Qîymeta Mal û Mulkê Însan Bi Qasî Du Tas Av e

Wextekê padîşahek hebu. Bi dewlemendîya xwe, di dinyayê de bi nav û deng bu. Padîşah di ku de biçuya, xezîna xwe jî, bi xwe re dibir. Dema însanan dihate li xezîna wî temaşe dikir pirr pê kêfxeş dibu û bi nêrîn û heyranîya mirovan zêde zêde mesud û bextîyar dibu.
Li der û dora vî hukumdarî gelek peya û zilamê wî hebun. Di nav wan mirovan de însanekî zana hebu û yekane dostê wî jî ew bu.
Rojekê pirsekê ji vî mirovê zana dike dibêje:
“Tu bi îlmê erd û esmanan mijul dibî. Li se rûyê erdê însanên padîşah jî, şervanên bi hêz û quwet jî tên bi te dişêwirin û li benda peyvek te ya bi xêr in. Niha ez fikrê mirovekî wek te meraq dikim. Gelo tu di derheqê hukumdarî û hebuna min de çi difikirî?”

Mirovê zana li pêş hukumda rudinê û li nava çavê wî dinêre. Paşê wuha dibêje:
Padîşahê min! Em ferz bikin tu di çol û berîyek ku ji germanan dikele de derbas dibî. Ava te xelas buye. Eger tu avê venexwî tuyê ji tîna bimrî. Wê demê ez tasek av dirêjî te bikim, gelo tuyê nîvê xezîna xwe bidî min?”
Padîşah bersiva wî dide dibêje:
“Belê min ê nîvê xezîna xwe bida te.”
Dîsa demek di ser  re derbas bibe û tu ji tîna hindik maye ku bifetisî, ez tasek ava din jî bidim te, tuyê nîvê xezîna xwe ya mayî bidî min?”
Hukumdar hinekî difikire û dibêje:
“Belê ji bona ku ez nemirim min ê nîvê xezîna xwe ya mayî jî bida te.”
Mirovê zana dikene û wuha dibêje:
“Padîşahê min! Tu dibînî ku zêde ne hewceye ku em li serê pirr bifikirin. Lewra hebuna te û xezîna te bi qasî du tas av bi qîmet e. Zêde bi mal û milkê xwe nefir e.

Ders û Îbret

1- Di nav xelkê de ji dewletê û nîmetên dewletê bi qîmettir tu tiştek tune.  Lê dema mirov hinekî bi hîkmet difikire, hemu mal, milk hukumdarî û padîşahî bi qasî yek hilmek nefesê jî ne bi qîmmet e. însan dikare hemu hebuna xwe ji bo yek hilmek nefes feda bike. Lewra can şêrîn e.
2- Hukumdarî şer û pevçuna cîhanê ye. Ew ji, ji derd û kulan bêtir, tiştekî naxîne canê mirov. Lê li dinyayê ji sihat û selametîyê rintir siûd û talîh tune.
3- Aqubeta kêf û zewqa dinyayê şerpezetî ye. Dawîya ên di hewa û hewesa dinyayê de bextîyarîyê digere tim rezîlîye. Eger tu dostekî ebedî dixwazî, ji taetê neqete.
4- Umrê însan, wek saeta qumê roj bi roj kêm dibe. Di dinyayê de herî tiştê bi qîmet dem e. qiymeta ûmrê xwe zanibe.
5-  Eger tu dixwazî hem li vê dinyayê û hem jî li dinya din hizurê bibînî, xwe ji hewa û hewesên ku te bi dinyayê ve girê didin bifilitîne.

 Dinya sê roj e. Do, îro û sibê. Do, derbas bu çu. Sibê, wê were, yan neyê, ne dîyar e. Madem wusaye qiymeta Îro baş bizanibin.
Gelek kes ji bona ku mîratxurê wî pevçinin loma mal dicivînin. (HZ. ‘Elî)
Tiştê ku di pêy te de dimîne ne ê te ye. (Sadîyê Şîrazî)

Heta destûra Xwedê tunebe kes nikare bimre. Mirin li gorî wextekî hatiye nivîsandin. Kî xêra dinyayê bixwaze em ê ji wê bidine wî, kî xêra axîretê bixwaze em ê ji wê jî bidine wî. Em ê mukafatê bidin şikurdaran. (ALÎ ÎMRAN: 145)


Yorumlar