Amed Hêlîna Medenîyetê ye

Amed cîyê derd û birînan, kela zilmê, hewara Dîjlê, hesret û kesera dilên xortan, desmala destê keçikan, şaşık û pûşîya stûyê ciwanan  Kevirê destê zarokên heft heşt salî, kitêba destên mudderîs û feqîyên medresan, elbana destê dengbêj û qasîdexwendane ku ji nava dilê dîrokê dinizile û xwe berdide dilê aşiq û maşûqan. Çakutê destê Kawayê hesinkare ku li hemberî zordestîya Dehaq û hemdemê wan, îsyan û qiyamê îfade dike..

Amed  dilê mirovên lal ku dîrok tê de veşartî ye. Her dilekê bi hezaran kul û keder hilgirtî ye. Herwekî ku Ewlîya Çelebî dipeyîve û dibêje:
“Ez li dinyayê geryam min li ser rûyê erdê bajarekî wek şehrê Amed xweşik nedît. Ez rastî bajarekî awa paqij, mirovên merd û mêvandar nehatim. Wek zerika hêkê, lal û zumrudê Mezra Botan rohnî dike. Bi gul û bexçên Hewselê bêhna dilê xwe dide Rojhilata Navîn.
Amed emaneta Şêx Seîdê Kal, hêvîya Seyyîd Ebdilqadir,  agirê dilê Salih Begê Hênî, dermanê destê Doxtor Fuad, axin û lorina Mele Mansûr, evîna dilê Fîdan Göngür, hewara Mele Ubeydullahe ku ji me re hiştî ye.
Lê dilê Amedê wek kela Amedê reş buye. Amed di nava bê dengîya xwe de lal ma ye. Di destê Nemrud û Dehaq ên hemdem de zarokên xwe bi saxî dixe gorê. Di her malekê de şîn, di her çavekî de hêsir û ji her dilekî xwîn diherike.
Ez kîme ku qala Dîyarbekir bikim. Diyarbekirê ji Dîyarbekir re bihêlin bila ew bi meşa xwe ya dîrokî ji we re qala xwe bike. her kuçeyek wê her taxek wê bi hezaran buyer di nava dilê xwe de veşartî ye. De werin bila ew bi piste pist, bi dilekî hezîn, bi dîroka hezar salan ji we re qala xwe bike de kerem bikin em dest bi vê meşê bikin........
Gava qala Amedê dibe, beden tê hişê meriv…qala bedenê jî dibe Amed…li Amedê di maneya bedenê de, “kevir û xeyal; pêşeroj û paşeroj ketiye nava hevûdin. Bedena ku wek masîyê mertalê Amed zeft kiri ye, meşa xwe ya dîrokî ya hezar salî li keviran neqişandîye û ev sir di guhê ên bala xwe kişandinê re kiriye piste pist.
Bedenê li ber demê berxweda ye lê bi rastî ji wan rojên berê  tu tiştek lê nema ye. Beden û bircên xerab bala meriv dikşîne. Ev bircên li benda selihandinê ne, herwekî dibêje: “Ez dîrokim ma hûn min nabihîsin.” Evanan herwekî ne xirbene, di qulên bedenê de çavên dîrokê ne.
Bircên Amedê evîna hezar salî, evîna keviran, evîna hostayên sûret daye wan keviran ji me re dike piste pist. Ew destê sûret daye wan keviran, herwekî li hemberî derva avahîyên bi xof û îhtîşam ava kirine û evîna xwe daye ên hundir yanî Amedê. Bêguman derenca di sûretê dil de hatiye çêkirin ji bo vîya mînakek rind e. Bedena ku xof û tirsê dixe dilê ên derva, evîna xwe dide ên hundir û Ji bo ku em li esmanan binêrin navberekî ji me re dihêle.
Gava qala Amedê dibe ev her du sernav beden û derî tê hişê meriv.Her du derîyên ku kela hundir bi Amedê ve girêdide wek senteza modern û kevneşop e. Di van salên dawîn de, ji ber ku xanîyên di binê bedenê hatibun lêkirin, hatine paqijkirin, binê bedenê ji bo gelê Amedê buye warê jîyanê. Ji bo ku her du alîyê bedenê, hatiye hêşinkirin, bedenê û gelê Amedê ji nû ve de hevûdin dîtin e. Bedena ku bi xanîyên dizî, xweşî û rindiya wî hatibu veşartin bi vê xebatê herwekî ji nû ve de gelê Amedê hemêz kiri ye.
