HZ ASİYE

Mêrê wê kafir û ew bi xwe jinek mu’mîne ye. Di Qur’anê de  ji mu’mînan re wek jinek mînak tê nîşandan. Jina fîrewun e. Di dewra Mûsa (a.s) de jîya ye.
Firewun di zilm û tuxyanê de pirr pêş de çubu. Firewun hem doza îlahtîyê dikir û hem jî xwe wek îlahên îlahan didît. “Got: Ez Rebbê we yê herî mezin im.” (Nâziât / 24)
Fîrewun mirovekî rezil û riswa bu lê jina wî Asîye tîmsalê paqijîyê durustîyê, îffet û esaletê bu. Millet ji tirsa mêrê wê bi şev jî di nav nivînê xwe de newêrî bu rehet razê. Lê asîye heya serê sibê bi tirs û xof ji Rebbê xwe re lavayî dikir û hêsrên çavan dirijand û îbadet dikir.
Qralîça Nîlê Asîye li cem Rebbê xwe gihîştibu meqameka wûsa ku Resulê Ekrem (s.a.s) wusa gotî ye:
“Ji jinan ên kamil çar kes in. Jina Fîrewun Asîye, Meryema keça Îmran, Xetîca keça Huweylîd û keça Muhammed Fatima ye.”  (Tefsîra el-Mizan, c. 19, r. 40.)
 Fîrewun xelkê Benî Îsraîl kiribu kole. Dest dida ser jinên zaryên Îsraîl û zarokên wan ên kurîn dikuşte. Piştî Mûsa (a.s) xwedêda, dîya Mûsa wekî ku Xwedê Teala îlhamî dilê wê kiribu, ew xist sindoqekî û berda çemê Nîlê.  Dema sindoqa ku Mûsa têde bu, hat şîpa qesra Fîrewun, ew ji sindoqê derxistin û birin qesrê. Zarokên Asîyeyê çênedibu. Asîyê mêrê xwe yê fîrewun îkna kir û nehişt wî bikuje û dilê wê li ser Mûsa kelîya. Ji mêrê xwe re got:
“ Wî nekujin, dibe ku mezin bibe û kêrê me bê.” Ji bo Musa li dayîkek şîr gerîyan, di encamê de Mûsa bi pêsîra dîya xwe tenê mijîya û pêsîrê jinikên din tev red kir. Bi vî awayî Xwedê Teala Mûsa îadeyî dîya wî kir.
Dema Mûsa mezin bu û wezîfa rîsaletê lê hate barkirin,  berê herkesî wê bawerî bi wî anî. Fîrewun ji bo ku jina wî bi Mûsa bawerî anî bu xwe pirr êşand û îşkenceyên pirr giran li Asîyeyê kir û Asîyeyê di bin van îşkenceyan de îdare nekir û şehîd ket.
Resulullah qala çar jinên ku gîhîştine kemale dike û Asîyê jî ji van çar jinan yekê dihesibîne.  
Xwedê, ji ew ên bawerî anîne re jî, pîreka Firewn kire mîsal. Wê gotibû: “Rebbê min, ji min re li cem xwe di cenetê de xaniyekî çêke. Min ji Firewn û karên wî yên xerab xelas bike û min ji wê civata zalim xelas bike.” (Tehrîm ;11)