HELBESTÊN LÎRÎK :
Ev helbest heyecanê ku ji dil tê bi zimanekî coşî tîne ziman. Helbestvanê her netewî ên berê berhemên xwe bi saz û tenburê dixwendin. Ji bo ku lîr jî tembureka bi têl e loma ji vî helbestî re, helbestê lîrîk hatiye gotin
Hemu dengbêjê me yên ku berê kilam û sitranê xwe digotin dikevin vê sinifê. Dengbêjê me di van sitranê xwe de qala evînê, fîrqetê, hesret û bîrkirinê dikirin.
Di edebîyata klasîk de şaîrên me jî, gelek berhemên vî curî dane. Ji vana ê herî mezin Feqîyê Teyran e.
Ey Dîlbera gerden zerî,
Way nazika dêm qemerî,
Qamet ji mûma fenerî,
Wêran ezim, malim xirab.
----------------
Tarûmar kir can û cism e
Pisyar in cîran û xizme
Ev xizmet babet tilisme
Ay dilê min ay dilo
2. HELBESTÊN PASTORAL :
Di van şiîran de qala xweşikbuna tebîetê, dehl û daristanê, zozan, çîya, gund û jîyana şivanan û hesreta jîyana wan dike. Peyva pastoral tê maneya şivan û şivantîyê
Ji deng û gemara evan bajaran
Were em herin zozanan dîlber
Ji kîn û kerba evan dilsaran
Were em herin zozanan dîlber
Herin zozanan nav bexçê hêşîn
Li vêra tune bihar û havîn
Quncikê cinnetê ka wer tu bibîn
Were em herin zozanan dîlber
Li bin konê reş vexwin tasek av
Hênikin dil û cîger û hinav
Li pêy terşê xwe herin gav bi gav
Were em herin zozanan dîlber
Çîyayê Sîpanê ra em bibin mêvan
Serê xwe deynin ser tat û latan
Warê xecê ra bibên niştiman
Were em herin zozanan dîlber
Fikrî Amedî
3. HELBESTÊN DÎDAKTÎK:
Helbestên ku Ji bo fikrekî bi yekê bide qebulkirin, yajî di mijarekî de şîretan li yekî yajî derseka ehlakî jê derbixîne loma hatine nivîsandine
Dı siyasetê da dıl, hevalo, dıvê hesın be
Roj tê ku dıjmınê te dost û dostê te dıjmın be
Zeman bêjenga bê eman, çı bıbe çı bıhêle
Ki zane, hêjaya te iro zêr, sıbe rısın be
Kemal Burkay
4. HELBESTÊN EPÎK:
Ev helbestanan mijara wan şer, meranî û mêrxasî û welatparêzî ye. Carnan buyereka dîrokî yajî mirovekî ku ji dîrokê re buye mal bi zimanekî coş tîne îfadekirin.
Bipirs ji gel, ji ciwan û pîr î
Kê li we kir hikarî, dilgîrî
Wê ev be herdem bersiva Kurdan:
Serakê pêşmêr û şêrê Barzan
Lew re diçin ber gora navdayî
Dibêjin şahê me Kurdan tuyî
Bila carek ji nû serî hilda
Dîroka xebata xwe xeber da
Hezar şêrên di wek kak Masûd
Bi hilma navê wî dibin xweşnûd
Bi meh û salan li çiyan mayî
Da Kurd bigihin jîna azayî
Pişta wî Idrîs bavê Nêçîrvan
Iro serbilinde gelê Kurd bi wan
Serî rake, carek, di gorê da
Di şal, şepikên xwe yên kurdî da
Cankurd
5. HELBESTÊN SATİRÎK:
Helbestên ku kêmasîya civak û mirovan hicv dike û wan dide ber keviran e.
Bese fesadiyê neko!
Beko dewa çi li me diko?
Xwedê malê xirab biko.
Beko bû fesadê dunê,
Çi-dxwaze ji me, Mem û Zînê?
Kurro-m evîndarê hev in!
Xwedê çavê te birijîne!
M.Nûreddîn Yekta
Li cîkî sore li cîkî jî zer
Carna dibe hesp carna dibe ker
Wek tava biharê tim diguher
Alem guherand nano tirşikçî
Carna zirnecî carna gewende
Bi dengê defê dibe govende
Bi kêf û sefa xweşî û zînde
Kêf û şahîyê dike tirşikçî
Fikrî Amedî
6. HELBESTÊN DRAMATÎK:
Di civakê de buyerên bi êş û keder, bi kul û xem tîne ziman. Di vê mijarê de helbestvanîya kurdî pirr dewlemend e. Ji bona ku em di nava derd û bîrînan da ne û bindestin di vê mijarê de bê hejmar helbest hatiye nivîsandin.
Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrîş dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şev ta sipîdê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew - rew
Nêrkew nexwenî, çi bêî mêkew ?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Cigerxwîn
AMEDEKAR: FİKRÎ AMED:
http://fikriamedi.blogspot.com/
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder