Wek her carê vê sibê dîsa zû ji xew rabubu. Di nav malê de çû û hat, di vî alî û wî ali
de gerya, lê nizane li çi digere. Vê sibê di dilê wî de hîssek xerîb hebu, di
nav dilê wî de tiştekî ku nikarîbu tarîf bikira digerîya, loma nikaribu di cîyê
xwe de bisekinîya.
Rabu berê xwe da Kabeyê, Kabe tewaf kir, Hecer ul
Eswed maç kir û ber bi mirovên ku li der û dora Kabeyê civîyane de çû. Li pêş
wî çend bazirganên Yemenê û giregir û sermîyanên Qureyşê ketibun bazareka hişk, ji bo ku hevûdin razî
bikin li ser Lat û Ûza sond dixwarin û disekinîn. Qe nepeyîvî muhabeta wan bi
xweşa wî neçu, berê xwe di alîyekî din de kir. Mêze kir çend kolên reş yên
Hebeşî bi rîmelên destê xwe hunerên xwe nîşanî xelkê didin. Xelk li dora wan
civiyabu û bi tezehurat hêlan didan wan. Rîmelvan wê rîmela xwe di xeleka ser
serê carîyê re derbas bikira. Carîye heta nîvî rût û tazî bu, rûyê xwe fetiland
û di alîyekî din de çû. Dengê def û elbanê dihat wûsa xuya dikir ku li cem wê
civatê jî çengî direqisin qe di wî alî de neçu şun de vegerîya. Di alîyê meqamê
îbrahîm de çend kahîn runiştibun û li der û dora wan pîrek civîyabun. Kahînan
ji hinekarn re nivişt, ji hinekan re jî, ji bo zewacê, ewladê lawîn û hinek
tiştên din sêr çêdikir û hinek kahînan ji, di derheqê hatin û qedera wan de derew ên ne li rê li
hev dianî.
Hinek kesên di nav toz û tewaxê de gevizîne û li pêş
wan kerîyek pez hebu ket nav hewşa Kabeyê. Hema
birin li ber putan çend heywan serjê kirin û xwîna wî li enîya xwe û ên
dora xwe re dan. Çog li ber putan şikestin û ji wan re dua û lavayî kirin. Pir
aciz bubu di ber xwe de got : “Ya Rebb tu aqil û fikir kî bidî van însanên nezan
û cahil.”
Li alîyê girê seffa du civatan xwe dikişandin hev û
hinek jî ketibun nav wan ew ji hev diqetandın, ber bi wan de çu ku mesele çiye
fam bike ji axaftinên der û dorê hat famkirin ku çend serxweşan pevçinîne û
serê hev şikandine û eşîrê wan ji li pêy vê dozê ketine û şûr li hev kişandine
lê way mezinên Qureyşê hatine ketine nav wan wusa xuya dike ku wê vê meselê hel
bikin. Di binya wande ji mirovekî ku porê wî û rûyê li navhev ketîye tîrên
peşkê davêje ên pê zanibin pera qezenc
dikin û ên pê nizanibin jî dîrhemek hinda dikirin. Li Mekkê ên bi esl û fesil
ji bo ku pişta wan bi wan qewîn bu û xwedî hêz bun bi qumarê dilêystin û kesî
jî nikaribu dengê xwe ji wan re bikira.
Li ber dîwarê Kabeyê civatek ji rûsipîya gerya bu û
li dora wan gelek xortên civan runiştibun. Di nava wan de yekî ku bi sekina xwe
û cil û belgê li ser kifş bu ku ji serokê Qureyşê yeke ji civata dora xwe re
behsa şerê kalanên xwe û mêrxasîya wan dikir. Yekê din behsa talanên ku li der
û dora Mekkê kiribun dikir û ev jî wek fezîletekî û quretî ji hev re digotin.
Berê xwe di mal de kir. Ber derê mezinekî Qureyşê re
derbas dibu. Qêrîn û hewara jinikekê agir berdida kezeba mirov. Li cem wan keçikek
neh deh salî ku destê wê di nav destê dîya wê de û kincên wê ên xweşik lê
kiribun disekinî. Keçikê dîya xwe teselî dikir û ji dîya xwe re digot: “Yadê ma
tu çima digrî? Ez û bavê xwe emê herin mala xalê xwe û di piştî çend rojan de
vegerin mal. Bi derewa ku bavê jê re gotibu bi dilê xwe yê saf bawer kiribu.
