Rê Ev Rê ye


Seyyîd QUTUB


Weka ku di sûretê Birûc de tê qalkirin, buyera Eshabê Uhdud li her derê û di her nivşê de ji bo ên mirovan dawetê Xwedê dikin rastîyeke ku divê bawermend li ser vê buyerê bisekinin û bifikirin.
Qur’an ji bo bawermendan nîşanên rê çik dike û di alema xeyban de tiştên di bin nuxaman de ji Xwedê tê veşartin û leqayîyên li ser rê û ji îhtîmalan re şexsîyeta wan amade dike
Çêroka Eshabê Uhdud; çêroka cemaeta ku bawerî bi Rebbê xwe anîye û bawerîya xwe di ser her tiştî girtî ye. Evan  bawermendan ji ber ku bi heqîyê û bi Xwedayê Hemîd û Ezîz bawerî anîne  rastî serdeçûn û îşkenceyên mirovên zalim, xayîn û sadîst hatine ku evanan heqê wan mirovên daxwaz dikirin ku bi azadî û rumet bijîn xesp dikirn û tinazê xwe bi mewkîya mirovan a li bal Xwedê dikirin û bi îşkenceyên hovane kefxweş dibun û gava mirovan di nava agir de ezîyet dikşandin ji, vê rewşa wan zewq digirtin

