Bi Pîreka Seydayê Mele Mansur Lamîa Xanimê Re Hevpeyvin

Mixabin di derheqê Seydayê Mele Mansur de di destê me de pirr malumat tune. Belê hevalê wî pîreka wî dostên wî saxin lê heya îro xebatek li ser nehatîye kirin. Hindik be jî ji bo ku vê valahîyê hinekî tije bikin me bi pîreka Seyda Lamie Xanimê re hevpeyvînek çêkir.
Lamîa Xanim: Hûn bi Xêr hatine ser çavan re hatine
Fikrî Amedî: Xêra Xwedê Li we be Xwedê ji we razî be. Berê her tiştî ji bona ku we derîyê xwe ji m re vekirîye û imkaneke awa daye me, em ji we re pirr sipas dikin.
Lamîa Xanim: Em ji were teşekkur dikin. Derîyê me dewamî ji heval û hogirên Seyda re vekirîye mala me mala we ye  hûn ser çavan re hatine.
Fikrî Amedî: Di derheqê alim û zanayekî wek Seyda de axaftin ne heddê me ye lê ji bona ku di derhêqê wî de tiştekî veşartî nemîne û mirovên ku wî nas dikin jê îstîfade bikin, em dixwazin çend sewalan ji we bipirsin lê eger ji we re zor neyê û hûn minasib bibînin
Lamîa Xanim:  Kerem bikin tiştê kû em zanibin înşellah emê ji we re bibêjin.
Fikrî Amedî: Hûn karin xwe bi me bidin naskirin?
Lamîa Xanim: Ez ji gundê Hecî İsa Keça Mella Nûrî me. Bavê min alimekî bi nav û deng bu ku di wê mintîqê de dihat naskirin.
Fikrî Amedî: Te û Seyda we çawa hev û din naskir zewaca we çawa çêbu?
Lamîa Xanim: Xalanên min ji Zozincê bun ez carna dihatim Zozincê min Seyda nasnedikir lê wî ez dîtibum, hatin ez ji bavê min xwestin  û bavê min jî ez dam wî.
Fikrî Amedî: Bavê seyda jî Alim û xwende bu yan na?
Lamîa Xanim: Na mela û seyda nebu lê mirovekî pirr bi îxlas û teqwa bu Xwedê jê razîbe mirovekî salih bu.
Fikrî Amedî: Seyda çi îş û kar dikir?
Lamîa Xanim: Seyda Di medresê de feqî bu. Piştî zewaca me çend salên din jî Xwend û bi Rehmetî Mele Evdilhelîm re îcazeta xwe sitend. Dîya Seyda digot me bi feqîrî û tinebunê seyda da xwendin.  Gava seyda îcazeta xwe sitend keça min a mezin hebu.
Fikrî Amedî: Seyda li kîjan gundan û medresan xwend?
Lamîa Xanim: Tiştê ku ez pê zanim li Kilîsîyê, Qiziltepe, Kevnecarê û Kurdîka xwendîye. Li gelek cîyên din û ber destê gelek aliman xwendîye lê ez pê nizanim.
Fikrî Amedî: Piştî ku Seyda îcazeta xwe sitend qet li cîyekî meletî kirîye yan na?
Lamîa Xanim: Na qet meletî nekir. Ji xwe rismî nikaribu bikira û fexrî jî nekir. Lê di camîya gund de carna meletî dikir û di medresa birayê xwe Mele Fêyzî de mudderîsî dikir. Feqîyê wî hebun.
Fikrî Amedî: Çend zarokên we çêbu?
Lamîa Xanim: Şeş kûrê min û sê keçên min çêbun. Ji xêynî keçek min zarokên min tev zewucîne.
Fikrî Amedî: Zarokên xwe jî di medreseyan de da xwendin yan na?
Lamîa Xanim: Kurê min Adil gelek xwend lê îcazet nesitend gava em çun îranê xwest Nesîm û kurê min Ahmet li Qumê bixwînin lê emrê wî têr nekir piştî ku wefat kir ew daxwaza wî nehate cî. Carna henek dikir digot: “Ezê we bi şaşik û cibe bişînim welat” lê nebu.
Fikrî Amedî: Seyda Li gund çi kar û îş dikir, we debara xwe çawa dikir?
Lamîa Xanim:  Erdê me hebu erd dajot û heywan xwedî dikir. Hebuna wî keda destê wî bu. Lê perê bi dest diket jî pirê wî dida kitêban û rehmetî  ji xwendinê û  kitêba pir hez dikir.
Fikrî Amedî: Xwendina wî hûn aciz nedikirin yan jî çawa bibêjim ji ber xwendinê hûn îhmal nedikirin?
Lamîa Xanim:  Bawer bin, carna me şîv dadianî erdê em li bendê disekinin nedihat me gazî dikêrê lê dereng diket, serê xwe ji ser kitêban ranedikir. Rojekê min jê re got: Seyda ma tu qe aciz nabî her roj her roj  tu çi jê fahm dikî?” Got: “ Her roj tu tirşik û birincê bixwî tu jê aciz dibî lê  lezeta kitêban wek xwarinê nîne tu ji her yekê lezetekê distînî. Her kitêbek meraqeke.”