Ev rewşa nû ya bedena ku Amed hewîrdor zeft kirî ye, wek rewşa dayîka ku zarokên xwe hemêz kirî be. Ev rewşa nû herwekî helbestvanê bi nav û deng Ahmed Arîf şanaz kiribe, li kela Amedê dinêre û mizgîna helbestên nû dide. Derî desturê didin, mêvanê bi basikên bayê. Gava hûn li vî bajarîne, divê hûn guhê xwe baş vebikin û hûn bînin bîra xwe ku li nav bajarekî xebroşekî de ne.
Zanînên di destê me de, qala 22 heb dêrê ku Keldanî, Suryanî, Nasturî, Ermenî û Ruman tê de îbadet dikirin dike. Ji van dêranan hinek yan tev xerab bune yan jî qismekî wan xerab bune. Lê hinek jî hê xizmetê didin civata xwe. Em ji van dêran li dêra Mur Yaqub yan jî bi navê ku tê zanîn li dêra Suryanîyên Qedîm Meryam Ana ne.
Ev avahîya ku aîdê  Suryanîyên Ortodoks e, çend caran şewutîye, xerab buye û pirr caran ji nû ve de hatiye lêkirin. Dêra Meryem Ana heya îro li pê maye û derê xwe ji mêvanê xwe re vedike û me keremî dîrokek kevn dike. Ronahîya di pacan de diçirûsike, herwekî gelek dîn, nîjad û medenîyetên dewra berê bi bîra me dixîne û şewlê dide rojên berê.
Hostayên keviran ku bi kevirên reş hemu hunerîya xwe li ser dêra Meryem Ana nîşan dane, herwekî dîroka wî ya reş ji me re dike piste pist. Di dêrê de çar hewş hene. Li gorî karektera dêrên Suryanîyan, ji peyayê dûr, sade û waqûr li pê dimîne. Di vê dêrê de kevir bi kul û keder li meriv dinêre. Tîrêjên rengavîtî,li nava odê belav dibe...
Herwekî kutekê derîyê dêrê demeke dirêje qe lêneketî ye. Di hundir de tu îşaretek jîyanê xuya nake. Herwekî derî li ser piştê vekirî hatiye jibîrkirin û her kes derketîye çuye. Barûya zengilê dêrê bi hêwete lê bêdeng e. Îşev mêvanê Dêra Meryem Ana heye. Gava li mizgefta ku nêzî dêre ye banga êvarê bang dike, ji dêrê bi zimanê Suryanî dengê dua û îlahîyan bilind dibe.
Çarşîya şewutî, wek berê îro jî ev cî bi çarşîtî tê karanîn, ji bo Amedê nîşanek pirr xweş e. Ji bona ku berê çend caran şewutî bu, loma navê wê bi çarşîya Şewutî derbasî qeydan buye. Teybetî gundîyên der û dorê tên vir û herwekî qe kedera demê ne jîya ye. çarşîya Şewutî bi kilîman, kincên lixwekirinê, destmalên reng bi reng û firaqên malê li Amedê dema şuxlê bi bîra meriv dixîne. Çarşîya şewutî, çarşîya kesê sûret daye sifir, pembû û Dîrokê ye...
Li Amedê keçên ciwan bi evîna dilê xwe kilîman çêdikin. Her kilîma ku keda destan û nûra çavane di dilê ên çêdikin de wek agirê dilan reng bi reng e. Herwekî ya tê çêkirin, ne kilîme dil e. Wek evîna veşartî, di her kêlê de evîna xwe di van kilîman de eşkera dikin. Ev keçên cuwan evîna xwe ya ku nikarin bînin ziman, li ser kilîman dinexşînin.
Medreseyên ku  hewşa wî vekirî, bi eywan û dîroka lêkirina wî tê zanin cara pêşin li bajarê şaristanîyê Amedê hatiye çêkirin. Di nav bedenê de ji gelek medreseyên bi keviran hatiye çêkiri yek jî Medresa Mesudîye ye. Medresa Mesudîye li Bakurê mizgefta Mezin dikeve û sala 1198 de ji alîyê Melîkê Artukîyan Mesud Kutbeddîn Ebu Muzaffer Sokman ve hatiye çêkirin.
 Medresa Mesudîye, bi terzê lêkirinê, neqişkirinê û kîtaba xwe di warê hunerê de pirr berhemek bi buha ye. Di hewşa Medresê de li bal mîhrabê du stunê ku bi hostatî hatiye bicîkirin, li dora xwe digerin ku evanan hê jî digerin,ji bo tesbîtkirina hilweşandinekî ya jî terişandinê li wir hatine danîn. Ev avahî li gorî dewra xwe statîkek nûwaze ye.
Medresa Mesudîye, Wek durrê di nav kevirê reş da dibiriqe, bi nexşê wê yê ku heryekî wî şahesere bala meriv dikşîne û ji me re dibêje: “Demekî navenda perwerdî û çandê bum” û me ber bi oxira xêrê de dike.
Kela navîn yan jî bi navê ku tê naskirin Îç qele li ber zilm û zordestîya dîrokê berxwe dide. Di vê kelê de mizgefta Hz. Silêman û dêra Saint Gerorge her sibe silavê didin hev û aşîtîya di nav dîn û mezheban de dixin ronîya çavê ên laîk û sekuler. Bi piste pist dibêjin we behsa azadî û xweserîya dînan kir lê bi xezeb û karba we îro kesê ku li vir di nava me de îbadet bike nehişt. We em awa sêwî û bi tenê di nav dîroka me ya reş de hiştin û çun. 
Hefs û dadgeha serayê dîroka kurdan ya piştşikestî, ya rebenî û belangazîyê, ya bêçaretîyê ya pepûkî û bêkesîtîyê di nav kevirên van avahîyan dikşîne û tîne li ber xwelîserîya me radixîne. Eger hûn baş li kevirên erdê binêrin hûnê şopa pîyê Şêx Seîd û hevalên wî bibînin. Dengê zikrê wan û cizbeyên wan wê bikeve gohê we. Ji qorîdorên dadgehê wê dengê îsyan û berxwedana wan  a waqur û sekna wan were we. Eger hûn gohê xwe baş bidin kevirên wan gohê xwe baş lê pîj bikin dibe ku dengê  Mela Mistefa Berzanî û dîya wî jî were we. Nifir û xezaba dilê wê ya li hember Romîyan bikeve gohê we yên xitimî.
Ax xwezî ev kevirên reş bihatana ziman û ji we re qala zilm û zordestîya Romîyên har  bikirana. Ji we re qala ciwanên ku di bin îşkencê de can dane bikirana. Qala berxwedan û hewara wan, îsyana û qêrîna wan ya dîrokî bikirina. Bi xwîna xwe ji me re peyamek nivîsandin, digotin emê xwîna xwe ji bo war û welatê xwe ji bo axa xwe ya pîroz biherikînin nav vê axê ku bila ruh û can bixe we mirî û nîvmirîya. Dibe ku xwîna me ji nifşên nû re bibe nîşanên rêya azadî û tekoşînan hezar salî.
Me kela navîn bi qedera wê ya reş li wir hişt û berê xwe da Xana Hesen Paşa. Xan di piştî restorasyonê ji nû ve de bi ticar û bazirganan tije buye.  Xan buye cîyê evîndaran, xort û keçên ciwan ku di gohê hev de eşq û evîna xwe dikin piste pist. Lê mixabin piste pist jî, xewn û xeyal jî li ser zimanê van ciwanan buye bi Tirkî. Ji xêynî ku dibêjin em Kurd in tu elametekî wan û Kurdîtîyê nema ye. Bi cil û bergê xwe, bi fikr û ramanên xwe, bi xwarin û vexwarina xwe, bi henek û tinazên xwe dişibihin celladên xwe. Ew çand û kultira ku bav û kalê wan ji bo wê xwîna xwe diherikandin Çemê Dîjlê îro ji van xort û ciwanan re xerîb e. Xortên me dil berdane celadên xwe û bi destê xwe agir berdidin kok û rehê dîroka xwe ya bi rumet. Di destên îdeolojî û fikrên genî de ji xwe re xerîb bune, bêhiş mane.  
