Di Qur'anê de Çar İstilah

Ebu'l Ala Mewdudî,

Eger, insan nizanibe ilah çi ye, Rebb tê çi maneyê, îbadet ji çi îbarete û ji çi tiştî re tê gotin, bêguman wê gavê temamê Qur’anê  wek peyvek jê tiştek nayê famkirin û peyvek ji rêzêye ji ber çavê wî re derbas dibe diçe. Wêçaxê bi heqîqeta tewhîdê nizane û ji mahîyeta şîrkê jî tiştekê fam nake, hêza wî nagîhîje ku îbadetê ji Xwedê re tehsîs bike û di dînê xwe de jî bi îxlas nikare bal bi Xwedê ve bifetile. Eger mana van çar istilahan, di hişê şexsan de girtî û tevlihev bimîne, û di heqê maneyên wan de zanîna însan kêm be, wê gavê tiştê ku Qur’ana Kerîm li ser hîdayet û îrşadê pêşkêşî wî kiriye jî wê tevlihev be. Bi Qur’ana kerîm bawerî bîne jî wê bawerîya wî û emelê wî tev kêm bimîne.  

ÎLAH - REBB - ÎBADET - DÎN
Bingehê istilahên Qur’anê û peyama Qur’anê li dor van çar peyvan civîyan e. Xulasa banga Qurana Kerîm ev e: “ Xwedê yek îlahekî bi tenê ye, şirîgê wî tune ye; yek Rebbeke ku evdên wî hewceyê wî ne. Ji xêynî wî îlah jî tune, Rebb jî tune. Di îlahtî û Rebbtîyê de tu kes nikare jê re bibe şirîg. Tiştê ji bo însan pêywîste divê ew wî yek îlah qebul bike, ji xêynî wî kesî Rebb qebul neke û ji Wî tenê re evdîtîyê bike. Dînê xwe ji Xwedê Teala re tehsîs bike û ji xêynî dînê wî li hember hemu dîna bisekine.

Qur’an di vê xisûsê de wuha dibêje:

" Me berê de, tu pêxemberek neşandiye ku me wiha wehiy wî nekiribe: “Ji min pê ve tu îlah tunin û ji min tenê re îbadetê bikin.” (Enbîya, 25)
" Lê li wan hatibû emirkirin ku ji yek îlahekî bi tenê re îbadet bikin. Ji wî pê ve tu Ellah tunin. Ew, ji tiştên ku pê şirîkatiyê dikin munezzeh e /berî ye (bilintir e). (Tewbe, 31)
" Rastî ev e ku; ev ummeta we yek ummetek bi tenê ye. Ez jî Rebbê we me. Êdî ji min re îbadetê bikin. " (Enbîya, 92)
" Bibêje: “Jixwe ew Rebbê her tiştiye, îcar ez ji Xwedê pê ve li Rebbekî din bigerim?” (En'am,164)
"- Bibêje: “Ez jî, beşerekî wekî we me û ji min re hate wehîkirin ku îlahê we yek îlahek bi tenê ye. Kî dixwaze rastî Rebbê xwe were, bila karên qenc bike û bila tu kesî, ji îbadeta Rebbê xwe re neke şirîk.” (Kehf, 110).
"- Ji her ummetê re ji bo ku bibêjin: “Ji Xwedê re îbadetê bikin û ji Taxût birevin, me pêxemberek şand. " (Nehl, 36)
" Ma ew ji dînê Xwedê pê ve li dînekî din digerin? Li erd û esmanan çi hebe bi dil an jî bêdil ji Xwedê re stû xwar kirine. Hûnê bi bal wî de bêne vegerendin.." (Âl-î Îmran, 83)
“Bibêje: “Li min hate fermankirin ku ez îbadetê ji bo Xwedê Teala tenê bikim û bi dilekî yêqîn dîn ji wî re xalis bikm.” (Zumer, 11)
" Xwedê Rebbê min e jî, Rebbê we ye jî. Jê re îbadetê bikin. Rêya rast ev e. " (Âl-î Îmran, 51)
Me ev çend ayetanan bitenê ji bo ku mînak bin bi rêz kir. Bi rastî hemu tiştê ku Qur’ana Kerîm bi îrşad û hîdayet anîye bitenê li dor van çar ıstilahan de digere. Mijar û dîtina kitêba Hekîm a bingehîn ji van çar esasan îbaret e:
Xwedê, Rebb û îlah e. Ji xêynî wî îlah jî Rebb jî tune. Pêywîste însan ji wî tenê re îbadet bike. Dîn xas ji bona Wî ye.
Werger: FİKRÎ AMEDÎ