Şîret û Nesîhetên Hekîmê Loqman

Hz. Loqman bi îlîm û hîkmeta xwe tê naskirin. Ji ber vê yekê jê re hatiye gotin Loqmanê Hekîm. Navê Hz. Loqman di Qur’anê da derbas dibe lê pêxembere yan welîye baş pê nayê zanîn.

Di tarîxa îslamê da gotinên wî yê bi hîkmet, wecîzê wî, şîret û nesîhetê wî meşur e.
Esil çavkanîya gotinên Hz. Loqman Qur’an e. Ji ayetên Qur’anê peve di tefsîran de jî bi firehî qala van nesihetan dikin.

ŞİRETÊN Jİ QUR’ANÊ
Loqman li kurê xwe şîret dikire û digot:
“Kurê min!
Tu şirîgan ji Xweda re çê neke. Bi rastî şîrk zulmeka mezin e.”
Me li mirovan şîreta dê û bavê wan kiriye. Lewra dîya wî ew bi gelek zehmet û tengasî (di zikê xwe de) kişande. Di nava du salan de, ji şîr vedibe. Ji min û dê û bavê xwe ra şukir bike. Veger bal bi min ve ye.
Û eger herdu bi te re mucadele kirin ku tu tiştên zanîna te pê nîne ji min ra bi kî şerîk, êdî nede pey wan û di dinyayê de bi wan re bi xweşî û rindî derbas bike û bide pêy wî kesê ku fetiliye ser rêya min. Paşê hunê bal bi min de vegerin. Wêgavê ezê we ji kar û kirinên we haydar bikim.
Kurê min!
Eger (kirina te) bi qasî liba xerdelê be jî û ew di nav zinarekî de yan li esmana be yan di (binê) erdê da be jî Xweda wî tîne. Lewra Xweda letîf e û ji hemu tiştî xeberdare .

Kurê min!

Tu nimêj bike û emrê tiştê baş bike û nehyê tiştê xerab bike. Li ser tiştê ku tê serê te sebir bike. Lewra evanan ji karên ku divê bê kirinê ne.

Tu bi mezinayî rûyê xwe ji mirovan nefetilîne û bi quretî nemeşe. Lewra Xweda, ji ewên bi quretî mezinayî dikin hiz nake.

Tu di rêveçuna xwe da jî, mutedil be û dengê xwe kêm bike. Bi rastî dengê ji hemî dengan nexweştir dengê keran e.

Qey hun nabînin ku Xweda, hemu tiştê li erd û esmanan ji emrê we re amade kiriye û bi eşkera û bi veşartî nîmetê xwe li ser we berfireh kiriye? Ji mirovan hinek kes hene ku; bê zanîn rêberekî wî tune û kitêbeka wî ya rohnîkar jî tuneye bi Xweda re tekoşîn dikin.

