Şerhkirin: Fikrî Amedî
Beşa Yekemîn
Wezin: Fâîlâtun - Fâîlâtun - Fâîlun
بشنو اين نى چون حكايت مىكند
از جدايىها شكايت مىكند
1. Bişnew în ney çun hîkâyet mîkuned
Ez cudâyîhâ şikâyet mîkuned
Wate: Guhdar bike! Ev ney çi hîkayed dike (çi çêrokê dibêje), Ji cudahîyan gilî û gazinan dike.
Mewlana di mesnewîya xwe de bi peyva (بشنو) yanî “guhdar bike” destpêdike. ji bona ku bi vê peyvê
destpêkirî ye gelek şîrovekarê mesnewîyê ev beyt, cuda cuda bi mane kirine. Em dikarin
bi kurtî wuha bibêjin:
Di tesawufê de şertê herî mezin ne gotin e, guhdarkirin e. Hinek
meriv ji bona ku di vê rê de lez dikin û dixwazin hema bibin ustad, guhdar
nakin û hîn nabin. Lê wek îlmên zahirî îlmên manewî jî bi guhdarkirinê, ji devê ustadan tête
famkirin. Qurana Pîroz behsa vê ayetê dike ku ji Hz. Musa re wuha gotî ye:
فَاسْتَمِعْ لِمَا يُوحَى
Niha tiştê ku ji te re tê wehîkirin guhdar bike. (Taha 13)
Li
gor tesawufê gotinên pêxamberan û ewlîyayan şîretên paqij û zelal e. Ji bona
famkirina hîkmeta van gotinan pêwîste di merivan de guhekî dibihîse û dilekî
hesas hebe. Ên di tofana Nuh de helak
bune, ên ji daweta wî re guhê xwe girtibun in. Xwedê teala rewşa wan di Quranê
de wuha eşkera dike:
وَإِنِّي كُلَّمَا دَعَوْتُهُمْ
لِتَغْفِرَ لَهُمْ جَعَلُوا أَصَابِعَهُمْ فِي آذَانِهِمْ وَاسْتَغْشَوْا
ثِيَابَهُمْ وَأَصَرُّوا وَاسْتَكْبَرُوا اسْتِكْبَارًا
Bi rastî ji bona ku tu mexfîretê li wan bikî; her cara
ku min gazî wan kir, tiliyên xwe kirin
guhê xwe û cilên xwe avêtin ser serê xwe û piyên xwe dan erdê û quretî û
mezinayî kirin. (Nuh:7)
Dîsa di Quranê de, :
وَإِذَا قُرِئَ الْقُرْآنُ فَاسْتَمِعُواْ لَهُ وَأَنصِتُواْ
لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ
- Dema ku Qur’an tê xwendin, wê guhdarî bikin û
bêdeng bimînin. Hêvî heye ku rehmet li we bibe. (Araf: 204)
Ney, bi wateya tesawufê murşîdê kamile ku bi piste pist gotinên xwe yên bi hîkmet digihîne bihîstkaran.
Dîsa hinek şîrovekarê mesnewîyê wuha gotine: “ Ji neyê mexsed enanîyet e. Yanî enanîyeta fanî û di mertebeya bakî û bîllah de, agahîya bakî ya welîyê kamil û murşîd e. Yan jî ney e. Ne hewceyê tewîlê ye.
Ney û mirşîdê
kamil, mînak û cîgirê hev in. Lewra ney, ji qamîşeka ku mezin buye
hatiye birîn û ji warê xwe cuda buye, di sîngê wê de bi agir qulik hatine
vekirin, di serî û pîyê wê de, hetta girik û movikên wê bi xelekên madenî û
têlan hatiye xemilandin. Ji şilî û nedawa jê hatibu qetandin, mahrûm hatiye
hiştin. Ji ber vê hesretê hişk buye û zer buye. Nava wê vala buye û ancax bi
nefesa neyzen tije dibe. Bi serê xwe bimîne ne deng jê tê ne jî sewt. Wezîfa wê,
bi lêvên neyzen ji tiliyên wî re dibe amur û ji meqam û ahengên wî re dibe
wesîle.
Mewlana di rûbayîyek xwe de wuha dibêje:
“Neyê guhdar bike ku çi û çi dibêje. Sirên Xwedê ên veşartî tîne
ziman. Ruyê wê zer buye, nava wê vala buye, serê wê hatîye jêkirin yan jî
nefesa neyzen re hatiye terikandin jî, bê zar û ziman Xwedê, Xwedê xwedê
dibêje.”
Însanê kamil jî awa ye. Ji neyîstana ezel, ji alema eyan û
sabît, ji mewkîya xwe ya alema îlahî bi
cîlweya qederê ji vê dinyayê re hatiye şandin û ji qeyda însanîyetê û bendeya
tebîetê re esîr ketîye û bi agirê cudahîyê dilê wê perçe perçe buye û ji feyza meqama xwe ya qedîm mehrum
buye û dilê xwe ji hewesa nefsê û hişê
xwe ji alema derewîn paqij kiriye û xwe ji qudret û nîzama xwedê re terikandî
ye. Ji xêynî îrada wî Xwedayê rasteqîn
re navçûtî tu wezîfek wê nemaye û nefesa îlahî ya her tiştî bi emrê “kun” ji
tunebunê dixuliqîne, ji kîjan perdeyê re zihûr bike, wê naxmeyê dibêje.
Her mexluqatên ku Xwedê afirandîye, ji war û welatê xwe hezdike
û bi hesreta wê digirî, dinale û gilî û gazinan jê dike. Ev hestekî tabiî û
însanî ye. Ji Arifan yekê wuha gotî ye:
“Tu dizanî tu ji ku hatî, tu ji meqama mahremîyeta Subhan
yanî ji alema îlmê îlahî hatî. Gelo ew meqamên ruhanî û xweşik qet tê bîra te?”
Em werin gilî û
gazinên cudahîyê, malume ku ev hal, halê fîrqet û cudahîyê ye. Ev hal ji bona
însanên kamil ên gîhîştîne meqamê
bekabîllah nabe. Şêx Attar wuha dibêje:
“Tu demekê ji Xwedê xafil bibî, wê demê tuyê bibî hemdemê
şeytîn.”
Hîkmeta destpêkirina Mesnewîyê bi herfa B (ب) jî, bi vê peyva Hz ‘Elî ve girêdayî ye.
Bizanibe ku hemu esrara kitêbên
semawî (Tewrat, Zebur û încîlê) di Qur’anê de civîya ye. Hemu esrara Qur’anê di
Fatîhayê de ye, hemû esrara Fatîhê di Bismîllah de ye û hemu esrara bismîllah
jî di herfa B (ب) de ye. Xala di binê B (ب) de jî az im.”
Ayeta Tewratê ya yekemîn awa ye:
בְּרֵאשִׁ֖ית בָּרָ֣א
אֱלֹהִ֑ים אֵ֥ת הַשָּׁמַ֖יִם וְאֵ֥ת הָאָֽרֶץ׃
Wate: Xwedê di serî de erd û
esman xuluqand.
Sureta Qur’anê ya yekemîn bi
Fatîhê destpêdike
﷽
Bismîllahîrrahmanîrrehîm.
wate: Bi navê Xwedayê rehman û rehîm.
.jpeg)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder