HÎRA


Wek her carê vê sibê dîsa zû ji xew rabubu.  Di nav malê de çû û hat, di vî alî û wî ali de gerya, lê nizane li çi digere. Vê sibê di dilê wî de hîssek xerîb hebu, di nav dilê wî de tiştekî ku nikarîbu tarîf bikira digerîya, loma nikaribu di cîyê xwe de bisekinîya.