Fikrî Amedî: Heval û hogirên wî qala comerdî û destvekirîya Seyda dikirin tu dikarî çi bibêjî
Lamîa Xanim:  Mêvan ji mala me kêm nedibun. Carna  di odê de cîyê mêvana tunebu rûnên. Eger mêvanê wî tunebuna ew diçu mêvandarîyê.  Pirr destvekirîbu kesê li cem wî nikaribu destê xwe bavêta bêrîka xwe. 
Fikrî Amedî: Dibên Seyda pirr digerîya hûn dikarin çi bibêjin?
Lamîa Xanim: Bawer bin eger hûn bibêjin tu ji çiyê seyda gazinan dikî ezê bibêjim ji gera wî. Carnan bi demên dirêj çavê me pê nedibu. Min digot zarokên min bê bav mezin dibin. Zarokên min wek mirovekî xerîb jê fedî dikirin. Li balê nan û av nedixwarin.  Lê min zanibu Seyda beredayî nagere ew ji boyê Xwedê dixebite vêya ji bêhna min fireh dikir.
Fikrî Amedî: Dibên Seyda ji Henekan pirr hez dikir. Çi karî bibêjî
Lamîa Xanim:  Seyda Bi zarokan re dibu zarok û bi mezinan re dibu mezin. Mirovên ku seyda di çavê xwe da mezin dikir û dihatin balê bîstekî din wek hevalekî deh salan pêre sohbet dikirin.  Heta dîn û kêmaqilên gund jî ji Seyda pirr hez dikirin. Seyda li cem wan rudinişt û ew guhdar dikirin ji ber vê yekê dînê gund ji ber mala me nediçun.
Fikrî Amedî: Ehlaqê Seyda çawabu li balê quretî û mezinbun hebu yan na?
Lamîa Xanim:  Na Na Seyda zarokekî deh salî jî bihata mala me xizmeta wî dikir. Çaya wan belav dikir. Bi destê xwe ji wan re kar dikir.
Fikrî Amedî: Di nav malê de çawa bu qe di nav we da pevçun mevçun çêdibu yan na?
Lamîa Xanim:  Na wele pir helîm û selîm bu jixwe ji kitêban serê xwe bilind nedikir ku em pevçinin. Carna ez bi canê wî diketim  min digot hela serê xwe ji kitêban bilind ke û bi me re re mijul bibe. Lê  însane carna li zarokan bixeyîda yan ji ji tiştekî biêşa netê de
Fikrî Amedî: Nava wî û gundîyan çawa bu?
Lamîa Xanim:  Gundî pirr jê memnun bun. Carî dilê kesî nedişikand. Meselek hebuya bi xêrxwazî hel dikir. Millet jê memnun bun. Ji xwe civata wî de dewamî şêx û alim û mela hebun.
Fikrî Amedî: Ji Dîyarbekir û derva jî mêvan dihatin balê?
Lamîa Xanim: Belê belê ji her derê mêvanê wî hebun carekê qezayek derbas kir ji mirinê filitî, ji Iraqê jî hinek alim û mela hatin zîyareta wî.
Fikrî Amedî: Ji gund kînga derket çi wextê terka welat kir?
Lamîa Xanim: piştî ku teşqele li Dîyarbekir derket û nexweşî çêbu berê çu Urfayê û paşê jî ji Urfayê çû Edenê wek şeş mehan li Edenê ma.
Fikrî Amedî: Ji Edenê çu ku?
Lamîa Xanim: Çû îranê
Fikrî Amedî: Çima?
Lamîa Xanim: Hinek hevalên wî hatin kuştin û revandin fahm kir ku êdî nikare li Tirkîyê bisekine derkete derve
Fikrî Amedî: Bi çi awayî derket
Lamîa Xanim: Pasaport derxist lê gava ku wê here pasaporta xwe bistîne hinekî diqirqilî ku wê bê girtin. Min wê şevê xewn dît, xezurê min ê rehmetî di xewna min de got tu çima wuha diqirqilî min got hal û mesele eve got tû û mansur îxlasê bixwîne. Min serê sibê ji seyda re behsa xewna kir û got ma ixlas çiye got: “Keçê ma te qet Qul hu wellahu ehed nexwendîye” min got belê got ewe wê çaxê hê nû hişê min hate serê min, Me herduyan jî xwend û seyda bê pirs û sewal çû peseporta xwe girt û derkete derveyê welat. .
Fikrî Amedî: Hûn pêre çun yan na?
Lamîa Xanim: Na ew çû piştî çûyîna wî du meh derbas bu em jî çûn
Fikrî Amedî: Tu û kê çûn?
Lamîa Xanim: Ez û Nesîm û Ahmed
Fikrî Amedî: Ji te re zehmet nehat ku tu diçuy welatekî xerîb û te bi zimanê wan nizanibu?
