Xetîca Keça Huweylîd

Xetîce bîntî Huweylîd ya jî Xetîce'tul Kubra di navbera salên 555 – 619 jîya ye. Jina pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed (a.s) e. Berî ku nebubu Misilman navê wê Tâhire bu.  Dema ku Bi Hz. Muhammed (a.s) re zewûcî 40 (çil) sali bu. Navê bavê wê Huweylîd, navê dîya wê jî Fatima ye. Apê xetîcê Waraqa b. Nefel e.

Dîroka ji dayîkbuna Xetîcê bi rastî nayê zanîn. Lê tê texmînkirin ku di 555’ê sala mîladî de welidî ye. Ji qebîla Qureyşê ye. Berî ku bi Hz. Muhammed re bizewûce  du carên din jî zewûcî bu. Piştî mirina mêrê wê yê duyemîn bi navê xwe tîcaret dikir û ji bo ku li ser navê wê tîcaretê bike zilamek wezîfedar dikir. Zilamên ku li ber destê wê dixebitîn  di nava Mekkeyê û Şamê de Karwanên tîcaretê dibir û dianîn. Ji bona ku bi tîcaretê ve mijul dibu xelkê Mekkeyê jê re digotin Tacîre. Dîsa ji bo ku navê zarokê wê yê yekemîn  Hînd bu kunya wê Ummul hînd bu.
Rojekê karwanek ji bo tîcaretê şande Şamê û Muhammed (a.s) jî, ji vê karwanê re wek serokê karwanê hate tayînkırın. Ucreta ku  ji Qureyşîyan re dahate dayîn du kat zêdetir da Muhammed (a.s).
Xetîcê rojekê di xewna xwe da dît ku hîva li esmana ye hate kete mala wê û paşê ew hîv ketîye paşıla wê. Xetîcê çû ev xewn ji Weraqa Bin Nefel re qal kir. Di ser vê xewnê re Weraqa mizgîna pêxemberê dawîn da Xetîcê û jêre got tuyê bibî jina vî pêxemberî.
Di piştî vegera ji karwanê, bendekên Xetîcê behsa exlak, fezîlet û dirûstîya Muhammed kirin. Xewna  Xetîce hat bîra wê û fam kire ku Muhammed xwedî wesf û fezîletên baş e.
Jixwe Muhammed di nava mekkeyê de bi navê “emîn” dihate naskirin. Di dilê xetîcê de li hemberî Muhammed de hezkirinek çedibe. Xetîce vê daxwaza xwe veşêr nade û bendeya xwe Ji Hz Muhammed re dişîne. Piştî ku Muhammed jî dixwaze bi Xetîcê re bizewuce, Apê Muhammed(a.s) Ebu talib Xetîcê dixwaze û mara wan li ser bîst devê mê tê birîn. Wê demê Xetîce 40 û Muhammed jî 25 salî bu.
Ji Muhammed du kur û çar keçê Xetîcê çêdibe. Mixabin zarokê wan yên kurîn di piçûktî de wefat dikin. Navê Kurê wê Qasim û Evdilla û navê keçê wê jî Zeyneb, Rûkîyye, Ummu Gulsum û Fatima ye.
Xetîce ji bo Muhammed hem jineka pak û delal, hem şêwirmend bu. Di nava Misilmanan de ya ku cara yekem buye Misilman Xetîce ye. Xetîcê tu carî mêrê xwe bi tenê nehiştîye û di tekoşîna wî de bi her awayî jê re piştgirî kirî ye.
Xetîce pîrekek bi fam û feraset, jîr û zana bu. Dema li Hîrayê ji pêxember (a.s) re Cebraîl hat û mizgîna wezîfa pêxembertîyê dayê, ew pirs tirsîya û tayê ew girt. Paşê tiştê ku di serê wî de derbas bubu yek bi yek ji Xetîcê re qal kir. Xetîcê jê re wuha got: “Ya Muhammed tu tim û daîm rast diaxivî, silayê rehîm naterikînî, ji emanetê re îxanet nakî, mêvandarî û dema xelk di tunebun û tengîyê de bin tu diçî hewara wan. Wê Xwedê Teala te tenê nehêle.”
Paşê Xetîce radibe diçe cem kurê apê xwe Weraqa Bin Nefel û tiştê ku di serê Muhammed de derbas buye yek bi yek ji wî re qal dike. Nefel wê demê bubu Xirîstyan. Ji ber vê yekê haya wî ji wehîyê û pêxembertîyê hebu. Piştî ku meselê guhdar dike ji Xetîcê re wuha dibêje: “Ew tiştê ku ji Musa re eyan buye, niha jî ji vî ya re zihûr buye. Xwezî derfet û qudreta min hebuya û dema qewmê wî ew ji nava xwe derdixist min karibîya alîkarîya wî bikira. Di piştî van gotinan demeka kurt Weraqa wefat kir.
Dema Xetîcê di sala 619 ê mîladî de wefat kir, 64 salî bu. Sala ku Xetîcê wefat kirî ye wek sala huzunê (xemgînîyê) hat îlankirin.
Pêxember (a.s) ew tu car ji bîr nekir. Dewamî qala wê û exlaqê wê kir. Pêxember (a.s) di hedîsek şerîf de wuha dibêje:
“Ez bi navê Xwedê sond dixwim ku ji Xetîcê bixêrtir jinek ji min re nehatîye dayîn. Dema însanan ez înkar dikirim wê bawerî bi min anî. Dema însanan ez diderewandim wê ez tesdîq kirim. Dema însanan ez mahrum hiştim ew bi malê xwe li min xwedî derket. Xwedê Teala ji wê zarokên ku ji jinê min ên di re nebubu nisîp ez dam riziqkirin.” (Taberânî, el-Mu’cemu’l-Kebîr, XXIII, 13.)
Piştî ku wefat kiribu jî Resulullah dewamî ew bi pezn û meth yad dikir. Di vê xisûsê de Hz. Aişe wuha dibêje: “ wekî ku ez dilê xwe dibijînim Xetîcê, dilê xwe nabijînim tu jinekê. Rojekê Hz. Pêxember li cem min qala Xetîcê kir û ez bi vê  rewşê pir nerihet bum. Ez li ser wî vegerîyam û min jê re got: “Ew jinek pîr bu. Xwedê Teala niha jinek ji wê baştir û xweşiktir daye te.” Dema Resulullah ev peyîv bihîst pir xemgîn bu û hêrs bu. Min hîs kir ku ji hêrsa mûyê canê wî wek dirikan buye. Paşê wuha got: “Ez bi navê Xwedê sond dixwim ku ev ne bi vî awayî ye. Min jinek ji wê çêtir bo xwe nedît. Di nava jinan de ya ewul bawerî anîbu ew bu. Dema wê bawerî anî xelk tev kafir bu. Wê ez qebul kirim, û teşwîq kirim. Bi mal û hebuna xwe alîkarîya min kir. Ji jinê min ên din zarokê min çênebu, Xwedê Teala ji wê ewlad da min.”

Ebu Xureye wuha rîwayet dike, dibêje: “ Resulê Xwedê wuha got: “fezîleta çar jinan li ser jinên hemu dinyayê re ye. Meryema keça Îmran, Jina Fîravun Asîye, Xetîca Keça Huweylîd û Fatima keça Muhammed e. 

jêrenot. Ev nivîs di Kovara Öze Dönüşê hejmara 5. de hatiye weşandin