Şahîya Yazdeh Mehan: “Mahabad”


Qadî Muhammed sala 1900’an  de xwedêda. Qadî Muhammed ji malbatek bingeh û bawermend dihat. Apê wî Fethî Qadî di sala 1916 de li şerê dijî Rusan de şehîd ketibû.  Kalê wî Şêx Elmaşayêx sala 1930 de li bajarê Dîwanderê eşîrên Kurdan li hev civandibû û xwestibû li dijî Îngîlîzan enîyek hevbeş ava bike. Lê salên 1941’ê de sowyetan ji alîyê Rojhilat ve û îngîlîzan jî, ji alîyê Başur ve îran dagir kirin. Îngîlîzan dixwestin bîrên petrolê bigre bin qontrola xwe.
Di sala 2’ên Îlona 1942’de Hukumeta Tirkîyê notayek da Londrayê û li ser rewş û xebatên Kurdan Dewleta îngîlîzan hişyar kir. Di vê salê de di bin serokatîya Qadî Muhammed de heyetek Kurd çu Bakuyê û bi serokwezîrê Azerbeycanê Baqirof re hevdîtinek pêk anî û îmze avêtin binê gelek peymanan.

Kurd ji Azerbeycanê  bi sozê piştgirîya Sowyetan vegerîyabû. 16 yên 1943’an de Komela (civaka vejîna Kurdîstan) hat avakirin. 1944’an de jî hersê komelên Kurd: “Hêvî, Xoybûn û Komela” biryara yekîtîyê girtin û peymana sê sînor avakirin. Bi vî awayî şertên dinyayê fersendek dabû pêşîya Kurdan û din av Kurdan de yekîtîyek hatibû avakirin.
Roja 22’yê Çileya paşîn ya 1946 Li Mehabadê meydana Çarçira Qadî Muhammed derkete ser dikê û daxuyanîya azadîyê xwend û Komara Mehabadê îlan kir.
Roja 22’yê Çileya Paşîn li meydana dîrokî Çarçirayê Qadî Muhammed li pêş hezaran kesî  wuha digot: “ Ez bi Navê Xwedê, li ser ala Kurdîstanê û bi milleta Kurd sond dixwim ku heya yek dilopek xwîna min hebe, heya hilma xwe ya dawîn bidim ezê azadîya Kurdîsanê û serxebûna Komarê biparêzim
Wê rojê bitenê 10 hezar tiving, 20 qamyon cepxane, û ji bo çapê Matbayek wan hebû. Di piştî ilankirina komarê qabîneyek ku ji 14 wezîran pêk dihat hate avakirin. Cara yekem bu ku ala yekîtîya Kurdîstanê sembolize dike dihate çêkirin. Helbestvan Dildar dema di sala 1938’an de helbestê ku bi navê “Ey Reqîp” di hefsê de nivisandibu ji bo kurdan bu sirûdê azadîyê. Gelek kovar hatin çapkirin û arteşek hate avakirin. Di dibistanan de perwerdeya  bi zimanê kurdî destpêkir.
Lê di piştî xelasîya Şerê Duyemin yê Dinyayê  şert guherîn.navbera Îranê û Sowyetan xweş bû. Peymanên petrolê di nav her du dewletan de çêbû û biryara kişandina hêzênSowyetê hate girtin, îxanet li Kurdan hate kirin. Tiştên Kurdan bi dest xwe xistibûn li ser maseyê yek bi yek hate qurbankirin.
Arteşa Sor di 9’ê Gulanê de ji Axa Îranê kişiya.17’yê Çileya pêşîn de jî Arteşa Îranê kete Mahabadê û pêşengên Komarê esîr girtin. Ser erqanê giştî Yê Komara Mehabadê bi 500 pêşmergê xwe bi meşek zor û zehmet derbasî nav Rusyayê bû.
Sedsala 20’an ji bo Kurdan sedsalek bê qidum bû.Kurdan fersendek bi destxwe xistibûn. Lê mixabin vê kêf û şahîyê ancax yazde mehan dikaribû berxe bide. Dewletên mezin ên xwedî îrade û ên berjewendîyên wan di Kurdîstanek azad de tunebû. Bi Şahê îranê re serê vê komara ciwan xwarin. Ne bitenê serê komarekê  hêvîya milletekê ji bi xwe re xwarin. Di piştî yazdeh mehan de li eynî meydanê cîyê ku Komara Mehabadê lê hatibû îlankirin, vê carê ji îxanetê û bêbextîyê re şahidî dikir û Qadî Muhammed û hevalê xwe xwîna xwe ya pak û temîz ji bo azadîya gelê xwe feda dikir.
Komara Kurdistana di dema xwe da ji hemû cîhanê re da nîşandan ku Kurd xwedî îrade ne. Lê mixabin hesabên dewletan ên qirêj û ji ber rewşê wê demê û bi taybetî jî nebûna piştevaniya dewletên mezin umrê komarê zêde dirêj nebû.
Di vê demê de nexweşîyek Kurdan ku ji hev re îxanet dikir, dîsa çirûsk da. Bêbextîya eşîr û began û bêbextîya şêxan ew şunda xistin û fersendek dîrokî ji destê Kurdan derket.
Ji bo Kurdan herî destxistina mezin ewe ku vê komarê Serokekî wek Mele Mistefa Berzanî ji însanîyetê re dîyar kir. Vê buyerê bi Mele Mistefa Çarenûsa Kurdan ji bin ve guherand û Kurdîstana Bakur ya Federal bo Kurdan derxist holê.