BEY’ATÊN AQABEYÊ


Peymana ku, pêxember (s.a.s) bi kes ên ji Medînê hatine û bune Misilman re kirî ye. Peyman di sala 621-622’an de li Mekkê mewkîya Aqabeyê pêk hatî ye.
Navê Aqabeyê li herêmê li gelek cîyan hatiye kirin, lê cîyê ku meşûr buye ji Mekkeyê 3 Km dûr di nava mîna û Mekkê de ye. Gava Aqabe tê gotin, cîyê ku hevpeyman lê hatîye kirin, tê famkirin.
Pêxember (s.a.s) ji bo ku ji ber û qebîlan re qala Îslamê bike û wan bike Misilman di dema heccê de di nav qebîleyan de digerîya û ji wan re qala peymana nû dikir. Di van heccan yekê de rastî çend kes ên ji qebîleya Hezrec ku li Yesrîbê dijîn hat. Ew dawetê Îslamê kirin. Sala yazdemîn ya ya nubuweta wî de ji vê qebîlê şeş kesan îcabetî daweta wî kirin û bi dil û yêqîn bi vî dînî pêgirtin.

Lewra bi salan bu ku di nava wan û qebîleya li Yesrîbê ya din de şerê Bûas dewam dikir. Hêvî dikirin ku ev dînê nû di nava wan de aşîtîyê pêk bîne. Soz dan Resulullah ku wê ji qebîleya Ews re jî qala vî dînî bikin û wan jî dawetî Îslamê bikin. Xatir ji Resululla xwestin û wê salek din li eynî cîyê ku hevpeyman çêkirine dîsa werin cem hev.
Li Medînê ji xêynî van herdu qebîle yên Ereb sê qebîle yên  Cihudan jî hebun. Evanan Ereb ên mişrîk ji ber dînê wan û bawerîyên wan ya putperestî ve tim piçûk didîtin. Cihudan li gor Tewrata di destê xwe de û li gor tiştên ji kalikên xwe û alimên xwe bihîstibun digotin: “Wê di nêzîk de li vê herêmê pêxemberek ji nav me derkeve û emê bawerî bi wî bînin û bi piştgirîya wî dawîyê li pûtperestîyê bînin û Ereban ji holê rabikin.
Van gotinên Cihudan di hişê qebîleyên Ews û Hezrecên Yesrîbê de cî girtibu. Dema bi pêxember (s.a.s) re li Aqabeyê hevdîtin pêk anîn bê qirqilîn di pêşîya Cihudan de tevgerîyan û li cem pêxember cîyê xwe girtin. Mislimanên pêşîn ên Yesrîbê bawerî bi Resulullah anîn û wuha gotin:
“Qewmê me di nav rojên pirr zehmet de jîyana xwe derbas dikin. Rewşa me qe ne baş e. Şerên ku bi salan dewam dikin, di nava me de bu sedemê pevçûnên pirr kûr. Em bawer dikin ku wê vî dînê nû me li hev bîne û aşîtîyê di nava me de pêk bîne.” Bi rastî jî Yesrîbiyan dixwestin êdî di nava wan de ew şerê Bûasê xelas bibe. Hezrecî  yên bawerî  bi Hz. Pêxember anîbun evanan e:  “Es’ad b. Zurare, Awf b. Xarîs, Rafî’ b. Malîk, Ukbe b. Amîr, Kutba b. Amîr û Cabîr b. Ebdullah. Ji vanan herdu yên paşîn ji zarokên Necaran bun. (Îbnî Hîşam Sîre II. 70, İbn Sa’d Tabakat. I. 217)
Van Misilmanên Medînê ên ku dil dabun Îslamê vegerîyan warê xwe û ji bo ku vî dînê nû bidin naskirin û merivên xwe jî bînin ser vê bawerîyê bi hemu hêzên xwe xebitîn. Vê gruba piçûk tesîrek mezin li ser xelkê Yesrîbê hişt. Ji Ews û Hezrecîyan gelek kes bi wasita van kesan bun Misilman. Bi teybetî xalanên Hz. Pêxember ên ji zarokên Necaran Esad b. Zurare û Avf b. Xarîs Misilmantîya xwe tu carî veneşartin û bi xîretek mezin mirov dawetî Îslamê kirin. Bi rastî jî, aqîda Îslamê li Yesrîbê bo dawîhatina şerê di nava Ews û Hezrec de bu sebeb. Dawî li dijminantîya nava wan hat û bi rehmeta Xwedê Teala bun birayên hev.
Salek din yanî di sala duwazdemîn ya pêxembertîyê de di wexta heccê de duwazdeh kesên din jî li mewkîya Aqabeyê bi pêxember (s.a.s) re hevdîtinek pêk anîn. Ji vanan şeş kes ên salek berê bubun Misilman bun. Ji vê bey’atê re, bey’ata Aqabeyê ya yekemîn tê gotin. Ji beşdarê vê bey’atê Ubade b. Samît bi vî awayî qala vê hedîsê dike, dibêje:
Me li ser van esasan bey’at bi pêxember anî ku emê di refahê de û tengîyê de, di kêfxweşîyê de û xemgînîyê de destegê bidin wî û di her mijarê deji emrê wî re îteat bikin. Resulullah di ser nefsa xwe re bigrin û çi dibe bila bibe emê ji wî re muxalefetê nekin. Di rêya Xwedê de ji lomeyê tu lomevanan netirsin, tu carî ji Xwedê re şirîka çênekin, dizî û zînayê nekin, zarokên xwe nekujin,  bi derewê ji ber xwe ve hatiye çêkirin derew û buxtanan li kesî nekin û di tu karekî bixêr de ji Resulullah re muxalefetê nekin. Me dîsa li ser tiştê ku Resulullah nîşanê me daye soz da resulullah ku ji me yek di sozê xwe de bisekine ecîr û mukafata wî li ser Xwedê Teala ye û wê nîmetên cennetê jê re were dayîn.  Kî ji bi halê mirovatîyê ji vanan yekê bike û ji ber vêya ve li vê dinyayê cezayê wî bê dayîn, wê ew jê re kefaret be. Kî jî ji vanan yekê bike û tiştê kirî ye Xwedê Teala eşkere neke karê wî li Xwedê maye. Eger Xwedê bixwaze wê wî effu bike û bixwaze wê ceza bide wî. 
Ji duwazdeh kesên ku beşdarê vê bey’ata Aqabeyê ya yekemin bubun şeş kes ên salek berê bawerî ani bun. Şeş kes ên din jî evanan bun: “Mûaz b. Xarîs, Zekvan b. Qays, Ubade b. Samît, Yezîd b. Sa’lebe, Ebbas b. Ubade ve Ebu’l Heysem Malik b. Teyyîhan bun.
Piştî ku Ehlê Medînê ji hecc vegerîyan,  Resulullah ji bo ku İslamê nîşanê wan bide Mus’ab b. Umeyîr jî bi wan re şand. Di demek kurt de Îslam pirr zû li Medînê belav bu. Mus’ab b. Umeyîr Resulullah ji tevgêra medînê haydar kir. Di demek pirr hindik de her malek Medînê bi nûra Îslamê rohnî bu. Êdî Medîne ji dewletek Îslamî re amade bu. Bi bandor û xîreta Mus’ab b. Umeyîr, ji pêşengên Medînê Sa’d b. Mûaz û Useyd b. Hudeyîr bun Misilman. Îslam ji alîyê herkesî ve hate qebulkirin. Di ser vê yekê re ehlê Medînê biryar dan ku wê Resulullah dawetî Medînê bikin.
Di piştî bey’ata Aqabeyê ya yekemîn salek din ehlê Medînê ji bo heccê dîsa hatin Mekkê. Ji wan du pîrek 75Misilman bun. Peywendîya Resulullah ya bi wan re îcar ne ji bo teblîxa Îslamê tenê bu. Di arefeya gelek biryarên girîng de bun. Cîyê hevdîtinê dîsa mewkîya Aqabeyê bu. Wê ev hevdîtin bi dizî bihata kirin û haya kesî jê tuneba. Ber bi nîvê şevê ehlê Medînê pirr bi tedbîr hereket kirin û li cîyê ku biryar dabun, hatin cem hev.
Resulê Ekrem vê carê bi apê xwe Ebbas re hatibu. Ebbas yan bubu Misilman yan jî Misilmantîya xwe vedişart. Lê birazîyê xwe hîmaye dikir. Di civînek awa de hebuna xwe wek wezîfeyek malbatê ku dabun ser milê wî dihesiband. Di civînê de berê Hz. Ebbas dest bi axaftinê kir got:
“Gelî Hezrecîyan! Hûn bi mewkîya Mihemmed (s.a.s) ya di nava me de nizanin. Me ew ji dijminê wî parast û emê biparêzin jî. Ew li vir, di nava malbata xwe de, li cem me di nav îzzet û îkramê de ye. Lê dixwaze bi we re peymanekê çêbike û bi we re tevbigre. Eger hûnê karibin sozê ku we daye wî bînin cî û li dijî ên muxalefetê bi wî re dikin bisekinin û di vê xisûsê de bi hêz û quwet in, ji vîya re gotinek me tune. Lê eger hûn wî teslîmê dijminê wî bikin û piştî ku hat cem we hûnê wî tenê bihêlin, wî tiştî a niha bibêjin û Wî li ser rewşa wî bihêlin. 
