Eybe, Şerme, Fedî ye..

Ez li hinek însanan dinêrim serê sibê heya êvarê di nav karê xelkê de ne. Li ser qompîtura xwe rudinên, çaya xwe ya germ vedixwin û li ser paldanên xwe yên nerm karê ku ne karê wane tînin rojevê.

Wek mirovên ku psîkolojîya wan xerab buye, bawer dikin ku bi hemu tiştê rast û dirûst ew dizanin, her yek xwe di navenda dinyayê de dibînin, pozê wan bilind û mû ji bivîla wan nayê kişandin. Li gorî wan analîzên herî grîng û şîroveyên pir bi wate karê wan e. Li gor qenaeta wan Ew difikirin û xelk jî dikin. Lê mixabin nakokîya herî mezin jî ewe ku haya tu kesi ji wan tune û xwe bi xwe dibin zava û bûk.

Piştî ku ev sosyal medya derket, nexweşî bêtir zêde bu. Dirûtî bu karê van mirovên awa. Wesfê ku di wan de tune, tiştê ku nikarin bibêjin û bikin pir bi hêsan di sosyal medyayê de tînin ziman.
Her yek xwe, wek Rustemê Zal dibîne, fedî nekin wê zimanê xwe dirêjî ‘Elîyê xwedan Zulfîqar jî bikin. Li ser bûyerên li Kurdîstanê diqewumin, her gotinên wûsa ji xwe mezintir dikin ku ên wan nasnekin wê bibêjin qey li vê dinyayê çi kiramatên wan heye. Lê Kurdîstan tev bişewute jî reheta xwe xerab nakin û li qad û meydanan tu wî nabînî.  
Tu kêrê bidî ser stûyê wan, nikarî quruşek pere ji bêrîka wan derbixînî lê ew xwe di sosyal medyayê de wek Xatemê Taî didin nîşandan. Zimanên xwe yê tûj dirêjî însanên ku ji bo xizan û rebenan dixebitin dikin.
Tû lê dinêrî di wextê de di nava hinek cemaetan de cî girtine, heta di wextê de li wê derê rolên çalak jî lîstine. Lê gava dostê wan rastî bela û mûsîbetekê hatine, her wekî ku qe nasnakirine ji van dost û hevalên xwe qetya ne. Wekî cin ji hesin ditirsin, ji van dostên xwe dûr dikevin. Lewra dizanin ku eger li cem wan bisekinin wê nanê wan, meqam û mewkîyên wan bikeve metirsîyê.
Dibe carna însan nefsa xwe mezin bike û xwedî enanîyet be jî. Xwedê Teala dema însan çêkirîye mixabin bi van wesfa çêkirîye. Lê Xwedê Teala pir carî jî însan hişyar dike, bala wî dikşîne ser wan nexweşîyan. Lewra ji her tiştê ku însan dike û dibêje mesûl e. Xwedê Teala miheqeq hesabî wî ji mirov dipirse.
Xwedê Teala di kitêba xwe de wuha dibêje:
“Gelî ewên bawerî anîne! Tiştê ku hûn nikarin bikin, çima dibêjin?” (SAFF-2 )
Em werin ser mesela xwe û van hevalan:
wekî ku tê zanîn ev nêzîkî pênc sala ye ku platfrma Xwenasî hatiye avakirin. Ên ev platform avakirine, ji wan hinek kes berê di nav cematekê de bun. Lê piştî hinek bela û mûsîbet ev cemaet demek dirêj di agirê xwe de şewutî, deng ji endamên wan derneket. Hinek ji wan ketin hefsê, hinek mirin û hinekan jî bi mejburî terka war û welatê xwe kir. Rastî operasyonên qirêj hatin.
Gelek kesên ku berê di nav vê cematê de cî girtibun, bi bêwefatî terka hevalên xwe kir. Li şehîd û maxdurên wan xwedî derneket. Mala xwe ji penaberan re venekir û parîyê nanê xwe bi wan re parve nekir. Li hefsîyên xwe xwedî derneketin, destê xwe dirêjî wan nekirin û destê xwe di serê zarokê wan de negirtin û hêsrê çavê wan paqij nekirin.
Ev tişt ne normal be jî, dîsa jî ez vîya normal dibînim. Lewra însanên ku ji bo Xwedê nankor be, ma ji însanan re bêwfa be pir e.  Lewra însan diguhere, fikrê ku berê diparast dibe ku îro neparêze. Metirsîyên wî çêdibe, tiştê ku hinda dike çêdibe, carnan înkar jî dike. Ji ber vê yekê, ez van însanan ne tohmetbaran dikim û nejî lome û gazinan ji wan dikim.
Lê tu rabî însanên ku bi vî karî bawer kirine û serê xwe danîne ser vê dozê rexne bikî, bi tiştên derew wan di bin tohmetê de bihêlî wê demê rewş diguhere. Wê gavê em jî dikarin di derheqê wî zimanê we yê tûj de çend gotinan bibêjin.
Gotinek mezinên kurdan heye ku pir bi wate ye, dibêjin: “Kera barê te ne lêbe, çima tu li pêy dikî ço ço.”
Li gor qenaeta min di derheqê van însanan de ev pêkenoka Xoce Nisreddîn gelekî balkêş e:
Dibêjin rojekê Xoce Nisreddîn ber bi mala xwe ve dimeşe diçe. Hevalekî wî di pêy wî de bangî xoce dike, dibêje:
Xoce, Xoce ma te Beroşek tije helaw nedît?
Xoce qe rewşa xwe xerab nake û wuha bersiva wî dide, dibêje:
Ma ji min ra çi
Vê carê hevalê wî dibêje:
Xoce ew beroşa helawê ber bi mala we ve diçu.
Xoce vêcarê dibêje:
Wê gavê ji te re çı.
Birayên! Min eger bera jî hûn pir berketîyên cemaeta xwe bun, heya îro hûn li ku bun. Dema hevalê we di tunebunê de, bêkesîyê de digevizîn çima dengê we dernediket?
Dema hevalê we di hefsan de dirizîya çima we destê xwe dirêjî wan nedikir?
Dema malbatê hevalên we hewceyê serîk pîvaz bun çima we parîyê xwe bi wan re parve nekir?
Dema jinên wan hevalê we di bin barê jîyanê de xilûz dibun hûn li ku bun?
We ew emanetê kê kiribun, ma we rojekê hal û xatirê wan pirs kir?
Ma we hêsrê zarokên wan paqij kir?
Em dizanin ku îstîsna hebe jî,we ev nekir, we li karê xwe mêze kir, hûn ji bo meqam û mewkîyên xwe xebitîn.
Ji we gelek mezin jî bu, serê hinekan gihîşt esmanan jî, lê ji me re çi….
Lê tiştê ez fam nakim çima hûn di cîyê xwe de nasekinin.
Van însanana çi dikin yan jî nakin ji we re çi, çi agir li ser serê we şewutî ye?
Ev dijminantî ji bo çi ye?
Çima Hûn bi zimanê xwe yê tûj û bi gotinên wan kesên ku neyarên wane dipeyîvin?
Ez dîsa dibêjim eger bera jî hûn dostê van însananın werin destî xwe dirêjî wan bikin û ew xeletîyê ku hûn dibêjin bi hev re serrast bikin, na hûn dibêjin em di navê cî nagirin çima hûn awa dişewutin?
Ma hûn ji Xwedê natirsin qey hûn ji Xwedê jî fedî nakin?
Eybe, şerme fedî ye……..