Şîn û Tazîyên Kurdan

İnsan roj bi roj ber bi mirinê ve diçe. Her hilma ku em digrin û her gavên ku em davêjin me nêzîkê mirinê dike. Ev heqîqet e. Ji vê heqîqetê rev ne mumkun e.
Xwedê Teala di kitêba xwe de wuha qala vê heqîqetê dike:
“Her nefs wê mirinê tam bike. Em we bi başî û nebaşiyê îmtîhan dikin. Hûnê bal bi me de bêne vegerendin.” (Enbîya; 35)
Ji mirinê rev ne mimkune. Pêxemberên xwedê, însanên Salih, teva ev tişt tam kirin:
“Me di berî te de, tu merivek nekiriye nemir. Gelo qey tu bimrî wê ew baqî bimînin?” (Enbîya; 34)



Agirê mirinê bi mala herkesî dikeve, ocaxên herkesî divemirîne, jinê wan bî, zarokên wan sêwî dihêle.Dê û bav destê wan di paşila wan de bêçare dihêle. Agir berdide kezeba meriv. Lê em tiştekî zanin ku ên herin şunda venagerin.  Ne malê wî, ne ewladê wî ne jî nav û dengê ku li dinyayê hiştibu tu feydeyê nadê.
Ebû Hureyre wuha rîwayet dike: Pêxember (a.s) wuha gotîye:
“ Dema ku însan dimire hemu emelên wî tên birîn. Lê sê tişt mustesna; evanan sedeqeyî carîye, îlmê ku jê feyde tê dîtin û ewladê wî yê mumîn ku jê re dua dike. “(Muslîm, wasıyye 14; Tirmizî, ahkam 36; Meşâî, wesaya 8; Ahmed b. Henbel 11-372; Darimî, mukaddîme 46, Ebu Dawud, wasiyet)
Mirin paqijîye. Gelo eger mirin tunebuya wê rewşa vê dinyayê çawa buya? Wê awqas kal û pîr çawa bihatana xwedîkirin? Eger mirov fam bike, mirovê bibîne ku mirin ji bo meriv xelasîyeke mezin e. Gava kal û pîrek dikeve ber destan û êş û nexweşî bi canî wî dikeve, ew hem ji bo xwe û hem jî, ji bo malbata xwe dibe barekî giran. Xwedê Teala kesî neke ber dest û pîyan.
Li Kurdîstanê di piştî mirinê xwedîyê mirî cenaze ji nexweşxanê digrin û dibin di mizgeftê de dişon û nimêja cenazê di ser de dikin. Li Amedê aniha hemu xizmet ji alîyê şaredarîyê ve tê kirin. Kefen, şuştin, nimêj, mezil, pîrket, û definkirin tev aidê şaredarîyê ye. Şaredarîya Amedê di vê xisûsê de xizmetek baş pêk tîne. Berê li gundan tê bîra min bi piranî nimêja cenazê li ber mezila dihate kirin lê li bajaran di mizgeftan de tê kirin. Gava li gunda merivek dimir hema hemu gundî li hev dicivîyan û alîkarîya mala mirî dikirin. Hinekan matora xwe derdixistin û xort li matorê suwar dibun û diçun ji çîyê kevir û seal (tat û kevirên pean)    dianîn. Hinekan ji tevr û bêrê xwe digirtin û diçun mezil vedidan. Piştî ku meyt dihate û nimêj di ser de dihate kirin; cenaze defin dikirin û melê telqîn dixwend û piştî fatîhê re gundî tev bihev diketin û dihatin ber derê mala mirî. Li ber derî gundîya sersaxîyên xwe pêşkêşî malbata mirî dikirin.
Rûsipîyê malbatê mele xewle dikirin û li ser xitmên Qur’anê û îsqata mirî pê re xeber didan. Bi piranî melan ji mirîyan re xitim dixwendin û pereyekî zêde jî, ji malbatê dixwestin. Îsqata ku ji bo xêr û xêratî wî dihate dayîn jî, bi piranî mela ji xwe re û çend heb feqîrê gund re digirt e. Hinek mellan ev urf edet dieciband û digot di dîn de tiştekî awa tuneye jî, bi piranî mela ev ûsul dewam dikirin ku vêye hêjî di nav milletê de heye.
