14 Ağu 2023

داستان ٤

Çêrok eve ku, dibêjin padîşahekî ji wezîrê xwe pirsî:

"Xwedayê ku tu jê re perestî dikî, çi dixwe, çi li xwe dike û çi karî dike? Eger heta sibê tu bersiva min nedî, ezê te ezil bikim.

Wezîr bi dilbikulî ber bi mala xwe de çu.

Xulamekî wî hebu, gava ew di vî halî de dît, jê pirsî ku çi lê qewumî ye?

Wî qala çêroka ku di serê wî re derbas bubu kir. 

Xulam kenîya û got:

"Ey wezîrê ezîz bersiva vê pirsê pir hêsan e." 

Wezîr bi ecêbmayî got: "Yanî tu bi wê dizanî? Ka ji min re bibêje; Pêşî bibêje Xwedê çi dixwe?

-(Xwedê) xemên bendeyên xwe dixwe, ku ferman dike dibêje, min hún ji bona behîştê û nêzîkîya xwe afirandin, çima hûn dojehê hildibijêrin?

-Aferîn xulamê zana

-Xwedê çi li xwe dike?

-Sir û gunehên bendeyên xwe

Merheba ey xulam!

Wezîr ku pir zêde kêfxweş bubu û pirsa sisêyan ji bîrkir û bi lez çu cem padîşah bersiv ji padîşah re got. 

Lê di bersiva sèyem  de bêçare ma, destur xwest û bi lez û bez çu cem xulam û pirsa sêyemîn jê pirsî.

Xulam got: "ji bona bersiva sêyemîn pêwîste tu karekî bikî.

- Çi karî?

Divê min bi cubbeyê wezîrîyê binuxwêmî û cil û bergê min lixwe bikî û min li hespa xwe suar bikî hefsarê hespê bikşînî, hefsar di destê te de bibe ber derîyê padîşah ku bersiva wê ji te re bibêjim.

Wezîr ji bêçaretî qebul kir û bi wî halî çu hizûra padîşah. 

Padîşah bi ecêbmayî ji vî halî pirsî, ey wezîr ev çi halê te ye?

Xulam wê gavê bersiva wî da, got ev tev karê Xwedê ye ya şah 

ku Xwedê wezîrerkî dike şiklê xulam û xulamekî jî di mekanê wezîr de dike şiklê wezîŕekî. 

Padîşah ji nezaketa xulam xoşhal bu û gelek xelat dayê û ew kir wezîrê xwe yê destê rastê


حکایت است که پادشاهی از وزیرخود پرسید:

بگو خداوندی که تو می پرستی چه می خورد، چه می پوشد ، و چه کار می کند و اگر تا فردا جوابم نگویی عزل می گردی.

وزیر سر در گریبان به خانه رفت .

وی را غلامی بود که وقتی او را در این حال دید پرسید که او را چه شده؟

و او حکایت بازگو کرد.

غلام خندید و گفت : ای وزیر عزیز این سوال که جوابی آسان دارد.

وزیر با تعجب گفت : یعنی تو آن میدانی؟ پس برایم بازگو ؛ اول آنکه خدا چه میخورد؟

- غم بندگانش را، که میفرماید من شما را برای بهشت و قرب خود آفریدم. چرا دوزخ را برمیگزینید؟

- آفرین غلام دانا.

- خدا چه میپوشد؟

- رازها و گناه های بندگانش را

- مرحبا ای غلام

وزیر که ذوق زده شده بود سوال سوم را فراموش کرد و با شتاب به دربار رفت و به پادشاه بازگو کرد

ولی باز در سوال سوم درماند، رخصتی گرفت و شتابان به جانب غلام باز رفت و سومین را پرسید.

غلام گفت : برای سومین پاسخ باید کاری کنی.

- چه کاری ؟

- ردای وزارت را بر من بپوشانی، و ردای مرا بپوشی و مرا بر اسبت سوار کرده و افسار به دست به

درگاه شاه ببری تا پاسخ را باز گویم.

وزیر که چاره ای دیگر ندید قبول کرد وبا آن حال به دربار حاضر شدند

پادشاه با تعجب از این حال پرسید ای وزیر ای چه حالیست تو را؟

و غلام آنگاه پاسخ داد که این همان کار خداست ای شاه که وزیری را در خلعت غلام

و غلامی را در خلعت وزیری حاضر نماید.

پادشاه از درایت غلام خوشنود شد و بسیار پاداشش داد و او را وزیر دست راست خود کرد.

دریافت اپلیکیشن از لینک


Hiç yorum yok: