Ne Însanan re Gotinek Me Tune.


Midûrê emnîyeta Amedê yê nû Receb Güven di axaftinek xwe de gotibu: “Mirovên ku ji bo terorîstên li çîyê dimre negrî ne însan e.” Li ser vê gotinê li Tirkîyê qiyamet qetîya û di carkî de rojev guherî. Sîyasetmedarên Tirkîyê li ser vê gotinê bun du perçe.
Ev çend roje ez lê dinêrim sîyasetmedar li ser vê gotinê xwe pirr diêşînin û xwe hêrs dikin. Hev û din bi îxanetbunê sucdar dikin û gotinên ku qe li mirovatîyê û mêranîyê nayê ji hev û din re dibêjin. Serokwezîr R.T. Erdoğan wuha axivî û got: “Ji wan kesên ku di destê wan de çek heye, xwînê dirjînin, can distînin tehdît û tedhîş ji xwe re kirine metod re tu musamaha me tune. Bila herkes wezîfa xwe bike. Bihêlin bila sîyasetê sîyasetvan bikin.”

Serokê CHP yê Kemal kılıçdaroğlu jî di bernemeya CCN Tirkê de got: “wezîfa midurê emnîyetê çi ye? Ewlehîya civakê pêk bîne. Di serî de ev gotin wek gotinek însanî be jî, gotineka wusaye ku civakê perçe perçe dike. Gelo wê malbatên şehîdan ji vê gotinê re çi bibêjin? Ne hewceye ku  midurên emnîyetê gotinên awa bibêjin.”
Serokê MHP yê Devlet Bahçelî jî, midurê emnîyeta Amedê rexne kir û wuha axivî got: “Madem ku ên ji terorîstan re negrî ne însan e wê gavê di vê salonê de însan tune. Li gor vê dîtinê dayîkên şehîdan, bavên şehîdan û milleta Tirk ne însan e. însanetîya awa bila dûrî me be. Bila tarîfa vê însanîyetê ji me re xerîb be. Ez dixwazim bipirsim, ev midurê polîsan ê bêşiûr xwe çi dihesibîne, di destê wî de bi patenta PKK yê cîhaza pîvana însanîyetîyê heye, kî însane û kî ne însane bi kîjan wesf û peyvirê tîne ziman? Bi van fikrên rezîl û riswa gelo wê di teşkîlata polîsên Tirk de çawa wezîfa xwe bîne cî?”
BDP yê jî piştgirî da Receb Güven û mebûsê Îdîrê Perwîn Buldan wuha axivî got: “Midûrê emnîyeta Amedê wezîfa xwe ya însanî kirî ye. Xwezî herkes bikaribe tiştê ku vî amîrê emnîyetê kirîye bike û wek wî bifikire. Wê gavê wê ev pirsgirîkanan tev çaresar bibin.”
Hersê partîyên sîstemê ên di meclîsê de ji bo ku vî midûrî rexne bikin, bi hev re ketin pêşbazîyê. Em MHP û CHP yê fam dikin lê çi agir li ser serê AKP yê şewutîye? Ma Erdoğan nebu ku digot bila hêsrên çavê dayîkan zûha bibe, bila li ser vê axê êdî xwîn neherike. Ma çi guherî ku îro Erdoğan bi devê Bahçelî û Kemal Kılıçdaroğlu dipeyîve û defa şer kiriye stûyê xwe û bi potînên generalan tezehurata şer û kuştinê dike.
Ji AKP yê di serî de çend dengê bi însaf derketibu jî lê di piştî axaftinên Erdoxan de li ser panîyên xwe şun de vegerîyan. Bi tenê Galîp Ensaroğlu û ji CHP yê Sezer Tanrıkulu li güven xwedî derketin û li ser piştgirîya xwe israr kirin.
Wusa xuyaye ku hersê partîyên Tirk jî, ji trîbunan re dilîzin. Li ser xwîna leşker û polîsan dixwazin ji xwe re hatinekê ava bikin. Hilbijartin nezîk buye, ji bo ku çend dengan zêde bigrin, çend şaredarîyên din jî bi dest xwe bixin, li ser xwîna feqîr û xizanan sîyaseteka qirêj dimeşînin. Çawa bibe zarokên wan namrin û ên tên kuştin jî tev zarokên gundî û rebena ne. ji ber vê yekê ha yek mirî ye ha deh mirî ye tu ferq tune. Bila pertîyên wan di hilbijartinan de bi ser bikevin bes e.
Ez ji CHP û MHP yê re tiştekî nabêjim. Ew li gor bawerî, mezheb û meşrebên xwe tevdigerin. Doza wan dinyevî ye. Doza hikimîya vê dinê dikin û li gor xwe û felsefa xwe jî dibe ku li ser rêya rastbin jî. Lê AKP û Serokê AKP yê Xwedê û pêxember ji devê xwe dernaxînin. Bi nimêj û desmêjin, serê pîrekên wan girtîne û doza muhafezekarîyê dikin. Wusa xuya dike ku bawerîya wan jî bi axretê û hesab û kitibê jî heye. Lê tê xuyakirin ku çend rojên dinyayê û hizkirina meqam û mewkîyan hişê wan ji serê wan birine û kirine aşiqên Kemalîzmê û berdevkê sîstema laîk û sekuler. Wusa xuya dike ku evanan îşligê mîllî gorişê ji xwe kirine û di şuna vî îşligî de îşligê Kemalîzmê li xwe kirine. Di vî îşligê nû de tirsa Xwedê tune, heqê sêwî û xizanan tune, heqê evdan tune, heq, hiquq edalet û wekhevî tune. Di vî îşligî de Kemalîzm, statuqo, mîlitarîzm, bertîl, torpîl, teqîba îhalan, mafê dewlemenda parastin û taşerontîya Emrîqayê heye.
Divê hikumet û dewlet guh bidin gotinên Receb Güven. Lewra wî di salên herî hesas de li Amedê wezîfe dikir û gotinên wî loma muhîme. Receb Güven di salên 1991-1996 de li Amedê di îstîxbarata emnîyêtê de xebitî ye. Di van salan de li Amedê rojê bi dehan însan di cînayetên  faîlî meçhul de dihatin kuştin. Her roj gelek kesan di bin îşkenceyên dewletê  de can didan û bi her awayê hovîyane îşkence didîtin. Hemwelatî ji malên wan dihatin revandin û li derveyê bajaran di qemçika stuyê wan de bi yek gullekî dihatin înfazkirin. Bi hezaran gund dihatin şewutandin û ji ber şerê qirêj ve bi sed hezaran kurd ji warê bav û kalên xwe penaber dibun û li çar alîyê Tirkîyê ji xwe re li cîyên ewle digerîyan. Bi deh hezaran kesî di girtîgehan de bi hêsîrî û pepûkî umrê xwe borand.
Dîsa di van salan de bi destê dewletê jîtem, îtîrafçîtî û hîzbî qontra di falîyetê de bun. Însan ji malên xwe derdiketin û careka din şûn de venedigerîyan mala xwe. Yano ew salên ku vî amîrê emnîyetê tê de wezîfe dikir, wek cehennemê bu. Ev midûrê emnîyetê ji demek awa tê û kifşe ku dengê wijdana wî, wî nerihet dike. Xwezî ev gotinên wî bist sal berê bihata gotin û awqas xwîn nehata rijandin. Lê statuqoyê ji bo ku dengê wî bibirin bi emrê wezîrê karê navxwe Îdrîs şahîn lêpirsin lê vekirin. Wusa xuya dike ku wê wî ji wezîfa wî ji bigrin.
Eger ev mantiq bi vî awayî bidome wusa xuya dike ku pêşeroja Tirkîyê rohnî xuya nake. Rojên tarî, mirinên zêde, cenazeyên leşker û gêrîlayan pirtir wê li ser dê û bavê wan de were. Wê ji bo îxtîdara hinek kesan agir bi mala gelek kesan bikeve û kezeba gelek dê û bavan bişewûte.
Di meselek gelek hesas de amîrê emnîyetê xwerexnekirinek pirr muhîm kirî ye. Eger bîst sal berê çend kesên awa bi wijdan derketana û behsa van tiştnê rast bikirana wê awqas însan nemira û wê bi milyonan kes mexdur nebuna. Eger serokwezîr û dewlet guh nedin vî dengî îro bi deh hezaran kes mirine wê sibê bi sed hezaran kes bimirin. Ne bi kuştina leşker û polîsekî û ne jî bi kuştina gêrîlayekî ev pirs çaresar dibe. Wusane bila herkes destê xwe têxe bin kevir û mesûlîyetê bide ser milê xwe. Divê ji bona Xwedê û ji bona însanîyetê û ji bona xatirê dayîkên agir bi kezeba wan ketîye û ji bo bav û birayên dilê wan dişewute herkes satilek av di ser vî agirî de bike.
Lê wusa xuya dike ku çar rojên dinyayê ji mirovên ku dinyaperestin re şêrîn tê. Evanan di berê de seffên xwe kifş kirine û naxwazin bibin însan. Ên nexwazin bibin însan re, em jî nikarin tiştekî bibêjin. Em dikarin bi tenê ji wan re vîya bibêjin: “Ne însanbuna we li we pîroz be.”