Di Îslamê de Însanê Kamil



Di nezera Îslamê de ji bo naskirina însanê kamil du rê hene:
1- Dereca ewul di Qur’anê Kerîm de dereca duyemîn jî di sunnetê de lênêrîn ka İnsanê kamil çawa hatiye tarîfkirin û bi kîjan sifatan hatiye beyankirin e. Ev tabîr dibeku di Qur’an û sunnetê de di awayê însanê kamil de nehatibe tarîfkirin û bi şiklê Mislimanê kamil yan jî mu’mînê kamil de hatibe beyankirin. Lê di encamê de mexset dîsa jî, ji însanê kamil pêvtir tiştekî din nîne. Lewra eşkereye ku Mislimanê kamil însanê di Îslamê de gîhîştîye kemalê û dîsa bi eynî awayî mu’mînê kamil jî, însanê di bawerîyê de gîhîştîye kemalê tarîf dike. Welhasıl rêya naskirina însanê kamil ya yekemîn lênêrîna Qur’an û sunnetê ye ku di vê xisûsê de bi çi awayî tarîf kiriye û lêkolîn li ser van herdu esasên Îslamê kirine ku ka portra însanê kamil çawa xêz kirine û bi çi sifatan taswîr kirine. Lewra hem di Qur’anê de û hem jî di sunnetê de di vê mijarê de gelek malzemeyên îzahker hene.

2-Naskirina wan kesên şexsîyata xwe li gorî Qur’anê û usûlên Îslamê gîhandine û bi maneyek rast bune însanê kamil û wan însanan ji xwe re mînak girtin e. Lewra însanê kamil ê Îslamî tiştekî xeyalî nîne. Ne îdealekî ku bitenê xeyalî û zîhnîye ku tê ferzkirin û di pratîkê de tuneye û di jîyanê de derbas nebuye û ji farazîyê îbaret e. Bîlakîs evan însanan jîyane û di jîyana rastîn de gîhîştîne vê mertebeyê. Hinek bi maneyek temamî gîhîştîne vê mertebeyê û hinek jî derecek du derece di bin van mertebeyan de ne.
Bi rastî Resulê Ekrem (s.a.s) ji bo dînê Îslamê mînaka însanê kamil e. Di pêy wî de Hz. ‘Elî jî, ji bo Îslamê ji mînakên însanê kamil e. ji ber vê yekê naskirina wan di Îslamê de di derheqê însanê kamil de wê bêkêmasî malumatê bide me û bi me bide famkirin ku însanê kamil çiye û çawa ye.
Lê serqisê dema em dibêjin naskirina ‘Elî (a.s) di Îslamê de naskirina însanê kamile, mexseda me ne ewe ku zanîna navê wî, nesebê wî esl û feslê wî û zanîna malûmatên wî yên sicîlê ne. Belê nasnameyek û hikmekê ‘Elî (a.s) ê şexsî û hiquqî heye. Ev ‘Elîyê di nasnamê de ye. Yanî navê wî ‘Elî ye, kurê Ebu Talib e, nevîyê Ebdulmitalb e, dîya wî Fatima keça Esed îbnî Ebduluzza ye, mêrê Hz. Fatimayê ye, bavê Hesen û Huseyîn (a.s) e, di vê dîrokê de ji dîya xwe buye, di vê dîrokê de ji dinyayê barkiriye çûye, ketîye evan şeran û wwd. Evanan malumatên nasnama wî ya sicîlê ne. Serqisê em bixwazin nasnama wî derxînin, emê serî bidin van malumatan. Lê ev malûmatên di nasnameya wî de derbas dibe, ji bo naskirina wî ‘Elîyê ku însanê kamil ê îslamê ye têr nake. Naskirina ‘Elî naskirina kesîtîya wî ye. Naskirina şexsîyeta wî ye. Ne naskirina şexsê wî ye. Di vê maneyê de em çiqasî şexsîyeta wî nas bikin, emê awqas însanê kamil ê Îslamê jî nasbikin.
Bi eynî awayî em çiqas vî însanê kamil ji xwe re mînak bigrin, di rêya wî de bimeşin û wî di emel û pratîkê de -ne di peyv û gotinê de- rêber, pêşewa û îmam qebul bikin û bidin pêy wî wêçaxê emê bibin şîa wî. Yanî di rêya ‘Elî de çûyîn ancax di her sefhaya jîyanê de wî ji xwe re mînak girtin û xwe li gor vê nimûneyê perwerdekirinê mimkun dibe. Weka ku şehîdê ewel jî gotîye: Şîa ji ên di rêya ‘Elî de diçin, ên didin pêy wî û ên jîyana xwe li gor esasên wî ji xwe re girtîye rastkirinê re tê gotin. Yanî bi hezkirina Hz.’Elî û ji wî re muhabbet xwedîkirin û bi kurtî bi peyv û gotinan mirov nabe şîa ‘Elî. Şehîdê sanî vîya bi peyva muşayeet tîne ziman. Muşayeet tê maneya bi wî re, di meşa pêy wî de û di meşa paş wî de çûyînê re tê gotin. Wêgavê şîa ‘Elî (a.s) ewê ‘Elî mirad dikin in. Yanî bi peyv û gotinê na bi emel ên didin pêy wî û dişibihin wî nin.
Ango tê vê maneyê ku du rêyên naskirina însanê kamil heye û me feyda wî jî çiye dît. Ji ber vê yekê tesîra vê mijarê di alî îlmî de mijarek felsefî û zanîstî tenê nîne. Feyda wê ya pratîk jî heye. Heya li gor îzahîyên Qur’an û sunnetê yan jî li gor şexsîyeta Îslamê ên ku gîhandîye em însanê kamil ên Îslamê nasnekin, ne mimkune ku em di rêya Îslamê de bimeşin û di maneyek rastîn de bibin Misliman û civaka xwe bikin civakeka Îslamî.
Ji ber vê yekê naskirina însanê kamil û naskirina însanê mînak ê Îslamê ji bo me zaruretek pirr muhîm e.
Şehîd Murteza Mutahhari

WERGER:  FİKRÎ AMEDÎ