Îsmaîlê te kî ye


Îsmaîlê te kî ye?


Ya jî çi ye?
Ma meqama te ye? Ya jî rûmeta te ye?
Ma şûna te ye? statuya te ye  ? Ya jî meslega te ye?
Ma perê te ye ? Yan rezê te ye? Yan xanîyê te ye? Ya jî  otomobîla te ye?
Ma maşûqê te ye? Yan Malbata te ye?
Ma ruhanîyeta te ye? Yan alimtîya teye? Ya jî kincê te ye?
Ma navê te ye? Yan nav u dengê te ye? Ya jî şuhreta te ye?
Ma canê te ye? Yan ruhê te ye?
Ma xortanîya te ye? Yan xweşikîya te ye?
Ma ez ji ku dizanim?

Keda Destê Mirov



Danê sibê wexta taştiya bu. Ew û zarukên xwe li dor sifrê civîyabun. Di taştêya wan de hinek xurme, şîr û nanê ceyîn hebu. Dilê wî rehet bu, lewra bi keda destê xwe rizqê zarokên xwe derdixist û ne hewceyî tu kesî bun. Xanîyekî ku serê xwe bidin binî, deveyek û çend bizinê wî jî hebu. Dîsa ji sûkê ji xwe re tefşoyek, bivirek, birrek û çend malzemên ku pê debara xwe dikir sitendibu. Şikir ji xwedê re kir û bi şefqet û merhamet li rûyê zarukên xwe û jina xwe meyîzand. Memnuniyeta wan di dilê wî de hizûrek çêkir.

Li Ber Derîyê Îxtîdaran Nebin Parsek

Derîyê îxtîdarê şêrîn e. Wek hinguv e. Mêşan  dikşîne ser  xwe.  Dema imkan û hebun têkeve destê mirovekî,  însanên xwedî menfeat û ên ji berjewendîyên xwe pêvtir tiştekî nafikirin ji ber derîyên van însanan naçin. Ji ber derî bên qewurandin, di rocinê re dikevin hindur. Îzzet û şerefa xwe dixin bin pîyê xwe û bêrûtîyê dikin. Xwedê, Pêxember, Qur’an û Îslam ji bo wan ne ew qîmetên ku ji wan re teslîm bibin û jîyana xwe li gor wan serast bikin, bi tenê derîyê menfaatê, îxtîdara dinyayê, bi vanan mezinbun û dewlemendbunê ye.
Di îxtîdaran de zilum teybetmendîyek herî muhîm e. Lewra çerxa dewletê li ser zilmê dimeşe. Însanên herî adil were bibe serokê dewletê jî, birokrasî û kesên li pêy berjewendîyên xwe dibin buqelamun, ji  bo xerabkirina van însanan dixebitin. Ji bo ku wan ji rêya rast bizivirînin bi hezaran dek û dolaban digerînin. Carna bi navê Xwedê, carna bi navê gel û carna jî, qaşo ji bo berjewendîyên millêtê hîle û planên genî tertîb dikin. Eger nikaribin wan serokên adil, ji rê derbixînin vê carê bi dijminên wan re hevkarîyê çê dikin û bi îtîbara wan dilîzin.

Ez Zimanê Dagirkeran Boykot Dikim

Ev çend sale ku ez bi zimanê Kurdî û Tirkî di hinek malperan û bloga xwe  ya bi navê “Fikri Amedî” de nivîsan, helbestan, pêkenok  û çêrokan dinivisînim û heya ku ji destê min tê hinek nivîsên olî werdigerînim kurdî. Min bi xebat û kedek gelek berfireh û dirêj Meala Qur’ana Kerîm bi zimanê Kurdî amade kir. Min xwe dîye nedîye meraqa min bi kurdî heye û ez ji bo pêşxistina zimanê kurdî dixebitim. Tekoşîna hînkirin û xwendina zimanê dayikê didim.