Gava hinek diçun mezela hinekan jî hazirîya cîyê şînê dikirin. Eger dinya xweşbuya yanî havîn buya li ser xanî yajî di pêş mala mirî li cîyekî fireh holikek mezin çêdikirin û serê holikê bi çend barê çilo dinuxwamtin. Eger gund di deştê de buya şuna çilo de pûş yajî kamır (zil) dianîn û serê holikê dinuxwamtin.  Eger mewsîm zivistan buya oda herî mezin hazir dikirin. Eger semawer hebuya semawer tedarik dikirin û eger semawer nedîtina jî, di beroşên mezin de dewamî av germ dikirin û av li ber çaydanan zêde dikirin.
Berê li gunda tazîye carna ji hefteyekê zêde berxwe dida. Malîyên mirî derdê xwe ji bîr dikirin û diketin tatula mêvanê xwe. Lewra ên dihatin gund tev bi nan û dan bun. Rojê sê caran nan û danê mêvanan dihate hazirkirin. Çaya wan jî her dem dihate kelandin. Heta berê li gundê me gundîya di şînê xwe de cixare jî belav dikirin. Li ser sênîyan tije cixare dikirin û mêvanê dihatin ji van cixarena dikişandin. Carna di odeyan de meriv ji dumana cixarê nikaribu hilma xwe bigirta. Ên tew cixare nedikişandin jî, gava cixara belaş didîtin hema dest bi kişandina cixarê dikirin. Lê di van salê dawîn de êdî kes cixarê belav nake.
Merivên mirî û cîranên der û dora wan di wexta xwarinê de xwarin hazir dikirin û ji mêvanan re dianîn. Ya jî kesê ku şev li wir diman dibirin malê xwe û barê li ser malbata mirî sivik dikirin.
Paşê ji gundên der û dora wan û ji bajaran ên mirî nas dikirin dihatin tazîyê. Di tazîyê de mele dewamî rudinişt û weaz û nesîhet li xelkê dikir. Sohbet pirr li ser mirinê bu. Her kesî qala betalbuna dinyayê û malê dinyayê dikir lê ev tesîr ji piştî çend rojan derbas dibu û dîsa her kes bi teşqela dinyayê ve mijul dibu.
Di van tazîyana de çi nedihatin axaftin ku; ji sîyasetê heta ekonomîyê, ji partîyan heta şerê di nava dewletan de her tişt dihate axaftin. Her gundîyek dibu fîlozofek. Jixwe ji wan zanatir, ji wan xweştir ên ku analîzên sîyasî bikira tune bu. Carna di odê de şîn û tazîye ji bir dikirin û bi hev re diketin analîzên kûr. Îcar kesê kes guhdar nedikir carna dengê xwe jî li hev bilind dikirin û li hev hêrs jî dibun. Lê gava seydayekî dest bi axaftinê bikira tev hiş dibun û deng ji kesî dernediket. Seyda zana buya nezan buya ferq nedikir. Seyda dest bi xwendina çend ayetên  Qur’anê dikir û hêdî hêdî ji wan re ev ayetanan bi mane dikirin. Gundîyan bêdeng seyda guhdar dikirin. Lê seyda carna her analîzên wusa dikir ku qe alaqe bi wan tişta tunebu. Lê gundîyan digotin her tişt di kitêbê de tê nivîsandin û seyda bi îlmê ledûnî xeber dide. Çi bibêje rast e. Jixwe xelet buya jî, mirov nikaribu îtîraz bikira. Lewra me kitêbê kemal û latînî de tehsîla xwe xwendibu. Kesî bawerî bi îlmê me nedianî. Me tiştê rast jî bigota betal bu lewra li ber  ilmê seyda tu maneyek ilmê me tune bu. Me carna bi naşîtî digot, di dîn de xitim, dewra salê, îsqat û bi pera Qur’an xwendin tune lê kî bi me bawer dike. Seyda digot kî dibêje? Me digot Seyîd Kutub, Mewdudî, Elî Şerîatî, Seîd Hewwa dibêje,lê seyda û ên dora wî ji ber ku navê wan nebihîstibun û haya wan ji wan tunebu tinazê xwe bi me dikirin û digotin evanan kî ne, di kîjan zemanî de jîyane, ma çima navê vanan di nav selefê Salihîn de tuneye? Ji ber ku seydayên me kitêbên nûjen nedixwendin û haya pirr kesan ji van kesan û tevgêrên Îslamî tunebu nezanî û cahilîya xwe bi êrîşî û demogojî derbas dikirin. Carna jî digotin; ew Şîine ji mezheba pêncanin yajî wehabîne ji rê derketine.