Ev bawerîya di dilê wan de, li ser wê îşkence û serdeçûnê bilind bu. Bawerîya di dilê wan de li dijî jîyanê serkefti bi dest xwe xist. Guh nedan tehdîtên dîktatorên taxutî. Ji dînê xwe nezivirîn, ji bona bawerîya xwe di agir de şewûtîn û mirin...
Di vê buyera Eshabê Uhdud de ruhê bawermendan; li hemberî hemu tirsan, li hemberî hemu êşên dinyevî, li hemberî dinyayê û daxwazên jîyana dinyayê û îmtîhanê, li hemberî îşkenceyan û hemu deman, serkeftîya ku hemu mirovatî jê rumetê bigre qezenc kirine. A esil serkeftî û serfîrazî ev e.
Sedem wekhev nebin jî wê dawîya dawîn hemu mirov bimrin. Lê hemu mirov serkeftîyên awa nikarin qezenc bikin, nikarin bigîhîjin bilindîyek awa, nikarin bi vî awayî ji hemu qeyd û zincîrên dinyevî xelas bibin û azadîyek mutlaq qezenc bikin û bigîhîjin ser qotên bilind ên herî bilind.
Xwedê Teala ji ber bawerî û îteatê ve ji bela re sebirkirin, ji ceribandina jîyanê ên zor û zehmet û êşan re sebirkirin ji bawermenden re sikûneta dil wead kirî ye
“Ew ên bawer kirine û dilê wan bi zikra Xwedê mutmeîn dibin ev in. Baş bizanibin ku dil, bi zikra Xwedê dikeve cî.” (Re'd, 28)
Ev xelat nîşana hezkirin û pêxweşbuna wî zatê xwedî sifatê Rehman e. Qur’an wuha dibêje:
“Ji bo ên bawerî anîne û karên qenc kirine wê Rehman di dilan de hezkirinekê çêke.”
Ev xelat li meleyê ‘Âla jî tê zikirkirin.
Resulullah wuha dibêje:
Dema zarokê evdekî dimre cenabê Heq ji melaîketan dipirse dibêje: “We canê zarokê evdê min girt?” Ew jî dibêjin, belê. Cenabê Heq dipirse dibêje: “We fêkîyê canê wî ê yekta jêkir?” Ew jî dibêjin belê. Di ser vê yekê re Cenabê Heq dîsa dipirse: “Ji ber van hemu kirinên we ve evdê min çi got?” Ew jî wuha bersiva wî didin, dibêjin: “Bitenê hemd kir û got Înna lillahî we înna îleyhî Racîun (yanî em ji Xwedê hatin û emê dîsa bal bi wî de vegerin). Di ser vê yekê re Xwedê Teala wuha fermanê li melaîketan dike dibêje: “Li ser navê vî evdê min li cennetê Qesrekê çêkin û navê wê “Qesra Hemdê” deynin.”  (Tîrmîzî qeyd kirî ye.)
Di rêya micadelê de buyîna buyerên awa ku bawermend jê xelas nabin û kafir jî ji ber kirinên xwe ve nayên cezakirin miheqeq tê serê bawermendan. Di Qur’anê de mexseda qalkirina van buyer û mînakan eve ku bawermendên serê xwe dane ser rêya dawetê  divê di şexsîyeta xwe de vi fikrî bicî bikin ku, di rêya Xwedê de carna dikarin mirovan dawetî aqubetên awa trajîk bikin û di vê mijarê de tiştê ku ew bikin tune û rewşa wan û rewşa wan a aqîdevî temamî aîdê Xwedê ye 
Bawermend ji ber keda xwe ve, di merhale yekemîn de gîhîştîne di dil de zîndîtîyê, di şiûrê de bilindîyê, di fikir de estetîkê, ji hemu daxwaz û astengên dinyayê xelasîyê, ji tengî û tirsa hemu rewşan rizgarî û azadîyê
Xelata ku wê di merhaleya duyemîn de bigrin jî, di Meleyê Ala de bîranîn, rumetkirin, pezindayin û di piştî vîya de, ji vê dinya piçûk û bêqimet û objeyên wê yên basît durketin, xelateka ji vanan teva mezintir, li axretê bi hêsanî hesab dayîn û gîhîştina nîmetên mezin, di tehlîla dawîn de ji vanan teva girîngtir, ji teva bi qîmetir razayîya Xwedê qezenckirin; li ser rûyê erdê di xisûsa qeder û qudreta Xwedê bicîanîn de bîzatîhî ji alîyê Xwedê ve hilbijartin e. Xwedayê mezin li ser rûyê erdê daxwaza xwe bi wasita wan tîne cî.
Falîyetên Resulullah ên li ser perwerdeyê, bi talîmatên Qur’anê re parelel meşîya bu. Dil û dîtin ber bi cennetê ve zivirandibu, ji ber ku Xwedê Teala li dinya û axretê karên wan daxwaz kirine îcra bikin loma kirine wezîfedar, ferman kirîye ku ji ber buyerên hatine serê wan sebir bikin. 
Resulullah gava li Mekkeyê dê û bavê ‘Emar di bin îşkenceyên nayên tehamulkirin de dît bitenê ji wan re got:
“Ya malbata Yasîr! Sebir! Ji ber van îşkenceyên hûn dikşînin xelata we cennet e.”
Qur’an dilên ku wê emaneta îlahî hilbigre, di wesfê wî kesê dikare vê emanetê hilbigre de amade dike. Divê ev dilanan wusa zînde ,wusa bi hêz û wusa xwe ji tiştê ku pê nizane îzole bike û wusa fedekar be û xwe bi dil û yêqîn dabuyê ku li ser rûyê erdê karibe li hemberî her belayê bisekine. Ji axretê pêvtir mexsedek wî tunebe. Ji razayîya Xwedê pêvtir li benda xelatek din nebe. Divê ev dilanan bi awayekî wusa hatibin perwerdekirin û amadekirin ku ji dinyayê parek girtin, xerabî dîtin, ji nîmetên dinyayê mahrumbun, îşkence dîtin û heya ku mirin digîhîje wan ji her karê dinyevî elaqa xwe bibirin. Ji xelatên dinyevî ên mesafa nêz jî...welew ku ev xelat dawetê biser bixîne û li hember kafiran Misliman û Îslamê bigîhîne serkeftinê jî. Yan jî ev xelat textîra ê Ezîz weka ku ên berê derewandibu (qewmê Ad, Semud, Nûh) hema girtibu û dabu cezakirin dabe cezakirin jî, li cem van dilên hatine perwerdekirin bêqîmet e.
Bêguman li ber tu xapandinê nakevin û wê îşaretên vê rêyê nîşanê wan bide; aqubet çi dibe bila bibe, wê gavê ên ezim kirine ku heya dawîyê  wê di vê rê de bimeşin saxlem bide meşandin. Di piştî vê merhaleyê de Cenabê Heq êdî di heqê dawetê û wan de çi textîr kiribe wê ew çêbibe. Dema di rêyên bi xwîn, serîyên jêkirî, laşên perçe perçe bune û xwîdana enîya wan de dimeşin, tu carî îltîfatî serkevtinek dinyevî, xalîbyetê û cihêbuna nava heq û batilê ku îlle li vê dinyê nakin.
Ev şer ne şerekî sîyasî û ne şerekî îktîsadî û ne jî şerekî nîjadî ye. Eger şerekî li ser van ûnsûran ba, wê pirsgirêk bi hêsanî çaresar biba. Lê şer berê her tiştî şerekî bawerîyê ye. Yan kufir yan bawerî; yan Îslam yan cahîlîye... alternatîfek vanan a sêyemîn tune....
Belê ev pirsgirêka aqîdê ye. Şerê bawerîyê ye... Divê li her derê û her demê dema bawermend rastî dijminên xwe tên di şiûra vê rastîyê de bin. Lewra êrîşa dijminê wan ya dijî wan bitenê bawerî bi Wî Xwedayê Ezîz û Hemîd anîne û bi îxlas jê re îteat kirine loma ye. 
Îro alema xirîstîyanan dixwazin navbera bawermendan û dijminên wan de teşebbusa  guherandina şiklê şerê ezelî û ebedî de di derheqê rastîya şer de me bixapînin. Ji dîrokê re derawan didin gotin û dixwazin me bi gotina Şerê Xaçîyan bi tenê ji bo ku li hember talanmendan bendekî bikşînin loma hatiye kirin bidin bawerkirin. Naxêr tucarî tiştekî awa ne mewzubahîs e. Birastî talanmendîya ku paşê derketîya holê, ji rûh û maska Xaçîyan ya nûjen pêvtir tiştek nîne. Ev rûhê Xaçîyan di dîrokê de rastî zinarên ku di bin serdarîya Mislimanên cur bi cur qewman teşekkul buye hatin û perçe perçe bun. Di nava van serdaran de Selheddînê Kurd û Turan Şahê Memlukî hebu. Lê vanan qewmê xwe û etnîka xwe jibîr kiribun û aqîda xwe  pêş de girtibun û di bin ala aqîdê de gîhîştibun serkeftinê.
Bawermendan, ji bo ku bi wî Xwedayê Ezîz û Hemîd bawerî dianîn; heyf ji wan digirtin. (Bûruc,8)
Xwedayê mezin raste û pîlanan çêdike, hîlekar jî derewîn in. 

WERGER: FİKRİ AMEDÎ