Hz. Hewwa

Haval û jina pêxember û İnsanê ewûl Hz. Adem (a.s), dîya beşerîyetê û jina ewûl.
Di derheqê dema xuluqandina Hz. Hewwayê û çawa hatiye xuluqandinê de gelek rîwayet hene, lê dîsa jî em di vê mijarê de ne xwedî zanîneka yêqîn in. Lê em bi vêya dizanin ku ew ji Hz. Adem (yan jî ji maddeya ku Adem jê hatiye çêkirin) hatiye xuluqandin.
Ew ê ku hûn ji yek nefsekî xuliqandine û ji bo ku dilê wî (Adem) sikûnê bibîne, ji wî hevala wî çekiriye ew e. Dema xwe lê rapêçand-nuxamt (çû balê) hevala wî barekî sivik hilgirt (hemîle ma). Demekê ew gerend. Dema (hemla wê) giran bû, her duyan ji Xwedayê ku Rebbê wan e re wiha dua kirin: “Eger tu zarokekî salih bidî me, em ê bibin ji şikurdaran.” (E’raf:189)

Gelî însanan! Ji wî Rebbê xwe yê ku hûn (hemû) ji yek nefsekê (canekî) xuliqandine û ji wî hevala (hevjîna) wî xuliqandiye û ji her duyan gelek mêr û jin (li ser rûyê erdê) belav kiriye û ji wî Xwedayê ku hûn bi (qedrê navê) wî daxwazê ji hev dikin bitirsin û ji qetandina têkiliya di navbera mirovatiyê xwe biparêzin. Bêşik Xwedê muraqibê/çavnêrê ser we ye. (Nîsa;1)
Ji ayetan eşkera tête famkirin ku Hz. Hewwa û Hz. Adem ji eynî maddeyî (nefsî) hatine xuluqandin û berê Hz. Adem paşê jî Hz. Hewwa hatiye çêkirin. Hinek alim li ser lefzê ku dibêje: “Ew ê jina wî ji wî xuluqandîye Xwedê ye” dibêjin Hewwa ji ûzwekî laşê Adem hatiye çêkirin.  Eger baş bal lê bê bê kişandin bi îfada Qur’ana Kerîm ku wuha dibêje: “ Ew ê ku hûn ji yek nefsekî xuluqandine Ew e” tête famkirin ku hemû însan ji yek nefsekî hatine xuluqandin û Hz. Hewwa jî, ji wê yanî ji wî nefsî  hatiye çêkirin. Di ayetê de mexseda ku “ji wî” dibe ku Hz. Adem be jî û dibe ku Maddeya ku Hz. Adem jê hatibe çêkirin be jî. Bêguman ya herî rast Xwedê pê dizane.
Em bi lefzê Qur’anê dizanin ku Hewwa ji yek nefsekî hatiye çêkirin. Lê em di Qur’anê de di derheqê keyfîyeta xuluqandina wê de tu îzahatekî nabînin. Di hinek tefsîr û hedîsên zeîf de hinek rîwayet ên wek malumatên di Tewratê de derbas dibin hene. Muhtemele ku ew rîwayetanan ji îsraîlîyatê hatibin girtin. Di vê mijarê de rîwayeta ku Îbn- î Kesîr girtîye tefsîra xwe bi vî awayî ye:
Îblîs ji ber gunehê ku kiribu dema ji cennetê hate qewurandin, Adem (a.s) di wir de hate bicîkirin. Demekê bi tenê bê hevala ku hedirîya xwe pê bîne li cennetê gerîya. Demekê xew ve çû. Piştî ku rabu li ber serê xwe jinikeka ku Xwedê ji hestîyê parsûyê wî çêkiribu dît. Jê pirsî got: “ Tu kî yî?”jinikê bersiva wî da got: “jinikek.” Paşê ji jinikê pirsî got: “Tu çima hatî xuluqandin?” Jinikê bersiva wî da got: “Ji bona ku hedirîya te bi min were loma.” Wê gavê melaîket wan dibînin û ji bo ku îlmê wî bipîvin jê dipirsin: “ Jinik kî ye?” Adem (a.s) dibêje ew Hewwa ye. Jê dipirsin çima te ew nava lê kirî ye?  Dibêje: Lewra ew ji tiştekî candar (zindî) hatiye çêkirin. (Îbn-î Kesîr, Tefsîr’ul Qur’anî’l Ezîm;I -112)
Li gor rîwayeta ku Buxarî neqil kirî ye pêxember (s.a.s) gotî ye: Muamelek qenc bi jinan re bikin. Lewra jin ji hestîyê parsu hatîye çêkirin. (di rîwayetek din de wek hestîyê parsu ye) hestîyê parsu ê herî xwar alîyê jor e. Tu bixwazî wî rast bikî dişkê. Tu wê li ser rewşa wê bihêlî dewamî xwar dimîne, wusane bi jinan re xweş tevbigerin. (Buxarî Enbîya;1)
Hem rîwayetên ku Îbnî Kesîr û hem jî rîwayetên ku Buxarî di Sehîha xwe de neqil kirîye ji alîyê hinek aliman ve hatine rexnekirin.
