Wextekê padîşahek hebu. Bi dewlemendîya xwe, di dinyayê de bi nav û deng bu. Padîşah di ku de biçuya, xezîna xwe jî, bi xwe re dibir. Dema însanan dihate li xezîna wî temaşe dikir pirr pê kêfxeş dibu û bi nêrîn û heyranîya mirovan zêde zêde mesud û bextîyar dibu.
Li
der û dora vî hukumdarî gelek peya û zilamê wî hebun. Di nav wan mirovan de
însanekî zana hebu û yekane dostê wî jî ew bu.
Rojekê
pirsekê ji vî mirovê zana dike dibêje:
“Tu
bi îlmê erd û esmanan mijul dibî. Li se rûyê erdê însanên padîşah jî, şervanên
bi hêz û quwet jî tên bi te dişêwirin û li benda peyvek te ya bi xêr in. Niha
ez fikrê mirovekî wek te meraq dikim. Gelo tu di derheqê hukumdarî û hebuna min
de çi difikirî?”