Felsefeya Hejde Hezar Alemé

ÇAVÊN HESRETA RONAHÎYÊ


Zarokekî piçuk bu. Pênc şeş salî, dilşa û rûgeş û şêrîn bu. Ji bin çoga dîya xwe nediqetiya. Çavê wî pirr xweşik bu. Herkesî ew melul melul temaşe dikir. Lê haya wî ji vêya tunebu.

Ji ber vê alaqê hinekî din jî rûdigirt û dilêyst û vi alî wî alî de bazd dida. Ew ronîha çavê bavê xwe û gula dîya xwe bu. Ji Guzereşê radibu heta Giraşînê bi wan pîyên xwe yên piçuk bi qefle ra dimeşîya diçu û nedibetilî jî. kêfek zêde Ji vê ger û meşê digirt û qe nedibeti lî. Lewra wê di nêzîk de bigîhîşta cîyê ku jê hiz dikir. Wê hevûdin hemêz bikirana û qe ji hev neqetîyana. Tim li benda wê bu. Ji biharê heta payîzê bi hev ra bun. Wê gavê herdu evîndar hinekî din jî coş dibun û ji mêyîzandina hev aciz nedibun. Lê bi hatina payîzê Geraşîn dîsa xemgîn dibu û dieciqî, dicivîya serhev û piçuk dibu. Evdilqadir jî wusa dibu. Evdilqadir Ji wê Geraşîna ku bi mêyîzandina wê têr nedibu û li kevîya wê sibeh dikir û direvîya û şahî dikir nedixwest Gireşînê bihêle û here Guzereşê.
Terk kirina wê Gireşîna ku evîna wî bu jê re giran dihat. Bi dawa dîya xwe û milê bavê xwe digirt û bi zaruktî û dilekî safî digot: “Çi dibe min nebin.”Lê mecbur bun biçîyana lewra zivistan nêz bubu û hêwa cemidî bu. Şeva dawîn bu. Evdilqadir wê şevê raneket/ raneza. Bi dizî ji bin konê mûyîn derket derve û çu kevîya gola cemedê (Geraşînê) dirêj dirêj temaşe kir. Xwest ji ava wê çengekê vexwe lê nikaribu, xwe xwar kir xwe dirêjî avê kir lê kir nekir nikaribu çengek av jê vexwara. Dev jê berda û sitêrkên di nava avê de diçirûsikî temaşe kir. Tiştê di hişê wî de derbas dibu hêdîka got. Hêsir bi wan çavê wî yên xweşik ket û hêsrên wî di rûyên wî de hat xwarê. Xew ve çubu.

Gava serê sibê dîya wî hişyar bu û ew li cem xwe nedît, kete tatulê /qesawetê. Hema ber bi golê da revîya. Belê wekî ku texmîn dikir, dîsa li wir bu û xwe dirêj kiribu. Qêmîş nebu ku hişyar bike. Kir hemêza xwe her alîyê wî cemidî bu û serma girtîbu. Bir nava konê mûyîn û xist nava nivînê wî.
Êdî wexta vegera ber bi gund ve hatibu. Evdilqadir bê dil hazirîya xwe kir. Destê bavê xwe girt û hêdî hêdî meşîya. Tim di pêy xwe ve mêze dikir û Geraşîn temaşe dikir. Ji bavê xwe ra digot: “çi dibe bavo ez carek din jî temaşe bikim,”lê bavê fahm nedikir. Piştî rêwîtîyek çend saetan daketibun Guzereşê.
Ew zivistan pirr zor derbas bu. Kes nikaribu ji mala xwe derkeve. Evdilqadir zivistanê di wan şevê dirêj de derdiket derva û sitêrik tamaşe dikir û di wê şeva dawîn de li sitêrkê ku di nava Gireşînê da dîbu difikirî û xemgîn dibu. Dîya wî ji bo ku ku necemide bizorê dikir hundir.
Der û cîran dost û heval û merivan jî Evdilqadir pirr hiz dikirin. Teybetî herkes ji çavê wî re heyran bu.
Wê zivistanê nexweş ket. Çavê wî diêşîya. Ji ber êşa çavê xwe nikaribu îdare bikira. Dewamî digirîya. Ji gund hemu gîhayên şîfayê anîbun jî, her derman tê didan jî, lê ji derdê wî re nedibun deva. Êşa çavê wî çiqas diçu kêm nedibu û lê zêde dibu. Her alî girtîbu û berfê dida çogan Ji Xwedê Teala pêve kesî ew nedidîtin û nedibihîstin.
Evdilqadir ji ber êşa çavê xwe hewar û qêrîn dikir û roj bi roj çavê wî tarî dibu û êdî nikaribu sitêrk temaşe bikira. Kêf û kenê dîya xwe nedidît. Ji bo ku evîna xwe nedidît gelekî xemgîn dibu û pirr berdiket.
Di bihara din de bi xem derket zozanan. Wî êdî evîna xwe nedidît û temaşe nedikir. Bi tenê tiştê di nava xwe da dianî ziman di hişê xwe da qeyd dikir. Di şuna tarîbuna çavê wî de, hişê wî rohnî bubu. Wê êdî wî qe evîna xwe nedîtiba. ..
Wî di heft salîya xwe da tarîtî dît. Bi hesreta ronahîyê mezin bu. Bêrîya ronahîyê kir.
Rû û diruvê dê û bav û xuşk û birayê xwe bi qasî ku di hişî wî da mabu dianî bîra xwe û bêrîya wan dikir.
Qe bêzar nebu , berxwe da û mucadele kir. Ji Bexdayê heta sitenbolê li gelekî bajaran şîfayê gerîya, lê mixabin ji derdê xwe ra çareyek nedît.
Tim gerîya bi rêber û rêzanên tekoşîna gelê kurd re runişt û li civatê dengbêjan gerîya, hemu tiştê ku bihîst di hişê xwe da qeyd kir. Qe ji bîr nekir û tiştê nû lê zêde kir. Di gelek salan de evanan ji der û dorê xwe ra xwend û da nivîsandin û jê kitêbek derxist. Di jîyana wî de ev kitêb cîyekî muhîm digre. Ji bo wî kurdî û tirkî ferq nedikir. Wî bawerî bi gerdunî ya zimanan dianî. Hemu hebuna xwe di vê rê de xerc kir. Ji bo ku baş nehatibu naskırın gilî û gazin dikir lê dev jê ber ne da. Wî bawer dikir ku miheqeq rojekî qedr û qîmeta ku heq kiriye wê bibîne.
Evdilqadir Kızılkaya li der û dora xwe bi dengbêjî tê naskirin û niha mala wî li Hekarîyê taxa Medresê de bi diya xwe û pîreka xwe ra jîyaneka mutewazî didomînin. Evî apê meyê hêja tim bi hêvî û umud jîya. Em ji rebbê alemê hêvî dikin ku tengî û ezîyetê wî li axretê jê ra bibe kedek bi xêr. Ez wî bi rêz û hurmetan silav dikim.
Mustafa KIZILKAYA

WERGER: FİKRÎ AMEDÎ

Yorumlar