Di jîyanê de her tişt meçhûle, lê tişteki qethî tiştekî ku miheqeq wê were serê herkesî heye ew jî: “Mirin e”. Mirin, ne hukumdaran nasdike ne jî qeşmeran. Bi eynî meadî herkesî dadiqultîne. Ne şan û şoretê, ne ciwanî û quretîyê, ne meqam û mewkîyan nasdiike tevan digre û dibe. Mirin her tiştî û her kesî wekhev dike. Zengîn û xizan padîşah û kole wek hev dibe. Herkes bi çend mîtro capun yan jî çiftexas kefenekî tenê bi xwe re dibe. Ew malê ku bi temayî û çikosî, bi zilim û zordarî, civandibu, ew ewladê ku pê hêlan dida xwe, ew meqam û mewkîyên pê difirî teva li pêy xwe dihêle û diçe.
Li gor aqîda
Îslamê mirin tunebun nîne, bîlakîs ji qeyd û zincîrên vê dinya maddî xelasbun,
ber bi dinya ebedî de meş û gavek nû ye. Ji vê dinê çûyîna axretê, wek ji
odeyekê derbasbuneka odeyek din e.