Çêrokên Azadîyê 3

Nûşîrewan û Kund
Nûşîrewan hikumdarekî Îranê ye ku bi edaleta xwe meşûr e. Gava nû derkete ser text, li hemberî xelkê wusa zalim û xeddar bu û wusa li pêy zewk û sefa xwe diket ku millet êdî ji canê xwe aciz bubu. Dengê yekê derketa hema serê wî jêdikir. Nûşîrewan rojekî bi maîyeta xwe ra derdiketibu nêçîr ê. Li balê wezîrekî jîr û zana hebu. Di nêçîrê de ew û wezîr ji qefle qetîyan û çun ser avekî pîya bun. Demekî li ser avê îstîrhet kirin. Gava li ser hêşînayîyê rudiniştin, du kund hatin cem wan li ser gulîyekî darê venaştin û xwendin.

Naxmeyên wan kundan pirr bi xweşa Nûşîrewan çu û ji wezîrê xwe ra got:
“Xwezî Meriv bi zimanê van kundan zanibiya û bizanibuya ka çi dibêjin ...Xwedê zane niha ev kundana ji hev re çi dibêjin.” 
Ji wezîr re lê hatibu ku derdê xwe bibêje, got:
 “Padîşahê min! Ez bi zimanê van kundan dizanim. Eger tu musadê bidî min û min efu bikî, ezê tiştê ku ew di nava xwe de diaxivin ji te re bibêjim. 
Nûşîrewan bi ecêb û heyret got:
“ji xezeba min emîn be.”  
wezîr
Padîşahê min! Ez xwe davêjim bextê te û ji te re erz dikim. Ji van kundan yek keça ê din ji kurê xwe ra dixwaze. Ê din jî li gor edet û usûlê dibê ezê keça xwe bidim te lê berdêla qelendê wê ve xirbekî dixwazim. Bavê lawûk ji halê xwe memnune û dibêje: “Dîno ma heta Nûşîrewan hukumdar be; yek xirbekî na ezê deh xirbeyî bidim te. Bitenê tu keça xwe bide kurê min bes e. Padîşahê min! Tiştê ku kund li ser diaxivin ev e.
  Nûşîrewan ji peyama wezîrê xwe memnun dimîne û ji mexsed û mirazê wî fahm dike. Hema ji nêçîrê dizivire qesra xwe û ji wê rojê pêve hal û rewşa xwe diguherîne. Dibe hikumdarekî wusa adil û wusa xelkê xwe diparêze ku gava Nûşîrewan dimre di welatî wî de xirbeyek namîne. Her der mâmur û mureffeh dibe.  
Ji vê çêrokê em dikarin van ders û îbretan bistînin:
1-  Di Erebî de gotineka pir bi wate heye, dibêjin: “El kufru yedum Ez zulmu la yedum” Yano: welatek bi zilmê payîdar namîne lê bi kufrê li pîya dimîne. Dirok jî şahidîyê dike ku hemu welat û lîderên ku zilm kirine yek bi yek ji holê rabune û text û seltanata wan di ser wan de hilkişiya ye. Fîrewun, Nemrut, Ebu Cehîl mînakên ku bi nav û deng e. Di nêzîk wextê de Seddam, Qeddafî ji van zaliman re mînakên herî balkêşe. Di xwîna ku rijandibun da bi rezîlî û şerpezetî xeniqîn û mirin.
2-  Zulim welatan wêran dike. Ji ber zilm û qeyrana ku derdikeve şerê navxweyî diqewume. Ew jî dibe sedema xerabun û tevlihevîyê. Di encamê de welat perçe perçe dibe. Her perçe ji bo ku îxtîdarê bi dest xwe bixîne micadele dike û welat û bajar serûbinê hev dibin, her der weran dibe.
3- Piştî ku asayîş û ewlebun xerab bu, teror, anarşî, tevlihevî û zilim zêde dibe. Emnîyeta bajar û gundan namîne. Ji ber vê yekê xelkê wî welatî bi mecbûrî terka war û welatê xwe dikin û diçin welatên biyanî. Li wan cîyên nû xelk wan nake şûna însanan, erzan dixebitînin, bêehlaqî zêde dibe, namûs evd û eyalên wan dikeve bin pîyan.  Ên ji bo namûs, îzzet û rûmeta xwe serî hildabun, li welatê biyanî nikarin vîya jî biparêzin. Muhacirên Sûrîyê ku li Tirkîyê rastî vê mamelê hatine mînaka herî balkêşe. Mêrên heftê heştê salî, xizanî û feqîrîya van rebena îstîsmar dikin û bi keçê wan ê 14-15 salî re dizewucin û maxdur dikin.
4- Encama zilmê de gel li cîyê ewle digerin. Ji welatê xwe penaber dibin. Îro ji alema Îslamê bi sed hezaran kes ber bi welatên xirîstyan ve direvin. Li wir nayên qebulkirin û bi piranî jî di rê de yan jî di deryayê de dixeniqin. Di sê çar salî de bi deh hezaran kes di derya Sipî de can dan û mirin.  
Xwedê Teala di vê xisûsê de di kitêba xwe de wuha dibêje:
“A ev, ji ber tiştên ku we bi destê xwe kiriye (hatiye serê we). Bêguman Xwedê, ji evdên xwe re ne zilimkar e.” ( Alî Îmran: 182)
“Xwedê ne mexfîretê li kafir û zaliman dike û ne jî wan digihîne rêya rast.” (Nîsa: 168)
“Bi vî awayî rehê civata zalim hate birrîn. Hemd ji bo wî Xwedayê Rebbê alemê ye.” (En’am:45)
“Dîsa bibêje: “Ka ji min re bibêjin; ezabê Xwedê ji nişka ve yan jî eşkere ji we re were, ma qey wê ji civata zalim pê ve hinên din, bêne helaqkirin?” (En’am:47)
“A ev (ezab), ji ber wan tişta ye ku we bi destê xwe kiriye. Ya na Xwedê ji evdên xwe re ne zilimkar e.” (Enfal: 51)
Di piştî vîya de “dawîya duayên me Hemd ji bona Xwedayê Rebbê Alemê ye.