BOÇA KERÊ

Li gundekî mirovek hebu. Ev mirov ji ber xuyê xwe ve hizur di mala xwe de nehiştibu. Li gund miya yekê, ya jî berxa yekê bimra vî zilamî wê rojê ne nan dixwar û nejî xew diket çavê wî.
Di gund de kûçikê du cîranan bihev bigirta wî xwe pê aciz dikir. Yek di gund de bimra şîn di mala wî de bu. Yek nexweş biketa xewê şev û dirêj  li wî diherimî. Tiştek bihata serê gundiyekî wî xwe pê hêrs dikir. Welhasil ne hizur ji xwe re û ne ji, ji malîyê xwe re hiştibu.
Pîreka wî lê dinêre ev rewş awa naçe, gazî dikê jê re dibêje:
- Hurme ya tuyê dev ji vî kurmê xwe berdî , yan jî ezê herim mala bavê xwe. Ez êdî nikarim derdê te û xemxwarîya te bikşînim.
Zilam soz dide jina xwe û sond dixwe dibê êdî îşê min bi îşê kesî neketîye.
Dibe êvar pîreka wî jî bi kêf û şahî radibe xwarinek xweş ji mêrê xwe re çêdike. Mêrik li ser şîvê rudine û dike dest bi xwarinê bike. Kurê wî dikeve hundir û dibêje:
-Bavo bavo! Ma te ne bihîst kera cîranê me za lê ne guhê wê  û ne jî dûv /boça wê hebu.
Dema zilam vê meselê dibihîse hêdîka kevçî datîne û xwe ji sifrê dûr dixîne û dibêje:
De were nan bixwe û pişta xwe dide balgîvê û qutya cixara xwe vedike û cixarekê dipêçe.
Di ber xwe de hûr hûr dipeyîve û wek rocina pixêrîyê dû di dev û pozê xwe re berdide û carna axîn û ofînê ji nava xwe dikşîne.
Jina wî jê re dibêje:
-Ma îcar çibu, disa çi kete serê te?
Dibê jinik wer nebêje sibê roj ev daşika mezin bibe û xwedîyê wî barê tene lêke û bibe aş eger ev ker di bin bar da bikeve wê xwedîyê wî bi ku bigre û rabike. Dema şêz û mêş were serê ewê çi bike. Ka wê xwedîyê wê çawa hevsarê wî bike serî wî û wê kurtana wî çawa lêbike. 
De were nan bixwe û bêxem bila xew têkeve çavê te.

Ji Qisseyê Hîsse

Bawer bin hema pirrên me Kurdan bi vî awayî ne. Me derdê xwe jibîr kiriye û em ketine derdê dunyayê. Hin ji me bo derdê Filistin û Cecenistanê ranazên, hin ji me jiber derdê Iraq û Afganistanê xew nakin, hin ji me jî bi anîna demokrasiyê bo Rojhilata Navîn ji xwarin û vexwarinê bûne. De îcar bo Kurd û Kurdistanê ne kes dimine ne jî zeman

 Ev çendik û çend sale ku li çar alîyê welatê me bi hezaran insan tên kuştin, bi milyonan mirovên me ji war û welatên xwe koç bune, bi mîlyonan kes di îşkencê de derbas bune û bi hezaran kesî jî di bin îşkenceyên de can dane. Milleta me li ser axa Anadolê û li Ewrupa bi şiklê koletîyê ji bona parîyek nan bibin mala xwe, xwîdan û cefayê dikşînin. Bi hezaran gundên me hatine şewutandin û em bi mîlyonan kes di welatê xwe de bune macir.  

Zimanê me qedexeye, em di dibistanan de nikarin zarokên xwe bi zimanê xwe bidin xwendin. Zarokên me nifşên ku radibin bi zimanê xwe nizanin. Zimanê bav û kalê xwe ji bîr kirine ên zanin jî wek ker û gêjan nikarin bi zimanê dê û bavê xwe, xwe îfade bikin. Serok wezîrê Tirkîyê Receb Tayîb Erdoğan dibêje asîmilasyon sûcekî xeyrî însanîye ji bona çend Tirkên ku çune li Ewrupa dixebitin daxwaza fêrbuna zimanê dayîkê dike lê ji bona me jî, dibêje tiştekî awa nayê muzakerekirin jî.