Bersiva Mislimanên Medînê bi vî awayî bu:
“Me gotinên we guhdar kir ya Resulê Xwedê, hûn bibêjin! Li ser navê Xwedê, ji bo Xwedê hûn çi dixwazin ji me bistînin. Em amade ne.”
Resulullah Hz. Muhammed ji Qur’anê çend ayet xwend û paşê wuha got: “Ez destê xwe bi şertê ku hûn zarokên xwe û pîrekên xwe çawa diparêzin min jî wusa biparêzin dirêjî we dikim.”
Yê destê xwe berê dirêj kir, Bera’ b. Ma’rur bu. Wî wuha got:
“Me bey’at bi te anî ya Resulullah, em bi navê wî Xwedayê ku tu bi heq şandî sond dixwin ku, em xwe, zarokên xwe û pîrekên xwe çawa diparêzin û disitirînin te jî wusa biparêzin û bisitirînin. Jixwe em ew kesin ku di şer mezin bune. Em hînê zirxê ne.  Ev mîrasa kalanê me ye ku ji me re maye.”
Di piştî Bera’ Ebu Heysem jî soz girt û wuha axivî:
“Ya Resulullah, bi Cihudan re hinek peywendîyên me hene. Emê wan peywendîyan bibirin. Piştî ku me ev tiştanan kir û hûn bi înayeta Xwedê biserbikevin, ma hûnê dev ji me berdin û vegerin herin
cem qewmê xwe?”
Resulullah (s.a.s) kenîya û wuha got:
“Xwîna min xwîna we ye. Hûn ji min in, ez jî ji we me. Hûn bi kî re pevçinin ez li cem we me. Hûn bi kî re aşîtîyê çêbikin, ezê bi wî re aşîtîyê çêbikim.”
Kês ên li wir ên ku van peyvê Resulullah (s.a.s) bihîst, ji bo ku bey’atê pê bînin destê xwe dirêjî wî dikirin, di vê demê de Ebbas b. Ubadederket holê û ji wan re wuha got:
“Gelî Hezrecîyan! Ma hûn zanin, hûn ji bo çi bey’atê bi vî zatî dikin? We bi bey’ata ku bi Wî anî ye, hûn di serî de qebul dikin ku bi ên sor û reş re yano bi ên ereb û ên ne ereb re xwe ji bo şer amadekirin e. Eger dema hûn rastî felaketekê werin û rastî mirina mezinên xwe werin û hûnê wî bi serê xwe tenê bihêlin, a niha dev jê berdin. Wê ev rastir be. Ya na hûnê li dinya û axretê rezîl û riswa bibin. Lê eger hûnê li ser sozê ku didin bisekinin û hindakirina malê xwe û kuştinamezinên  xwe bidin ber çavê xwe vîya bikin. Lewra xêra dinya û axretê di vîya de ye.”
Teva qebul kirin û pirsîn gotin:
Ya Resulê Xweda tu li hemberî vîya çi ji me re wead dikî?
Resulullah got:
“Cennetê ji we re wead dikim.”
Di demek kurt de bey’at temam bu. Teva jî soz dan ku wê di tengî û firehîyê de di her rewşê de îteat bikin û gotinên rast bibêjin. Di rêya Xwedê de ji tu lomeyê lomevanan netirsin.
Di piştî bey’atê de Resulullah ji Hezrecîyan neh û ji Ews jî sê kes bi yekunî duwazdeh naqîp hilbijart. Esad b. Zurare jî bu ser û emîrên hemu kesan. Ji vanan her yek serê qebîleyekê bun. Ev jî dihate wê manê ku duwazdeh qebîleyan Îslamîyet qebul kiribu.
Bey’at di tarîya şevê de li cîyekî xewle û dizî hatibu kirin. Lê di piştî bey’atê de qêrînekê perdeya tarîyê qelaşt.
Gelî Qureyşan! Muhammed û ên bi wî re ji dînê kalikên xwe derketine ji bo ku bi we re şer bikin peyman çêkirin.!...
Lê êdî Misilman ji tu kesî neditirsîyan. Gava ev denga bihîstin, Ebbas b. Ubade wuha got:
“Ya Resulullah ez bi navê wî Xwedayê ku tu bi hek şandî sond dixwim ku eger tu bixwazî, hema bibe sibe emê şûrê xwe ji kalanên wan bikşînin û êrîşê wan bikin. “ Resulullah (s.a.s) jî wuha got:
“Naxêr... Hê destûra şer ji me re nehatîye dayîn. Aniha hûn tev bizivirin cîyên xwe.”