Sûreya Loqman: 13-20

ŞÎRETÊN Dİ TEFSÎRAN DE

Şîretên ku di Qur’anê de derbas dibe, di tefsîra eynî sûreyan de bi firehî tê qalkirin. Di tefsîran de hinek şîretên Hz.Loqman bi vî awayî ne.
Kurê min!
Ji bo xwe teqwayê ticaretek pirr bi kar bizanibe. Lewra bi tîcaretek awa meriv jê feydên ebedî dibîne.
Here merasîman
Kurê min!
Here eza û şînan. Ji dawet û şahîyan dur bisekine. Lewra şîn û cenaze mirinê û axretê bi bîra te dixîne. Dawet ji te ber bi dunyayê ve dikşîne û meyla dunyayê dikî.
Di pêy dîk da ranebe.
Di pêy dîk de ranebe. Gava tu di xewa şêrîn û kur da yî, ew dunyayê bi dengê xwe hişyar dike û mirovan ji xewê radike.
Towbeyê texîr neke
Kurê min!
Towbeyê dereng nexîne. Lewra mirin nişkava tê.
Bi cahil û nezanan ra nebe dost
Kur êmin!
Bi nezanan ra heval û dostanîyê neke. Lewra tu bi wî ra dostanîyê bikî, ew dibê qey kirinên wî bi xweşa te diçe û ev wî di gunehkarîyê da teşwîq dike.
Ji Xwedê Teala bitirse.
Kur êmin!
Bi heqqî ji Xweda bitirse. Eger tu bizanibî ku di dilê te da nexweşî heye, ji bo ku merivên din hurmetê bidin te xwe wek kesê bi teqwa nede nîşandin.
Sikut karekî zêrîne.
Kurê min!
Heta niha te ji dengnekirinê qe poşmanî nedît. Lewra peyv zîv be sikut zêr e.
Xwe ji gunehan biparêze.
Kurê min!
Wekî ku xerabî û guneh xwe ji te diparêzin, yano heta tu nekî ew têkilî te nabin, tu ji xwe ji wan biparêze. Lewra xerabî xerabîyê, guneh jî gunehan dikşîne.
Here meclîsa îlmê.
Kurê min!
Di meclîsa aliman da runê. Sohbetê ehlê hîkmetê guhdar bike. Lewra Xweda axa hişk û bejî çawa bi baranê zînde dike, wusa dilên mirî jî, bi gotinên bi hîkmet zînde dike.
Xwe ji derewan biparêze
Kurê min!
Xweda ava rûyê derewînan zuha dike û wî bêheya dike. Diltengî û tengasîya bê ehlaqan qe kêm nabe.
Ji ehmaq û nezanan dur bisekine
Kurê min!
Di cîyekî dur da kişandin û birina keviran, ehmaqan bi gotinekî qayilkirinê hêsantir e.
Tu bi xwe karê xwe bike.
Kurê min!
Cahilan ji xwe ra neke wasita û karê xwe bi wan neke. Eger tu merivekî bi aqil û jîr nebînî tu karê xwe bi xwe bike.
Bi keçên milleta xwe ra bizewuce.
Kurê min!
Bi keçek ku ne ji milleta te ye ra nezewuce. Yana wê di pêşerojê de zarukê te ji tengasîyê nefilitin.
Kurê min!
Wê wextek wusa were ku, rûyê merivê bi sebir jî nekene.
Here meclîsên ku Xweda tê da tê zikirkirin.
Kurê min!
Meclîsa ku tuyê herî, tu bi xwe lê bigere bibîne. Gava tu çuy meclîsên ku Xweda tê de tê zikirkirin hema runê. Eger tu alim bî, wê îlmê te zêde bibe. Eger tu nezan bî, tuyê tiştekî nuh hinbibî. Tuyê ji rehmeta ku li wê derê dibare para xwe bigrî, Neçe meclîsên ku tê da qala Xwedê Teala nabe, tu alim bî jî, nezan bî jî, jê zirarê dibînî. Tuyê ji ezabê îlahîyê ku wê li wê derê bibare nisîbê xwe bistînî.
Kurê min!
Mu’minê xwedî teqwa dawetî sifra xwe bike.
Bi merivê xwedî tecrube ra istîşare bike.
Kurê min!
Di her karê xwe da bi merivê xwedî îlîm û tecrube ra îstîşare bike. Ji wan fikir bistîne.
Ji xwe ra ji teqwayê keştîyekî bistîne.
Kurê min!
Dunya wek behra bêbinî ye. Di wê da gelek kes xeniqîye. Ji ber vê yekê ji xwe ra ji teqwayê keştîyekî bistîne. Bawerîyê lê bar bike. Bi xêlîya (yelkena) tevekkulê bi rê keve. Lêbelê hunê bi vî awayî silametê bibînin û derkevin qeraxê behrê.
Ji cîranê xerab dur bisekine.
Kurê min!
Min gelek barê giran kişand, lê min bi qasî cîranê xerab barekî giran nedît. Min gelek êş û elem tam kir, lê min ji feqîrî û xizanîyê pirtir êş tam nekir.
Ji îlîm nisîbê xwe bistîne.
Kurê min!
Meriv feqîr be jî, bi îlîm û hîkmeta xwe di civata hukumdaran de cîyê xwe digre.
Li hevalê xwe dîqet bike.
Kurê min!
Eger tu dixwazî bi yekê ra dostanîyê deynî, berê wî hêrs bike. Eger gava bi hêrs û kerb be û ji te re bi însaf be, nêzî wî here û hevaltîya wî bike. Eger bê insaf be, jê dur bisekine.
Ji axretê ra hazirîyê bike.
Kurê min!
Cîkî tu hatî dunyayê tu ber bi axretê ve rêwîtîyê dikî. Ji ber vê yekê warê axretê ji te ra ji warê dunyayê nêzîktir e.
Zimanê xwe hînî duâyê bike
Kurê min!
Ji bo ku tu bibêjî: “Xwedayê min, min efu bike,” zimanê xwe bielimîne. Lewra hinek demên wusa hene ku Xweda duâyan venagerîne. Ji kî ra bixwaze qencîyê lê dike.
