Nûşîrewan û Kund
Nûşîrewan
hikumdarekî Îranê ye ku bi edaleta xwe meşûr e. Gava nû derkete ser text, li
hemberî xelkê wusa zalim û xeddar bu û wusa li pêy zewk û sefa xwe diket ku
millet êdî ji canê xwe aciz bubu. Dengê yekê derketa hema serê wî jêdikir. Nûşîrewan
rojekî bi maîyeta xwe ra derdiketibu nêçîr ê. Li balê wezîrekî jîr û zana hebu.
Di nêçîrê de ew û wezîr ji qefle qetîyan û çun ser avekî pîya bun. Demekî li
ser avê îstîrhet kirin. Gava li ser hêşînayîyê rudiniştin, du kund hatin cem
wan li ser gulîyekî darê venaştin û xwendin.