Haya wê ji aqubeta ku wê qasek din were serê wê tune bu. Dîya wê bi vîya zanîbu
loma wuha kezeb li xwe diperitand. Ji çavê dîya wê wek baranê hêsir diherikî. Bi
dilekî şikestî li wî mêze kir nihêrî ji çavê wî jî hêsir diherike. Bi bêhêvî
destê xwe dirêjî keça xwe kir hemiz kir, porê wê bêhn kir dest û rûyê wê maç
kir, maç kir, maç kir.... Bav wek kevireki sar li pêş wan sekinîbu. Hêrs bu hat
keçik ji nav destê wê kişand û bir. Lewra bi vê keçika piçûk şeref û heysîyeta
wî şikestibu û wê biçuya şerefa xwe, namûs û heysiyeta xwe xelas bikira. Ew û
keçikê çûn û ji ber çavan hinda bun. Dayîk li erdê axû xwelî di ser serê xwe de dikir. Di pêy wan
de qêrîya got: “Nalet li we û li urf û edetên we were.”
Agir bi kezeba wî ketibu. Bi xeftanê xwe hêsrên çavê
xwe zuha kir ber derê Ebu Cehîl re derbas bu: Ebu cehil hemu kole, carîye û
xizmekarê xwe li pêş derî civandibu. Şivek ter di destê wî de bu û bi wê şivê
li koleyekî reş dixist. Pişta wî bi şûna şivê ji xwînê xuya nedikir.
Dilê wî rehet nebubu bi pihîn û kulma jî li ser û çavê wî dixist. Li kole û
carîyê din mêze kir ji tirsan rû û wecê wan zer bubu. Wek pezê ku tu bibî ber
kêrê li benda dora xwe bun. Ji bêçaretî situyê xwe kiribun ber xwe newîrîbun li
wî kolê di bin îşkencê de binêrin.
Li kêleka mala Ebu cehil xanîyekî din hebu. Paçekî
sor di derîyê wî xanîyi de daliqandîbu. Li ber derî çend mêrên ku di ruyê wan
de meymenet tune bu sekinîbun. Qe li wan mêze nekir û gavê xwe zû bi zû avêt û
ji wir dûr ket. Lewra li Mekkê pîrekên bê edeb ku zîna û fihuş dikirin di
derîyê xwe de paçekî sor dadiliqandin û mirovên ku bixwazin mirazê xwe ji wan
bistînin bi vî awayî ew malanan nasdikir û diçun cem wan. Pirek bi wan mêran
teva ra radiza eger zarokek jê peyda bibuya û bihata dinyayê jinikê ji kîjan
zilamî re bigota ev zarok ji te ye ew zarok derbasî ser nesebê wî dibu.
Gavên xwe wusa zû bi zû diavêt ku te digot qey yek
li pêy heye û ew jî, ji wî direve. Hat mal Xetîcê li nihêrî Muhammed ne
Muhammedê Wek her roj e. Jê pirsî:
Muhammed çi bu, yekî tu aciz kirî, yan te û yekî
pevçinî çima wuha tu aciz î?
Bersiva wî da got:
Tiştek tune, tiştên her roj e. Ez ji vê civata
nezan, putperest û zalim aciz bume. Tiştên her roj e. tiştekî xam tune. Xêra
xwe ji min re tiştekî hazir bike ezê jî vî kedikî tije av bikim, ezê herim
çîyayê Hîra. Dibe ku ez heya çend rojan venegerim.
Xetîcê turikê
ku ji hirîyê çêkiribu daxist û hinek nan û xurme xist turê wî û da dest.
Bi çavê keçikên xwe ramusa û xatir ji Xetîcê xwest û berê xwe da çîyayê Hîra.
Meşîya û ji nav Mekkê derket. Lê îro tiştekî ecêb li
ser wî hebu. Di serê sibê de tiştekî ku nikaribu tarîf bikira di dilê wî derbas
dibu. Lê ecêbî ne di wî tenê de, di tebîetê de jî hebu. Her wekî ku her tişt
silavê lê didê û jê re dikene. Piştî meşek dirêj gîhîşt çîyayê Hîra. Çîyayê Hîra
çîyayekê bilind û asê bu li ser zinarekî bilind bu. Ji bo derman tu bigerî ax û
dar lê nabînî. Ji xêynî hinek dirik û
sitirîyan tiştik li dora vî çîyayî tunebu. Bizorê be jî derket ser çîyayê Hîra
û li ber kevirekî hilma xwe girt ava xwe vexwar.
Piştî qederekê xwe di şeqalek teng de berda şikeftê.
Em dibên şikeft lê ne şikeftek mezin e. şekeftek ku bi qasî mirov dikare xwe tê
de dirêj bike mezin e. Runişt bayekî hênik dihat. Lewra çîyayê Hîra bilindbu û
li pêş Wî jî, ji dûr ve Kabbe xuya dikir.
Li Kabbeyê mêze kir û ket tefekurek hûr û kûr. Li
ser afirandina erd û esmanan, afirandina însan û mezinahîya Rebbê alemê fikirî.
Li ser tiştê ku îro li Mekkê rast hatibu û her roj dubere dibin fikirî, li
nezanîya însanan tiştê ku hiş û aqil di ber de naçe fikirî. Li ser pûtê li
Kabeyê û ên ku ji wan re bune bende û evd fikirî.
Destê xwe ji Rebbê xwe re vekir û bi hemu dil û
yêqînîya xwe jê re dua kir got:
“Ya Rebb ez bawer dikim ku tu xaliqê erd û esmanan
î, ji xêynî te ên ku bawerî pê tê anîn jî tev pûç û betal in. Tu min û malbata
min ji van pîsîyên ku tê kirin û putperestîyê biparêze. Rehmê li me bike, eger
bi rehm û lutfa te nebe em nikarin xwe ji pîsîya vî qewmê nezan biparêzin. Bi
situxarî bi saetan ji Rebbê xwe re dua û lavayî kir.
Nişkave li pêş wî di suretê xwe yê eslî de Cebraîl
(a.s) xuya kir û jê re got:
“Ya Muhammed
ez Cebraîl im û tu jî resulê Xwedê yî. Paşê got bixwîne
Muhammed got:
Ez nizanim bixwînim.
Cebraîl (a.s) sê caran kir hemêza xwe û heya taqet
pê re nemaye jidand û berda. Paşê jê re got:
1- Bi navê wî Xwedayê ku xuliqandiye,
bixwîne.
2- Wî mirov ji ‘eleqê (xwîneke tir)
xuliqand!
3- Bixwîne, Rebbê te xwedî keremeke
mezin e.
4- Ku wî bi qelemê da
hînkirin,
5- Wî tiştên ku mirov pê nizanibûn
nîşanî wan da. (Sûretê ‘Eleq 1-5)
Wî jî di pêy Cebraîl de tiştê ku gotibu
dubare kir.
Tirs û xofekê pêgirtibu. Tirsana diricifî.
Berê di xew de û hişyar çend caran ev deng bihîstibu lê ev cara yekem bu ku
Cebraîl didît û ew pê re diaxivî. Zû bi zû xwe di Çîyayê Hîra de ber de xwarê.
Tebîetê tev selat û selam jê re dianî û digot:
Selat û silava Xwedê li ser te be Ya
Resulê Xwedê”
Nizanibu ku çawa hat mal. Wecê wî ji
tirsana zer bubu. Dema Xetîcê ew dît pirr jê tirsîya. Got çi li te qewumîye ya
Muhammed?
Muhammed hema çu ket nav nivîna û got
min binuxême zû min binuxême. Xetîcê gotina wî anî cî û ew nuxwamt. Piştî ku
hişyar bu hinekî rehet bubu û ji Xetîcê re qala tiştê ku hatibu serê wî kir.
Xetîcê got.:
“Mizgîn li te ya Muhammed! Ez bi Xwedê
sond dixwim ku Xwedê tu carî te bê alîkarî nahêle û te li cem kesî fedakar
nake. Ez bi navê Xwedê dikim ku tu rîayetî heqê mervê xwe dikî, mirovekî rastî,
emanetan tînî cî, alîkarîya zeîfan dikî, îkramê ji mêvanan xwe re dikî û di
rêya heq de alîkarîya ên mûsîbet hatiye serê wan dikî.”
Xetîcê girt bir cem kurê apê xwe Waraqa
b. Nefel. Waraqa bubu Xirîstyan û haya wî ji Încîlê, Tewratê û pêxemberên berê
hebu. Xetîcê jê re got:
“Guh bide kurê birayê xwe çi dibêje.”
Paşê wî pirsî û Muhammed bersiva wî da.
Paşê got:
Ev ewê ji Musa b. Îmran re hatî bixwe ye. Xwezî dema qewmê te wê te ji Mekkê
derxîne ez jî li cem te buma.
Muhammed heyîrî ma û got:
“Ma wê qewmê min, min ji vî bajarî
derxîne?”
Waraqa got:
Belê
tiştê ku te anîye heya îro kê anîbe miheqeq dijminantî bi wî re hatiye
kirin. Eger ez bigîhîjim rojên daweta te ezê alîkarîya te bikim.
Muhammed fam kir ku ew peyama li çîyayê
Hîra jê re hatiye ne gotinek vala ye û wê di pêşerojê de xwe di nav tekoşînek
pir tund û dijwar de bibîne.