Gava Qala Amedé Dibe

Gava qala Amedê dibe, beden tê hişê meriv…qala bedenê jî dibe Amed…li Amedê di maneya bedenê de, “kevir û xeyal; pêşeroj û paşeroj ketiye nava hevûdin. Bedena ku wek masîyê mertalê Amed zeft kiri ye, meşa xwe ya dîrokî ya hezar salî li keviran neqişandîye û ev sir di guhê ên bala xwe kişandinê re kiriye piste pist.

Bedenê li ber demê berxweda ye lê bi rastî ji wan rojên berê tu tiştek lê nema ye. Beden û bircên xerab bala meriv dikşîne. Ev bircên li benda selihandinê ne, herwekî dibê: “Ez dîrokim ma hûn min nabihîsin.” Evanan herwekî ne xirbene, di qulên bedenê de çavên dîrokê ne.

Bircên Amedê evîna hezar salî, evîna keviran, evîna hostayên sûret daye wan keviran ji me re dike piste pist. Ew destê sûret daye wan keviran, herwekî li hemberî derva avahîyên bi xof û îhtîşam ava kirine û evîna xwe daye ên hundir yanî Amedê. Bêguman derenca di sûretê dil de hatiye çêkirin ji bo vîya mînakek rind e. Bedena ku xof û tirsê dixe dilê ên derva, evîna xwe dide ên hundir û Ji bo ku em li esmana binêrin navberekî ji me re dihêle.

Gava qala Amedê dibe ev her du sernav beden û derî tê hişê meriv.Her du derîyên ku kela hundir bi Amedê ve girêdide wek senteza modern û kevneşop e. Di van salên dawîn de, ji ber ku xanîyên di binê bedenê hatibun lêkirin, hatine paqijkirin, binê bedenê ji bo gelê Amedê buye warê jîyanê. Ji bo ku her du alîyê bedenê, hatiye hêşinkirin, bedenê û gelê Amedê ji nûh ve de hevûdin dîtin e. Bedena ku bi xanîyên dizî, xweşî û rindiya wî hatibu veşartin bi vê xebatê herwekî ji nûh ve de gelê Amedê hemêz kiri ye.

Ev rewşa nû ya bedena ku Amed hewîrdor zeft kirî ye, wek rewşa dayîka ku zarokê xwe hemêz kirî be ye. Ev rewşa nû herwekî helbestvanê bi nav û deng Ahmed Arîf memnun /şanaz kiribe, li kela Amedê dinêre û mizgîna helbestên nû dide. Derî desturê didin, mêvanê bi basikên bayê. Gava hûn li vî bajarîne, divê hûn guhê xwe baş vebikin û hûn bînin bîra xwe ku li nav bajarekî xebroşekî de ne.

Zanînên di destê me de, qala 22 heb dêrê ku Keldanî, Suryanî, Nasturî, Ermenî û Ruman tê de îbadet dikirin dike. Ji van dêranan hinek yan tev xerab bune yan jî qismekî wan xerab bune. Lê hinek jî hê xizmetê didin civata xwe. Em ji van dêran li dêra Mur Yaqub yajî bi navê ku tê zanîn li dêra Suryanîyê Qedîm Meryam Ana ne.

Ev avahîya ku aîdê Suryanîyên Ortodos e, çend caran şewutîye, xerab buye û pirr caran ji nû ve de hatiye lêkirin. Dêra Meryem Ana heya îro li pê maye û derê xwe ji mêvanê xwe re vedike û me keremî dîrokek kevn dike. Ronahîya di pacan de diçirûsike, herwekî gelek dîn û nîjad û medenîyetên /şaristanên dewra berê bi bîra me dixîne û şewlê dide rojên berê.

Hostayên keviran ku bi kevirên reş hemu hunerîya xwe li ser dêra Meryem Ana nîşan dane, herwekî dîroka wî ya reş ji me re dike piste pist. Di dêrê de çar hewş hene. Li gorî karektera dêrên Suryanîyan, ji peyayê dûr, sade û waqûr li pê dimîne. Di vê dêrê de kevir bi kul û keder li meriv dinêre. Tîrêjên rengavîtî,li nava odê belav dibe...

Herwekî kutekê derîyê dêrê demeke dirêje qe lêneketî ye. Di hundir de tu îşaretek jîyanê xuya nake. Herwekî derî li ser piştê vekirî hatiye jibîrkirin û her kes derketîye çuye. Barûya zengilê dêrê bi hêwete lê bêdeng e. Îşev mêvanê Dêra Meryem Ana heye. Gava li mizgefta ku nêzî dêre ye banga êvarê bang dike, ji dêrê bi zimanê Suryanî dengê dua û îlahîyan bilind dibe.

Sûka /çarşîya şewutî, wek berê îro jî ev cî bi sûkanî tê karanîn, ji bo Amedê nîşanek pirr xweş e. Ji bona ku berê çend caran şewutî bu, loma navê wê bi Sûka Şewutî derbasî qeydan buye. Teybetî gundîyên der û dorê tên vir û herwekî qe kedera demê ne jîya ye. Sûka Şewutî bi kilîman, kincên lixwekirinê, destmalên reng bi reng û firaqên malê li Amedê dema şuxlê bi bîra meriv dixîne. Sûka şewutî, sûka kesê sûret daye sifir, pembû û Dîrokê...

Keçên ciwan bi evîna dilê xwe kilîman çêdikin. Her kilîma ku keda desta û nûra çavane di dilê ên çêdikin de wek agirê dilan reng bi reng e. Herwekî ya tê çêkirin, ne kilîme dil e. Wek evîna veşartî, di her kêlê de evîna xwe di van kilîman de eşkera dikin. Ev keçên cuwan evîna xwe ya ku nikarin bînin ziman, li ser kilîman dinexşînin.

Medreseyên ku hewşa wî vekirî, bi eywan û dîroka lêkirina wî tê zanin cara pêşin

li bajarê şaristanîyê Amedê hatiye çêkirin. Di nav bedenê de ji gelek medreseyên bi keviran hatiye çêkiri yek jî Medresa Mesudîye ye. Medresa Mesudîye li Bakurê mizgefta Mezin dikeve û sala 1198 de ji alîyê Melîkê Artukîyan Mesud Kutbeddîn Ebu Muzaffer Sokman ve hatiye çêkirin.

Medresa Mesudîye, bi terzê lêkirinê, neqişkirinê û kîtaba xwe di warê hunerê de pirr berhemek bi buha ye. Di hewşa Medresê de li bal mîhrabê du stunê ku bi hostatî hatiye bicîkirin, li dora xwe digerin ku evanan hê jî digerin,ji bo tesbîtkirina hilweşandinekî ya jî terişandinê li wir hatine danîn. Ev avahî li gorî dewra xwe statîkek nûwaze ye.

Medresa Mesudîye, Wek durrê di nav kevirê reş da dibiriqe, bi nexşê wê yê ku heryekî wî şahesere bala meriv dikşîne û ji me re dibêje: “Demekî navenda perwerdî û çandê bum” û me ber bi oxira xêrê de dike.

Em li Koşka Seman, yajî bi navê ku tê zanîn Koşka Gazî nin. Ev avahî li derveyî bedenê ye. Dîroka lêkirina wê tam nayê zanîn jî,ji avahîyên dewra Artukîyan tê hesibandin. Koşka Seman Di nav meydanek şîn da ye. Ji bo ku Atatürk di geşt û gera xwe de li vir îkamet kiriye paşê ev nav girtî ye.



FİKRÎ AMEDÎhttp:/

http://fikriamedi.blogspot.com/