Ji deyndarîyê dur bisekine
Kurê min!
Ji deyn dur bisekine. Lewra deyn, bi roj te rezîl û riswa dike û bi şev jî te bê xew dihêle û xemgîn dike.
Ji gunehkarîyê ra jêhatî nebe
Kurê min!
Ji Xweda tiştekî wusa bixwaze ku bira ji kar û kirinên gunehan ra taqeta te tunebe û ji Xweda wusa bitirse ku, tu carî ji rehmeta wî bêhêvî nemîne.
Bere silavê bide.
Gava tu çuy civatekî, berê tîra Îslamê bavêje wan, silavê bide wan. Paşê li quncikekî runê û heta ew nepeyîvin, tu jî nepeyîve. Eger bi zikrê Xwedê Teala mijul bibin, tu jî mijul bibe. Lê eger derbasî axaftinek din bibin, ji wê derê durkeve here.
Ji xwe fahm bike
Kurê min!
Eger tu dixwazî li her du dunya jî bextîyar bibî, ji xwe fahm bike. Bixwîne û zana be. Bixebite lewra zana û nezan ne wek hev in.
Tiral nebe
Kurê min!
Tiral nebe, tiralî elametê bextreşîyê ye.
Lez neke
Kurê min!
Lez neke, lezkirin ji karê şeytane.
Rûken be,
Kurê min!
Ehlaqê xwe xweş bike. Ji dost û dijminê xwe ra dev bi ken û rû geş be. Lê xwe bê qedr û qîmet neke.
Bi rêyek navîn bigre.
Kurê min!
Bi rêya ku ji her tiştî bixêrtire, bi rêya navîn bigre.
Di rêda hêdî bimeşe.
Kurê min!
Gava tu di rêda dimeşî, rûyê xwe û çavê xwe, di vi alî û wî alî de nefetilîne ku bira weswes nekeve dilê te.
Di civatê de berê runenê.
Kurê min!
Gava tu di civatekî da bî, eger ew li pê bin tu runenê. Gava runiştin tu jî runê.
Tuyî erdê neke
Kurê min!
Bi rû û simbêla xwe nelêyze. Tilîya xwe nexe pozê xwe. Li ser rêyan tu neke. Bi deng fiş neke. Bi destê xwe mêşan negre.
Hindikî bipeyîve.
Kurê min!
Bi sikûtî û bêdengîyê tevbigere. Hindikî bipeyîve. Peyva pirr, dibe sebebê xeletî û xapandinê.
Gotinê pir dirêj û belav neke.
Kurê min!
Gava tu peyîvî, gotinê pirr dirêj neke. Yana wê zirar bigîhîje şeref û rumeta te. Gava tu dipeyîvî kesî fedîkar neke. Çav û biruyê xwe nebe neyne.
Gotinên xweş û rind guhdar bike. Pirr ecêb û şaş nemîne. Tekrar kirina gotinê nexwaze. Xwe ji gotinên ku mirov pê dikene û meriv dike pêkenokê xelkê biparêze.
Navêje kesî
Kurê min!
Di pêy kesî de nepeyîve.
Pirr israr neke.
Kurê min!
Gava tiştek ji te hate xwestin, eger tu karibî bide. Gava te tiştek ji yekî xwest jî, pirr israr neke.
Li ser dîn munaqeşê nekin
Kurê min!
Meselên ku alaqa wî bi dîn re tunebe û ji yek cewabî zêdetir cewabê wî hebe; li serê munaqeşê nekin.
Xizanî û feqîrîya xwe ji kesîra nebêje.
Kurê min!
Xizanî û acizîya xwe ji tu kesî ra, heta ji malbata xwe ra jî nebêje ku bira qedr û qîmeta te li cem wan nekeve.
Bi xizmekarê xwe ra heneka neke.
Kurê min!
Bi xizmekar û xulamê xwe ra henek û yarîya neke. Lewra henekê bi evanan ra dibe sedemê heqaret û dijminantîyê. Bi wan re xweş mamele bike ku bira ji te hiz bikin û ji te bitirsin. Ji şîddetê dur bisekine.
Kurê min!
Gava tu zarokan û ên bin destê xwe terbîye dikî, ji zor û şîddetê dur bisekine. Gava tu hêrs dibî bi giranî derbas bike. Heta ji te tê li wan nede û çêrî wan neke, yana di çav wan da piçuk dibî û hizkirina te hinda dibe.
Peznê xwe û zarokê xwe nede.
Kurê min!
Bi xort û keçên bê edeb ra heval û hogirîyê neke. Li dunya û axretê dibe sebeba rezîlî û riswatîyê.
Berê bifikire.
Kurê min!
Eger tu û yekê pevçinin, zimanê xwe bigre û gotinek meqbul bibêje. Berê bifikire paşê dest bi peyvê bike. Qedr û qîmeta herkesî muhafize bike.
Qîma xwe bi hindikî bîne.
Kurê min!
Gava yekê tu dawetî tiştekî kirî; qîma xwe bi hindikî bîne. Bi xweşokî peznê wê xwarinê nede û xwarina merivên din xerab neke.
Li mêvandarîyê li çavê xwe xwedî derkeve.
Kurê min!
Gava tu li mala yekê buy mêvan, li çavê xwe dîqet bike. Li her alîyî nenêre. Eger tu bi tiştekî bihesî, li dijî dîn be jî, sirrê wî eyan neke.
Destê xwe bikşîne.
Kurê min!
Destê xwe ji xîyaneta emanetan bikşîne.
Ji kesî re veneke
Kurê min!
Gava te dest bi karekî kir, heta ku tiştek nehate meydanê, ji kesî ra qala karê xwe neke ku tu fedîkar nebî.
Pirr bide.
Kurê min!
Sedeqê pirr bide. Hizkirina mal ji dilê xwe derîne.
Qayil be
Kurê min!
Rast bibije, ji Xweda çi hat pê qayil bibe.

Di xwarinê da ji evanan ra dîqqet bike.
Kurê min!
Berê xwarinê û di pêy xwarinê da destê xwe bişo. Ev hal, xizanîyê diborîne û ronahîya çavan zêde dike.
Xwarina zêde pêtî û xefletê dide dil. Di îbadetê de dibe sedemê zexelîyê.
Di serê xwarinê de bibêje bismîllah, dawîyê da bibêje elhemdulîllah û di navê da jî, li ser nîmetên Xweda bifikre.
Bi destekî nan jêneke. Ev, rewşa merivê qure ye.
Parîyê xwe piçuk bike û baş bicu.
Gava mêvan hatin, xwarinê têxe teyfikê mezin. Ev dibe sebebê bereketê.
Gava tu xwarinê dixwî ji ber xwe bixwe. Ji nava nan û teyfikê nexwe.
Gava parîyê nan yajî xwarinê ji desê de da kete, bigre paqij bike û paşê bixwe.
Ji bo sarkirina xwarina germ, bi devê xwe pif nekê. Heta sar dibe bisekine.
Xwarinê zu bi zu nexwe.
Fêkîyên wek xurme û qeysîyan yek bi yek bixwin. Zo bi zo nexwe û dendikê wan li cîyekî bicivîne.
Di nava xwarinê da pirr avê venexwe. Gava tu avê veduxwî li nava qedehê binêre. Dibe ku tiştek ketibê. Gava avê vedixwî, di sê hilma de vexwe.
Berê herkesî dest dirêjî xwarinê neke.
Li ser xwarinê qala tiştê xweş û rind bike.
Carna di bin çavan ra li hevalê xwe binêre. Nan û xwarinê ber bi wan da bike.
Eger mêvan fedî bike, ji sê cara zêde israr neke. Eger madê te naçe xwarinê, ‘uzir beyan bike.
Li zimanê xwe xwedî derkeve
Kurê min!
Li hizura merivê xwedî îlîm û teqwa û kesê bi mezîyetekê xwe ji te pêşdatire zimanê xwe bigre.
Dostê xwe guhdar bike.
Kurê min!
Şîret û nesîhetên dostê xwe yên ku qencîya te dixwaze bi dil û can guhdar bike.
Rast be.
Kurê min!
Di gotinê xwe da, karê xwe da û çuyîna xwe da, rast be. Eger gotinên te yên rast bibe sebebê heyret û teredutê nebêje çêtir e.
Bêhêvî nebe
Kurê min!
Dilê mirovan xweş bike. Ji rehmeta Xwedê Teala bêhêvî nebe.
Qenc be.
Kurê min!
Bi dizî û eşkera qenc be.
Hebun ji tunebunê, aqil ji serxweşîyê çêtir e.
Heta wexta wî nehatibe tiştekî nexwaze.
Nava xwe bixemilîne
Kurê min!
Nava xwe ji dervayê xwe pirtir bixemilîne heq li nava te, xelk li dervayê te dinêre.
Baş bizanibe ku Xweda li herderê û her demê li cem te hazir û nazir e.
Dev ji tiştê ku wê te li cem Xweda fedîkar bike berde.


FİKRÎ AMEDÎ