Ev sed sale ku Rejimên Tirk, Ereb û faris ço ji ser pişta me ranekirine. Zilma ku Seddam li Kurdan kir, di dinyayê de tu evdî li evdekî nekiribu. Lê gava Emrîkayê İraq îşxal kir Kurdên me hinekan xwe pirr pê diêşand. Bawerke eger îmkanên wan hebuya wê biçuna di ordîya Sêddam de li dijî Emrîkayê şer bikirina. Îro li Îranê neynuka yekî Fars xwîn bibe di mala hinek Kurdên me de şîn çêdibe. Ew îran ku her roja Xwedê Kurdan darda dikin û îşkence û zulma nemayê li kurdan dike. Hinek kurdên me jî ji bona serok meroka wextekî Sûrîye wek qibla xwe didîtin. Tu  mêrbuy te qala Sûrîyê bikira, bawer bike wê hema tu aforoz bikirana. Lê çi wextê Sûrîyê serokên wan ji Sûrîyê derxist hişê wan hat serê wan.

Welhasil kurdan ji der û cîranê xwe awqas zulm û tadeyî kişandine jî derdê xwe ji bîr kirine û bi derdê xelkê re mijul dibin. Kurdên sosyalîst bi deh salan ji bona hakimyeta sinifan karkeran, gelek berdêl dan. Ketin hefsê îşkence kişandin û hatin kuştin. Li welatê wan hewar hewar bu lê wan derdê xwe ji bîr kiribu û bi derdê Vîetnamê, Çînê, Qoreyê Kubayê xwe qehr dikirin. Li welatê wan her leheng û mêrxasê wusa xwe ji bona welatê xwe, feda dikirin lê wan ew bi feodalîteyê Şêxtîyê û yobazîyê rexne dikirin û di binê erdê ve dikirin der. Lê Diktatorên wek Stalîn, Mao, ku tu xêra wan ji kurdan re tunebu wek taca zêrîn didan ser serê xwe û ew wek pêxemberekî dihebandin. Bi serê wan son dixwarin û nedihiştin kes gotinekî di aleyha wan de bibêje. Ew Stalînê ku Kurdîstana sor belav kir û ji milyonekî zêdetir kurd li dinyayê belav kir. Xwînxwar û xwînmijên awa bubun taca serê kurdan lê ên wek Mele Mistefa Berzanî û Qadî Muhammed bubun feodal û paşverû. Xwedê meriv şaş bike awa şaş dike.

Rewşa Kurdên Îslamcî ji vana xerabtire. Di welatê wan de rojê bi dehan însan tên kuştin tu xema wan nîne. Gund hatine şewutandin, di nava kuçê de kurd faîlî meçhul bune, kurd dî bîrê asîtên de hatine helandin, li serê çîya zarokên wan bi çekên kîmyayê hatine kuştin, keç û bukên wan di kuçan de ketine rêya xerab qe xema wan nîne. Derd û kulê wan Filistîn Çeçenîstan, İraq û Efxanîstan e. Ji van welatan neynuka yekî xwîn bibe hema Alayên xwe digrin û li ber mizgeftan protestoyan dikin. Dinya alem bi dengê wan dilerze. Gelo xefletek awqas di milletek din de heye yan na.

Îro hinek rabune jî ji bona Tirkîyek demokrat xwe du cîya dikin. Tu nikarî li cem wan qala kurd û Kurdîstanê bikî, meriv bi her wesfê wusa didin wesifkirin ku tu dibêy qey me çi kirîye û çi gunehê mezin kirîye?
Welhasil kurdan îro derdê xwe jibîr kirine bi derdê xelkê xwe helaq kirine. Agir bi mala wî ketiye ew rabuye diçe agirê  mala cîranê xwe divemirîne. Zarokên wî di malda birçîna pirça hev dixwin ew çuye bi bolvirî li xelkê pera belav dike. Keç û buk û jina wî ketiye rêya xerab ew diçe li ber derê xelkê nobeta namusa xelkê digre. İnsanekî ku ji xwe re havilekî nikaribe bike gelo ji xelkê re wê çi havilî bike. Însanê berê gotine kera barê te lê nebe li pêy neke ço ço. Kurdno! Êdî hişê xwe li serê xwe bicivînin û ji bona xwe tiştekî bikin. Eger tu ji vê rêya xwe ya genî venegerî wê ev rezîlî û zelîlîya te dewam bike û tuyê ji bona boça kerê xelkê helaq bibî herî.  


FİKRÎ AMEDÎ