Lamîa Xanim: Min carna ji Seyda re digot heyra dev ji min berde ez nikarim terka zarokê xwe û axa xwe bikim here ji xwe re li wir bizewuce tu serbestî
Fikrî Amedî: Wî digot çi?
Lamîa Xanim: Digot ez di ser te re tu carî nazewicim divê tu werî û bi wî awayî em çun
Fikrî Amedî: Zehmet nebu terka welat û zarokên xwe
Lamîa Xanim: Çawa ne zehmet bu carna bêhna min teng dibu û min şev  mewna zarokan didît, gava min xewna xwe ji seyda re digot wî henek dikir digot: “Tu di xêra Xwedê de yî bi şev bi zarokên xwe re yî û bi roj jî li cem min î.  Ma tu çi ji Xwedê dixwazî?”
Fikrî Amedî: Nexweşîya wî çawa derkete meydanê?
Lamîa Xanim: Carna digot çavê min diêşe ji me re tu carî qala êşa serê xwe nekiribu.
Fikrî Amedî: Paşê
Lamîa Xanim: Çû doxtor, qerara emelîyetê kirin heta emelîyet nebubu sipûsaxlem bu lê gava emelîyet bu êdî ranebu û devê wî negerîya
Fikrî Amedî: Bi we re nediaxivî
Lamîa Xanim: Na gava me halê wî bipirsîya serê xwe dihêjand yan jî destê me digirt û digot ez başim.
Fikrî Amedî: Wesyetnama xwe çawa nivîsand
Lamîa Xanim: Piştî ku fahm kir rewşa wî xerabe û tu dibêy qey jê re eyan bubu digot ezê di nêzîk de vê dinya biterikînim wesyetnama xwe nivîsand
Fikrî Amedî: Emelyetek din jî derbas kir ne wusa?
Lamîa Xanim: Belê jixwe ji piştî wê emelîyetê ranebu û wefat kir
Fikrî Amedî: Xwedê Rehma xwe lê bike înşallah
Lamîa Xanim: Amîn
Fikrî Amedî: Gava li Îranê bu rewşa wî çawa bu?
Lamîa Xanim: Ew seydayê berê çûbu, Seydayekî din hatibu pir difikirî û xemgîn bu
Fikrî Amedî: Çima gelo?
Lamîa Xanim: Hindabuna Fîdan giranîyek mezin û xemgînîyek pir mezin xistibu dilê wî pirr ber diket. Çi lê hat ew hindabuna wî bu sebeb
Fikrî Amedî: Pirr jê hez dikir?
Lamîa Xanim: Belê Fidan li balê pir bi qedr û qîmet bu.
Fikrî Amedî: Hûn çend salan li Îranê man
Lamîa Xanim: Seyda du meh berî me hatibu em bi hev re yazde mehan man serhev seyda sêzde mehan li Îranê ma.
Fikrî Amedî: Piştî wefata wî we çikir?
Lamîa Xanim: Jixwe birayê wî zarokên me tev hatibun Îranê û me cenaze girt anî gund
Fikrî Amedî: Tazîye çawa bu
Lamîa Xanim: Gava me cenaze anî gund wek mahşerê bu heval û dostê wî der û cîran ji her derê millet civiyan bu. Sêzde çarde cemse esker jî hat gund û eskeran dor li gund girtibu
Fikrî Amedî: Wefat û hesreta Seyda zor û zehmete?
Lamîa Xanim: Çawa ne zehmete (serê xwe kir berxe û hinekî bi xemgînî) ez dikim nakim nikarim wî jibîr bikim
Fikrî Amedî: Xwedê sebrê bide û Xwedê rehmeta xwe lê bike înşallah
Lamîa Xanim: Amîn
Fikrî Amedî: Tu tiştekî ji me re dibêjî, tiştekî ku tu bibêjî heyî?
Lamîa Xanim: Ez ji hevalên wî re dostên wî re dibêjim bila dev ji rêya wî bernedin çinkî wî tu carî bi zanebun tiştekî xerab nekirîye û nefikirîye. Wî çikiribe Ji bona Xwedê kirîye jixwe du dostên wî hebun Xwedê Teala û kitêbên wî
Fikrî Amedî: Bera dibên kutibxaneyek mezin ya seyda hebu we kitêbên wî çawa kir?
Lamîa Xanim: Me belav kir megot bila xêra wî be û millet jê îstifade bikin.
Fikrî Amedî: Tu xisûsî ji hevalên seyda re dixwazî tiştekî bibêjî?
Lamîa Xanim: Bila bêwafatîyê nekin û carna di ser me de werin. Li halê me bipirsin. Ev demek dirêje kes di ser me de nayê ev me xemgîn dike.
Ya din jî bila li mîrasa seyda, fikrê wî û de’wa wî Xwedî derkevin
Fikrî Amedî: Mala we Ava Xwedê ji we razî be.
Lamîa Xanim: Ji we jî razîbe. Emanetê Xwedê bin