Li Cambazan Binêrin Cambazan

Dema însanekî pir qala tiştekî kir, li her deverê ew anî ziman, ew tişta di devê xwe de kir benişt û cût û di her civatê de kir wesîla minaqeşê, tu bizanbe ku di binê wî însanî de tiştek heye. Yan ew mirov bê qeyd û şert bawerî bi wî tiştî tîne yan wî tiştî îstîsmar dike yan jî di wê meselê de binê wî şile.
Lê piranî em tev şahid bune ku gelek caran ên dixwazin bêrîkên me vala bikin, ên dixwazin hesasîyetên me îstîsmar bikin û ên dixwazin bi awayekî me ji bo emelên xwe yên bi qirêj bikar bînin, tiştekî nîşanî me didin û di binê wî de, tiştekî din dikin.


Berê  li qadan şahî dahatin demezrandin û di wan şahîyan de cambazan hunerên xwe nîşanê xelkê didan. Dema millet bi hunerên cambazan ji xwe derbas dibun, diz û tolazan jî hema keys li kê  bianîya ji bêrîkên wan perê wan didizîn. Piranî jî ên saxik dibun hedefa van cambazan. Dema nikaribuna dizî bikirana diçun li cem van mirovan disekinîn û ji wan re digotin: “Li cambazan binêrin li cambazan” gava wan li cambazan dinêrî û bi hunera wan serxweş dibun, cambazan jî bêrîka wan vala dikir.
Bi piranî ên awa bune cambazên sîyasetê jî, wek cambazan rojevê bi hinek buyerên sunî diguherînin û di bin wê rojeva hatiye guherandin de bi konetî hinek tiştên din dikin û hestên gel ji bo armanc û hedefên xwe yên genî îstîsmar dikin.
Gotineka Almanan heye wuha dibêjin: “Dema rovî dest bi weazan kir, bila çavê we li mirîşkan be”
Lê binêrin hereketên sîyasî ên ku di alîyê demoqrasîyê de binê wan şile, ên tu alaqa wan û demoqrasîyê naçin ber hev û ser hev, ên hem di nava xwe da û hem têkilîyên xwe ên bi gel re demoqrasîyên binpê dikin, dewamî qala demokrasîyê dikin. Demoqrasi di destê van cambazan de ji bo xapandinê hişbereka tam di cî deye. Emerîqa rojhilata navîn bi demoqrasîyê dagir dike, Rusîya ji bona ku demoqrasîyê bîne loma bajarên rojhilata navîn ser û binê hev dike.
Li Efrîka welatekî bi navê Liberîya (Liberty) heye. Mana vî navî “ağa azadîyê” ye.  Dema dewletên emperyal Efrîka dagir kirin û bi mîlyonan kes kirin bende û birin Emerîkayê, ji vî welatî li keştîya bardıkırın û ji war û welatê wan diqetandin dibirin. Di rê de bi hezaran kes dimirin û ên xelas dibun jî di nav şertê neînsanî de li ser karê dewlemendan can didan. Lê cambazan ji xelkê wir re digotin em we ber bi azadîyê de dibin û loma navê vî welatî kiribun Lîberty (Axa azadîyê)

Dîsa ez dinêrim ên kurdîstan dagir kirine wek cambazan bi dora me ketine. Her cara ku em qala azadî û serxwebuna gelê xwe dikin yan jî behsa mafên xwe ên mirovî dikin, em dinêrin hema cambaz dikevin pîyasê. Tu lê dinêrî çep behsa enternasyonalîzmê û biratîya gelan dikin, Îslamîs qala ummetê û biratîya Misilmanan dikin û lîberal jî qala pîsbuna dewletên netewî dikin. Lobîyên qirêj dimeşînin. Demokrasî, mafê nirovan, azadî biratîya gelan, wekhevî, ummet û biratîya Misilmanan ji ser zimanê wan kêm nabe.
Lê ev cambazana dema qala pîsbuna dewleta netewî dikin, tu nerehetîya wan ji Tirkîyê, Îranê, îraqê û Sûrîyeyê tune. Hemu problem Kurdîstane û ji bo ku Kurd dewletek azad ava nekin serî li her pîsî, derew û boxtanan didin. Ji kurdan hinek kesên ku mêjîyê wan hatine şûştin jî, bi ehmaqî û nezanî jî, berdevkîya wan dikin û ji emelên wan ên qirêj re dibin âlet.  

Welhasil divê mirov hişyarbe û neyê lîstika van cambazan. Lewra evan cambazan bi navê demoqrasîyê, wekhevîyê û biratîyê  çav li axa me pîskirine. Dîn, di destê wan de buye wesîla îstîsmarê. Xwedê Teala me li hember van simsaran hişyar dike û wuha dibêje:
“ Gelî însanan! Bêguman weada Xwedê heq e. Wusana bila jîyana dinyayê we nexapîne û Xapînok jî we bi navê Xwedê nexapîne” (Fatir: 5)

Aqubeta a herî bixêr meşa li ser rêya Xwedê Teala ye.