FAHMKİRİNA SEYDA



Dibeku ez ne derwêş bim. Lê ez bi perwaneyê dizanim. Helbet ez ne neqqaşim, dibe kû ez bibim girêkek. (Adil Ömer)

 Ên qenc, li hespên baş sûwar bun çûn. Dibe ku ev hevoka  klasîk ji gotina pirr tiştî re kafî be. Gava ên qenc diçin miheqeq di pêy Xwe de tiştekî yan jî gelek tiştî dihêlin diçin. Gelo ma sunnetullah jî ne ev e? Ma vekirina rêyek baş, timtêl û wezîfa rêberekî  yan mislimanekî baş nîne?

Bi îzna Xwedê Teala Mele Mansûr li hespek qenc sûwar bu. Ji ên razî bune û gîhîşte Wî. (Dûa û temenîya me ev e).

Îro gava di vê malperê de yan jî di civatekê de navê wî derbas dibe; sedema ku bi rehmet tê bîranîn nîşana wê yekê ye. Destgeha destgehdarên baş jî  baş e. Qalîta cawê di destgehên baş de hatiye deriwandin girêdayî destgehên baş e.

Em gelek cawên di vê destgehê de hatiye deriwandin nas dikin. Em gelek cewherên ku Usdat sax bu deriwandibu û ên di piştî wefata wî de di vê destgehê de hatiye deriwandin nas dikin. Gelo ma ên di vê malperê de bi nivîsên xwe û şîroveyên xwe li ser pîyanin û çogên wan gîhîştine hev û dilên wan bi hev re bune bira ma di vê destgehê de nehatine deriwandin? Bawer bikin ev mîratekî baş e.

Em bi mekteba xwe dizanin. Ji bona ku caw li erdê kaş nebe divê di destê başan de bê parastin. Ez bawer dikim ku tewazuyê di çavê wî de jîyan dîtîye. Lewra mêyîzên ên di wê destgehê de hatine deriwandin,  li der û dora xwe tewazû û zanebuna Seyda belav dikin.  
Wî pirranîyek bêqalîte nexwestibu. Wî razayîya xwe bi hindikîya biqalîte jî dianî. Ji ber vê yekêye ku li nêzî destgehên qirêj nesekinî. Aniha em îftîxar dikin bi dostên xwe yên wê destgehê û ên li vî mîratê mutewazî xwedî derdikevin. Ev rewş hindik bê xuyakirin jî,dostên me dixwazin ji jîyana Ustad mînakekê deynin holê.

Di her salvegerê de, di quncikan de nivîsandina jîyana Seyda; ji bona fahmkirina Seyda ne bes e. Fahmkirina Seyda di destgeha wî de domkirina deriwandina caw e. 


Esil bîranîna Seyda, bi xwendina jîyanê, rê li ber jîyanê vekirin, fahmkirina dema ku têde tê jîyandin, xîretkirin ji bo rêberîya buyerên li der û dora me çêdibin,  emîn bun, heqî anîn ziman, qêrîn li hemberî zaliman, parastına hiquqa biratîyê, xîretkirin  ji bo tiştê herî qenc, li tiştê mezin fikirîn, mezinkirina fikir û piçûkirina nefsê , nebuna ref û colî û serkeftin ji bo xwedî gotinekê ye.  

Divê em heryek  vêya bikin û li vî mîratî xwedî derkevin. Ma nedivê mala me hemuyan bibe xwedî xaneya destgeha Seyda?

Wî teblîx dikir. Mîratê pêxember ev bu. Eger em dixwazin bijîn; divê em berê teblîxê li xwe bikin û dewam bikin. Ma temînata gotinên me ne ev e. Ma tiştê ku ji dilê najî bidarive çi feydê dide yê li ser zimanê wî ev gotinanan direjê?

Wî îlmê xwe îhsan kir. Muhsîn bu. Werin em Seyda bi ser navê ku emê bibin muhsîn bibîr bînin. Em jîbîr nekin, ken jî îhsaneka mezin e.

Bi Nîyeta Dûayê

Ez dizanim hesret zore giran e

Dibe ku wuslat be,  hêvîya tehamulê

Silava dostekî

Ji  kêlekên lêvan tebessumek

Lavayîyek ji qefesa sîngan

SEYDAyekî bijang şil kirîye

Dûayekî ku ji kefa destan nû derketîye

Û li ber derê ên gotine AMÎN re

Bi silav û dûa yê

 Werger Fikrî Amedî