Piştî ku li gundan tazîye xelas dibu, roja dawîn mewlud dihate xwendin û gazî hemu gundî û mêvanan dikirin û  mewluda wî didan û xwarin didan gundîyan. Di piştî heftê wî biqedîya jî, dîsa diçun ser mezila û nan û helaw belav dikirin. Ji bo zarokan jî piskiwît û şekir belav dikirin. Hinek kesan jî xuwê belav dikirin.
Li bajaran ev urf û edetanan hinek guherîne û hinek jî hê dewam dikin. Êdî wek berî tazîye di malan de çê nabe. Mêr di cîyê tazîyê de û pîrek jî di mala mirî de dicivin. Di van salê dawîn de li Amedê hema hema her gundekî ji xwe re cîyê şînê vekirîye. Xelkê wê û der û dorê wan hewceyên cîyê şînê di nav xwe de tedarik dikin. Ev cîyanan modernin û bi klîma ne. Di cîyê şînê de sarînc, mîkrofon, tup heye. Çar alîyên şîngahê bi kursîyan hatiye rêzkirin. Û ji bo mela û ên weaz û sohbetê didin mase û mîkrofan hatiye amadekirin. Kî were hundir fatîhe tê xwendin û gava radibin jî, dîsa fatîhe tê xwendin.
Bi piranî li vir  çay û cola ji mêvanan re tê pêşkêşkirin. Nanê nîvro û êvarê jî, ji derve tê xwestin û kî li wir hazir be nanê xwe dixwe. Merivê mirî li hev dicivin û ji bo alîkarîya malbata wî pere di nav xwe de bêj dikin. Hemu mesrefên şînê ji vî pereyî tê tedarîkkirin.
Li bajaran tazîye sê roj e. Di piştî sê rojan de yek were diçe mala mirî û sersaxîya xwe pêşkêşî wan dikin.
Di van tazîyan de tiştê ku bala min kişand jî ev e: Zimanê sohbetê, sersaxîyê û axaftinê kurdî ye. Pirr kesê ku di mala xwe de bi zarokê xwe re bi Tirkî jî diaxive, li cîyê tazîyê bi kurdî diaxive. Mele û seyda hemu weaz û sohbetê xwe bi kurdî dikin û her kes bi hev re bi kurdî  diaxivin. Lê hinek zarokên ku nû radibun bi tirkî diaxivin.
Van salên dawî partî û hereketan Kurdan malên şînê kirine cîyên propagandayê. Ji melan heyet avakirine û şîn bi şîn digerin û propaganda dikin. Meselê sîyasî diaxivin. Xelk ji van tiştan pir acize. Heta cend caran xwedîyê şînê li van melan hêrs bune û gotine van ciyana ne cîyê sîyasetê ye.
Dîsa di van salên dawîn de çepê Kurdan li hinek cîyan mêr û jin tevhev diçin tazîyan. Ji xelkê re ev tişt pir ecêp tê. Xelk tinazên xwe bi wan dikin û nerehetîya xwe tînin ziman.
Di nav kurdan de hê jî, edet û ûsûlên xweş, germî, mervatî, alîkarî û comerdî heye. Hinek urf û edetên me yên xweş hene û divê em li vanan xwedî derkevin....