danîna çekan bê kirin.
Jixwe ji referandumê û vir de operasyonên li ser KCK yê, tecrîda Îmraliyê  û li dijî PKK yê operasyonên çekdarî tev ji bo vê mexsedê bu. Lê eger mirov li PKK yê û felsefa wê binêre mirov fam dike ku heta aşîtîyek adil çênebe tu nêta PKKyê tune ku çekan deyne.
8- Gava PKK çekên xwe teslîmê Tirkîyê bike, wê ji bo ên mesûliyeta darizandina wan tune prosedurek bête kifşkirin.
Ev nîqaş ji di berê de tê kirin. Lê heta ji bo lîderên PKK yê statu kifş nebe û aşîtîyek adil çênebe û ji bo hatina wan planek li holê neyê danîn ne mimkune ku tiştekî awa biqewume.
9- Wê di qanuna esasî ya nû de nasnameya kurdan û xweserîya Kurdan neyê naskirin. Wê di qanuna esasî ya nû de hemu hemwelatî li pêş qanûnê wekhev bin.
Eger hê di serî de ji bo qanuna esasî wuha xetên sor bêne kişandin ev tê wê maneyê ku hukumet naxwaze tu heqekî bide Kurdan. Lewra tu hem qala wekhevîyê bikî û hem jî xwestina her mafî wek îxanetê bidî nîşandin ew çiqas ber bi çareserbune de gav avêtin e. Nêta AKP yê tiştê anîne serê Laz, Çerkez û milletên din bîne serê Kurdan jî. Ji bo vêya hinekî dem ji wan re lazime ewqas.
10- wê îdareyên herêmî li gor prensîbên hiquqa navnetewî bê danîn.
Eger maddeya berya vê maddeyê tunebuya dibe ku mirov bawerî bi vê maddeyê bianîya lê gava mirov li maddeya jor dinêre pir bawerîya mirov pê namîne.
Wusa tê xuyakirin ku qanuna esasî ya nû jî, ji pirsgirêka Kurd re nabe çareserî. Gava mirov li van deh maddeyan dinêre dibîne ku dewlet dixwaze çareserîya xwe bi zor û zexta bi Kurdan bide qebulkirin. Di vê çareserîyê de ji bo Kurdan tu statu, federesyon yan jî xweserî tune. Ji bo Kurdan nasname, naskirin û qebulkirina netewekî xweser ji tune.
Di vê çareserîyê de di zimanê dayîkê de perwerde û ji bo gelê Kurd sazumanên perwerde yê netewi tune ye.
Di vê çareserîyê de  ji bo medrese û mizgeftên me tu plan û projeyek xuya nake.
Bi kurtî hukumeta AKP yê dixwaze înkar û asimilasyona sed salî bi meqyajek nû pêşkêşî Kurdan bike. Di vê stratejîyê de xwîna ciwanan, hêsrên dayîkan, can kişandina çand û kultira milletekî û hêsîrîya welatekî heye.