Ji bo ku Qur’anê di vê xisûsê de malumat nedaye me bi rîwayetên zeîf axaftin ne minasib e. Hinek kesên ku dibêjin: “Dema mara Hz. Adem û Hewayê hat birrîn Cebraîl û hinek melaîketên din li wir bun û ji wan re şahidî kir û piştî ku ji cennetê hatin derxistin nizanim Adem li ku derê dinyayê û Hewwa li ku derê dinyayê hatin daxistin û paşê di piştî gelek salan de li Mekkê hatin cem hev û Adem pîyê xwe li erdê xist û ava zemezemê ji erdê pijiqî û Hewwayê bi vê avê xwe ji heyîza xwe ya ewûl paqij kiribu û di piştî wefata Adem du sal ser re derbas bu wê jî wefat kir û li eynî cîyî hate definkirin, tev peyvên ji ber xwe ve hatine çêkirin in û îtîbar pê nayên kirin.
Di Qur’anê de sedema ji cennetê derxistina Adem û Hewwayê tê zikirkirin.
Qur’an eşkera tîne ziman ku Xwedê Teala ji Adem û Hewwayê re gotibu ji fêkîyên cennetê hûn ji kîjanê dixwazin bixwin lê nêzî vê darê nebin.
“Lê şeytan ew xapandibun û wan ji fêkîyên darê xwaribun. Xwedê Teala jî ew ji cennetê derxistibun. Lê Şeytîn (piyên) wan ji wê derê şemitand. Û ew ji wê rewşa tê de bûn derxistin. Me jî, ji wan re got: “Ji wir dakevin, herin xwarê. Hûnê neyarên hev bin. Wê li ser rûyê erdê ji we re, heta demekê warekî ku hûn tê de bimînin û ni’metek ku hûn pê debara xwe bikin, hebe.” (Beqere;36)
Di hinek rîwayetên mewzû de û hinek muffesîr dibêjin sedema ji cennetê derxistina herduyan Hewwa ye û berê Hewwa ji alîyê şeytan ve hatiye xapandin û Hewwayê jî, Hz. Adem îkna kirîye û ew fêkîyê yasax xwarine.  Ji ayeta ku me li jor nivisandîye jî tê famkirin ku Şeytan Hz. Hewwa bi tenê nexapandîye û Adem û Hewwa bi hev re xapandîye. “Lê şeytan ji bo ku cihê wan ên ewretê ku ji wan re hatibû veşartin, nîşanî wan bide, weswese xistibû nava (dilê) wan û ji wan re gotibû: “Rebbê we ji bo ku hûn nebin du heb melek an jî hûn nebin ji kesên ebedî, ev dar ji we re qedexe kiriye.”(E’Raf;20) Ev ayet ji eşkera dike ku berê Adem hatîye xapandin.  “Lê şeytan weswese dabûyê û jê re gotibû: “ Ya Adem! Ez dara ebedîtiyê û hikumraniya ku qet hinda nabe nîşanî te bidim?” (Ta-Ha;120) Dema em li zahira van ayetan dinêrin Şeytan berê Adem xapandîye û ji wê fêkîya yasax xwarine.
Eger em îtîbarê bi rîwayetên îsrailîyatê bînin emê di nav civakê de îtîbar û mqama jinê piçûk bibînin û pîrekê bikin serê her xerabî û gunehî. Lê em vêya baş dizanin ku tu dîn û îdeolojîyekî bi qasî Îslamê rumet û îtîbar nedayê pîrekê û mewkîya pîrekê bilind nekirî ye.