Di binê Xana Hesen paşa de cîyê tewla hespan bi resterasyonê buye pirtukxaneyek herî mezin. Nasnameya amedê ya dîrokî li vir dom dike. Eger hûn gohê xwe xweş vekin wê dengê robotên El Cizîrî were we. Ma kî dizane ku bavê sîbernetîkê xwedîyê “Kîtab’ul hîyelê” li vir jîya ye. Robotên mekanîk ên ku wî çêkiribu di dema xwe de gelek kes heyirandibu. Îro ev hunerê wî li çarşîya heddadan û sifirfiroşan dewam dike. Di destê hostayên ku li hember jîyana modern de berxe didin ji nû ve de jîyanê dibîne.
Li pêş Xana Hesen Paşa mizgefta pêşîn ku li Anatolîyê hatiye avakirin, mizgefta mezin bilind dibe. Dema Îyad Bîn Xanîm û arteşa xwe bajar teslîm girtin û lihevhatinek pêk anîn, dêr bu mizgeft û nêzî hezar û çarsed sale dengê tewhîdê jê bilind dibe.  Dêr berê perestgeha kesên pagan bu ku dema bajar ket bin qontrola Suryanîyan dêr li ser bingehên wê hate lêkirin. Paşê jî bo nîşana zafer û serkeftinê bi mizgeftê hate guherandin. Mizgeft ji du beşan tê holê. Qismek ê Henîfîyan û qismek jî yê Şafîîyan e. lê bandor û faşîzma dewletê tu berhemek ji Şafîîtîyê nehiştî ye. Nimêj bi giştî li gor Henîfîyan tê kirin û xutbe û weaz bi Tirkî ye. Felsefa dewletê ya yek dewlet, yek millet, yek ziman û yek ala herî baş di mizgeftan de dane bicîkirin. Asîmulasyon û înkarê mizgeft ji xwe re kirine guher û garana înkarkirinê. Dîn di destê zalim û zordestan de li hemberî mezlum û mustazafan buye çekekî mîstîk. Lê bi hemu fêêl û pîlanan jî, xelkê Amedê bawerî bi vî dînê fermî, dînê ku di bin xizmeta zilmê de ye nayne û li ser şopa Şehîdên 1925 bi meşekî girtî ye.
Li ser dîwarê mizgeftê ji her dînî, ji her medenîyetî û ji her kultur û hunerî berhemek heye. Mizgefta mezin sembola dîyalog û lihevhatina medenîyetan e. Her medenîyetê bi azadî xwe li ser dîwarê mizgeftê anîye ziman û ji zalim û zordestên hemdem re bi bêdengî peyama xwe ya dîrokî belav kirî ye.
Dema tu li Derê Mêrdînê derdikevî ser birca Keçikê bi hemu îhtîşama xwe Çemê Dîjlê, Bexçên Hewselê, Girê Çilan û Pira Dehderî bi hemu îhtîşama xwe ji te re destê xwe dileqîne. Pira Dehderî ji alîyên Merwanîyan ve hatîye çekirin. Her derîyek, derîyê medenîyeteka Mezopotamyayê tîne ziman . Pira Dehderî ji hezar salî zêdetire li hember demê û kerb û hêrsa Dîjleyê berxwe dide.
Em li Koşka Seman, yan jî bi navê ku tê zanîn Koşka Gazî nin. Ev avahî li derveyî bedenê ye. Dîroka lêkirina wê tam nayê zanîn jî,ji avahîyên dewra Artukîyan tê hesibandin. Koşka Seman Di nav meydanek şîn da ye. Ji bo ku Atatürk di geşt û gera xwe de li vir îkamet kiriye paşê ev nav girtî ye.   
Amed bi bircên xwe, bi çarşîyên xwe bi hemam û xanên xwe bi tax û kolanên xwe bi mizgeft û dêrên xwe di nava dîroka qedîm ya Mezopotamya û dema nû de pireka medenîyetê ava dike.  Ji erd û axa wê medenîyet dipijiqe. Di bin her bihustek axa wî de çêrokek hatiye nivîsandin.  Wusa xuya dike ku Amedê ji bo medenîyetek nû, ji nava dilê xwe derxîne û ji rojhilata navîn re dîyar bike çav ji me re dişkîne. . 
Têbinî: Ev nivîs di Kovara Değirmenê de di hejmara teybetî ya li ser Dîyarbekir de hatibu weşandın.