Mezinên Qureyşê dema dibu nîvro û kelekela nava rojê dihatin ber dîwarê Kabeyê alîyê ku tav lê naxîne li ber sîyê rudiniştin.
Wê rojê dîsa gelek kes li ber dîwarê kabeyê
runiştibun. Civat gerîyabu û mesele û dakerên berê hatibun vekirin. Jixwe çar
kesên Qureyşî bên cemhev miheqeq qala kalanên xwe û esalet û mêrxasîya wan dikin. Her yek ji wan qala
kok û rîçikên xwe dikin û bi wan fortan didin xwe.
Yekê ji wan xwe li ber axaftinê xweş kir. Çend
kulxîn pêket, belxema qirika xwe paqij kir, li milê xwe yê rastê û çepê mêze
kir û bi çavekî ku ew têjkê teyrê baze û ên li dora wî nêçîrin li ên dora xwe
mêze kir û dest bi axaftinê kir. Her
carê sîngê xwe tije ba dikir û berdida te digot qey xwedîyê erd û esmana ye. Di
bin çavan re li civatê dinêrî û dema didît civatê guh li gotinên wî pîj kirî
ye, hinekî din jî kelecanê pêdigirt,
dengê xwe bilind dikir û li axaftinê sor dibu.
Ji çend peyvan yekê digot; ez ji birayên xwe re bibêjim şûrê kalê min
nizanim çiqasi mezin bu û mertalê wî çar peyayan nikaribu bilind bikira û zirxê
ku li xwe kiribu te li hespê bikira nikaribu di binê wî de bimeşîya û dirêj
dikir, peyv dixemiland û mezin dikir û dikir.
Wusa peznê kalkê xwe dida ku te digol qey ne însane tiştekî wek dêw yan
jî Rustemê Zal e.