Tobe û îstîxfar

Însan, bi xuluqandina xwe hem dikare qencîyê û hem dikare neqencîyê bike. Ji ber vê yekê car carna bi zanebun yan jî bi nezanebun gunehan dike. Di vê mijarê de Qur’an wuha dibêje:
Xwedê tu carî şirîkatiya ku jê re bê kirin efû nake. Lê ji van gunehan pê ve kîjanê bixwaze efû dike. Kî ji Xwedê re şirîkan çêbike, ew ketiye nava delaleteke mezin.  (Nîsa, 4/116)
Xwedê Teala di vê ayetê de ferman dike ku ji xêynî şîrkê ger bixwaze her gunehî dikare effu bike. Dîsa di vê xisûsê de Xwedê Teala wuha ferman dike:
 “Gelî ew ên bawerî anîne! Ji Xwedê re bi tobeyeke nesûh (ji dil û yeqîn) tobe bikin. Dibe ku Xwedê Teala xerabiyên we binixume û we têxe cenetên di binî de çem diherikin.(Tehrîm, 66/8)

Di rîwayetekê de “tobeya Nesûh” wûha tê tarîfkirin:
Ji gunehan poşmanî
Edakirina îbadetên ferz
Nekirina dijminantî û zilmê
Bi însanê ku xeyîdîye re lihevhatin
Biryarê bide ku careka din wî gunehi dubare neke. (Binêre: Kenzü'l-ummal, 2/3808)
Eger em van şertanan bînin cî hêvî heye ku wê Xwedê Teala gunehên me effu bike. Lê peywîste ku însan dewamî di nav tirs û hêvîyê de be. Em ne dikarin pişta xwe bi îbadetên xwe ve girêbıdın û peznê xwe bidin û nejî ji ber gnehên xwe ve bêhêvî bibin. 
 Pêxember (a.s) di hedîsek şerîf de wûha dibêje: “Hemu zarokên Adem gunehkar ın. Ji gunehkaran ên bi xêr jî ên tobekar ın.” (Îbn Mâce, Zuhd, 30)
Di hedîsek din de jî wuha dibêje: “Eger we guneh nekiriba, wê Xwedê Teala hûn helaq bikirina û di şuna we de evdên ku guneh dikirin û di pişt gunehên xwe de tobe dikirin bixiluqanda.” (Müslim, Tobe, 9, 10, 11) 
Îslam dînekî fitrî ye. Loma kirina gunehan normal dibîne û rêyên xwe ji gunehan sitirandin û filitandinê nîşanê însan da ye .xwe ji neqencîyan, gunehkarîyê û qebahatan xelaskirin û ji qirêjên manevî paqijkirin tobe ye. Bi tobeyê însan ji guneh û xeletîyên ku kiriye paqij dibe. Di vê mijarê de Resulullah wuha dibêje:
“ Kesê ku ji gunehan bizivire û tobe bike, herwekî qe guneh nekirî ye.” (Îbn Mace, Zuhd 30) 
Xwedê Teala însanan gazî tobê dike û wûha dibêje:
“…Gelî mu’mînan! Tev bi hev re ji Xwedê re tobe bikin. Tê hêvîkirin ku hûn xelas bibin.”(Nûr, 24/31) Di ayetek din de jî wuha ferman dike:
“Bibêje: “Gelî evdên min ên ku ji tixûb derketine! Ji rehmeta Xwedê bêhêvî nebin. Xwedê hemû gunehên we efû dike. Lewra ew Xefûr û Rehîm e. ” (Zûmer, 39/53)
Li gor hinek rîwayetan ji mişrîkan hinek dihatin cem Resulullah û jê re digotin:
“ Eger em bibin Misilman wê gunehê me bê effukirin yan na?”
Resulullah ji wan re digot. “
Eger hûn bibin Misilman wê Xwedê Teala hemû gunehê we effu bike lewra derîyê rehma Xwedê heta dawîyê vekirîye.
Guneh qirêja ruh tobe jî cîla dil e. Di gunehan de israr xerabuna dil e. Ji ber vê yekê Mevlânâ Celâleddin Rûmî di çi rewşê de dibe bila bibe însanan ji mirdava gunehan gazî ronahîya tobê dike û wuha dibêje:
“Were, were, tu çi dibî bibe dîsa wer e! Tu kafir bî, pûtperest bî, Mecûsî bî jî dîsa were! Ev dergaha me dergaha bêhêvîyê nîne. Te sed hezar caran toba xwe xerab kiribe jî dîsa were!
Li gor Îmamê Xezalî dema mirov karekî xerab kir û di pişt wî re famkır ku gunehe, peywîste hema poşman be û bi emelekî baş tesîra wî gunehî paqıj bike.
Di vê xisûsê de Resululah wûha dibêje: “ dema mu’mînek gunehekî dike, li ser dilê wî lokek reş çêdibe. Eger tobe bike, guneh biterikîne û îstîxfar bike ji vê reşîyê xelas dibe. Guneh zêde bibe reşayî jî zêde dibe.” (Îbn Mâce, Zûhd 29) 
Di vê mijarê de çêrokek herî balkêş heye. Bawer dikim ku eger însan vê reçeta di çêrokê de derbas dibe di jîyana xwe de tatbîq bike wê derîyê rehmê lê vebibe û xwe karibe ji gunehan biparêze:

Dibên rojekê Beyazidê Bestamî di ber derîyê tîmarxanê de derbas dibe. Dinêre ku xizmetkarê timarxanê bi mîrkut tiştekî dikut e. Beyazid, ji xizmetkar dipirse:
-Tu çi dikî
Xizmekar bersiva wî dide dibêje:
-Ev der tîmarxane ye, ez ji bo dînan derman çêdikim.
Beyazidê Bestamî;
-Gelo tu ji nexweşîya min ra jî dikarî dermanekî çêbikî?
Xizmetkar:
-Nexweşîya xwe bibêje eger tiştek ji destê min were ezê bikim.
Beyazidê Bestamî;
-Nexweşîya min nexweşîya gunehan e. Ez pirr gunehkarim û gunehan dikim.
Xizmekar;
-Ez ji nexweşîya gunehan tiştekî fam nakim ez ji bo dînan derman çêdikim.
Di pişt caxan de dînek, tiştê ku tê axaftin dibihîs e. Ji Beyazidê Bestamî re dibêje:
-Were dermanê nexweşîya te ez ji te re bibêjim.
Beyazidê Bestamî ber bi dîn ve diçe û dibêje:
-Ka hela bibêje, dermanê derdê min çiye?
Dîn, şîreta vî dermanî lêdike û dibêje:
-Koka tobeyê û pelê îstîxfarê li navhev bixîne. Di hewana dil de bi mîrkutê tewhîdê bikute û di bêjinga însafê de derbas bike. Bi hêsrên çavan bieciqîne û di tenûra evînê de bipijîne...sibeh û êvarê zêde zêde bixwe. Tuyê bibînî ku ji nexweşîya te tiştek nema ye.
Gava Beyazidê Bestamî dermanekî awa rind hîndibe, ji xwe ra wuha dibêje:
-Hey gidî dinyayê hey! Ma ji te re jî gotine dîn û tu anîne vir çi dinyak xerîb e.
Şîreta vî dermanî hê jî li gunehkaran tê kirin. Hukmê vê reçetê hê jî dewam dike. 

Pêxemberên Xwedê û evdên wî yên Salih bi dil û yêqîn dua dikirin, Zûnnûn (Yûnis) jî bi bîr bîne; ew ji qewmê xwe xeyîdî bû û çûbû. Guman dikir ku em ê wî di tengiyê de nehêlin. Di tariya (zikê masî) de ji Rebbê xwe re dua kir û got:
 “Ji te pê ve îlah tune. Ez te tenzîh dikim. Bi rastî ez bûm ji zaliman.”  (Enbîya, 21/87)

Disa Hz. Adem û Hz. Hewwyê di cennetê de ji fêkîya qedexe xwaribun û li hemberî emrê Xwedê hatibun. Piştî ku ji cinnetên hatin derxistin herduyan bi vî awaî ji Rebbê xwe re dua kiribun:
“Ya Rebbî, me zilim li xwe kir. Eger tu mexfîret û rehmê li me nekî, bi rastî em ê bibin ji ziyandaran.( A’raf, 7/23)

Em dibêjin.

Ya Xweda! Em gunehkar in. Pirr carî em ji nîmetên ku te daye me ra şukir nakin. Em ji nîmetên te ra nankorîyê dikin. Em heqqê te yên ku li ser me ye ji bîr dikin. Em mezinahîya te bi dileqkî yêqîn îdraq nakin.
“Rebbê me! Tu gunehê me û îsrafa di karê me da efu bike. (Di rêya xwe da) pîyê me payîdar bike û li hemberî zalim û zordestan û vî qewmê kafir alîkarîya me bike.”
AMÎN