Aqubeta Malê Dinyayê


Dibên li welatekî mirovekî çavbirçî ku çavê wî ji malê dinyayê têr nedibu dijiya. Roj bi roj malê wî zêde dibu lê qe çavê wî têr nedibu. Hed û hesabê mal û mulkê wî, qesr û qonaxên wî û xulam û xizmekarê wî tunebu.
Rojekê cîranekî wî dimre. Hê axa wî sar nebuye û tazîya wî ranebuye, destpêdike hemu ax û mal û mulkê vî cîranê xwe ji zarokên wî dikire. Lê çavê wî dîsa têr nabe. Malê wî çiqas zêde dibe, bêtir dixwaze.
Rojekê rojnameyekê dixwîne. Di rojnameyê de wuha dinivisîne:
“Kî 100 dolarî bide, heta ku kare bimeşe, ew ax yê wî ye.”

Çavê wî hema vedibe. Vê xeberê çend carên din jî dixwîne, bi çavê xwe bawer nake radibe diçe xwedîyê îlanê dibîne û jê re dibêje:
Ew îlana ku we dabu rojnamê raste ne wusa?”
Zilam dibêje:
“Belê rast e.”
Dîsa jê dipirse:
“Aniha ez, 100 Dolarî bidim te, wê ew axa ku ez karim heta lê bimeşim yê min be?
Zilam bersiva wî dide û jê re dibê je:
“Belê yê te ye. Lê şertekî min heye. Pêwîste tu serê sibê dest bi meşê bikî û heta roj neçuye ava werî vir. Eger piştî ku roj here ava tu werî vir, tuyê qewlê xwe hinda bikî.
Dibêje temam.
Sibetînê serê sibê zû tê cîyê ku xwedîyê erd nîşanê wî dabu û dest bi meşê dike. Carna direve, carna hêdî diçe gelekî dimeşe. Bi saetan ji deşt û dolan, dehil û daristanan derbas dibe. Bi kêfxweşî li tevan dinêre û hilma wî bêtir derdikeve.
Dibê vira ji min re, vira, ji keç û kurê min re, vira ji nevîyê min re û tevî di hişê xwe de parve dike. Li rojê dinêre, dixwaze pêş de here lê şertê xwedîyê erd dikeve bîra wî darekî li wê derê dukute û ji nişkave şunde vedigere. Lewra roj ber bi avabunê ye.
Wext pirr teng e. roj li ber avabunê ye. Destpê dike direve. Qasekê direve dibetile cîgerê wî hindik maye ku biteqe. Helk helka wîye û zimanê wî bihustekî derdikeve derve. Êdî nikare gavekî bavêje.
Nîhayet roj di pişt çîyê de hindik maye here ava. Bi hewleka dawîn bazdide û tê devûrû li ber xwedîyê erd dikeve erdê. Xwîn ji devê wî tê.
Xwedîyê erd wî diqelibîne, dibe û tîne lê valaye, lewra zilam mirî ye.
Xwedîyê erd li aso dinêre û ji alîkarê xwe re wuha dibêje:
“Ji însan re, bi qasî cîyê ku radizê erd, besî wî ye.”Ne pêwîste ku mirov li pêy axa zêde bireve.
Ders û îbretên Çîrokê:
1- Li dinyayê xezîna herî bi qiymet wext û umir e. Lê însan qedr û qîmeta wan nizane û wan rojan betalî xerc dike. Li ser rûyê erdê telafîya her tiştî heye lê telafîya wext û demê tune ye.
2-  Malê dinyayê li dinyayê dimîne. Tiştê ku tu karî bixwî, li xwe bikî, pêdivîyê xwe pê bînî cî, belav bikî û bikî xêr û xêrat ê te ye. Ê din ne ê te ye.
3- War û welatên herî mesud û bextîyar, ji ber serok û lîderên çavbirçî rastî bela û mûsîbetên mezin tên.
4- Malê însanên xizan hindik e. Lê tu tiştekî çavbirçîyan tune ye.
5- Çavê însanên çavbirçî tu carî bi malê dinyayê têr nabe. Çavê wan ancax bi kulmek ax têr dibe.
6- Hewa û hewes tiştekî wusaye ku tu carî têr nabe. Însanên bide pêy hewa û hewesa xwe tu carî têr nabe û umrê wî li pêy vîya derbas dibe diçe.  


Hiç yorum yok: