Bilbil wek her rojê dîsa di nav gulîstanê de digerîya, ev çend meh bu ku bi hesreta sebra dilê xwe bubu dar û derzî, bi kelekela dilê xwe axîn û waxînek kişand. Bi hesreta çavê reş û belek û fîrqeta meh û salan kezeb li xwe peritandibu. Bi xemgînî û bêhêvî dîsa di nav gulîstanê de meşek beydude kir. Li ser dareka hişk danî û ket tifkurên hûr û kûr. Bi hêvîyek dawîn çavê xwe li gulîstanê gerand, lê tiştek nedît bi xemgînî û dilekî şewûtî wuha got:
Evîna min
dîlbera min tu li kuyî ka were
Min ji
hesreta te re dil kirî pare pare
Dilê bi derd
û bi kul tu were hewara min
Wer halê min
bibîne dilê min zare zare.
Bi xemgînî û
dilşikestî cara dawîn dîsa mêzînek avête baxçe û sekinî. Carekê di cîyê xwe de
veciniqî. Di nav gulîstanê de gulek sor serê xwe bi şerm û fedî derxistibu. Lê
bi çavê xwe bawer nekir. Carekê du caran di ser re derbas bu belê belê ev gul
bu hesreta dilê wî, sebra wî ya meh û salan, evîna wî ya şev û rojên dirêj bu.
Di carekê de
ruh ketibu bilbil, xwîna wî dikelîya ew bexçê ku wîrane bu jê re wek bihuştê
xuya dikir. Bi vê kêf û şahîyê wuha xwend û got:
Bi xêr hatî
nazenîn, dermanê derd û kulan
Ruh û canê
aşiqan, gulîstana bilbilan
Ronîya çavê
minî, sebra dilê şikestî
Were siltanê
dilan, xeml û xişra gulîstan
Bilbil hema
çu li tenişta gulê danişt û bi dilekî şewutî, bi hesreta şev û rojên dirêj,
dest bi kilamê xwe yên ku mirov dihelîne û hestên germ dixe dilê mirov got. Lê
ji gulê tu bersiv û îşaretek nedît. Gul bi şerm û fedî li ser rewşa bilbil hinekî
ecêb ma, şaş bubu. Gelo bilbilê şadî dengbêjê gulîstanê deng û sewta aşiq û
maşuqan çi ji wê gîhayê dixwest, çima di nava ewqas gîhayî de hatibu jê re
kilamên xwe yên ku her candarî dihelîne dixwend
Haya gulê ji
gulbuna wê tunebu. Nizanibu ku ew siltanê gulîstanê dermanê ber dilê evîndaran,
bêhn û boxa dilê maşûqan û xeml û xişra destê rind û dîlberan e.
Bilbilê şadî
evîna dilê xwe dîtibu. Bi eşq û heyranîyek ji dil nêzî gulê bu xwe bi hev dan
naskirin. Bi hev re bun dost lê mixabin kir nekir gulê nizanibu ku ew gule û
xwe wek gîhayekî didît. Bi şerm û fedî serê xwe bilind kir û wuha bersiv da
bilbil:
Dengbêjê
derdê dilan, ruh û canê aşiqan
Ez gîha me
tu bilbil, tu ji gulşahê re xan
Dev ji min
berde here, em ne hemkufê hev in
Tu bilbilê
şadîyî, ez gîhayekî bêcan
Lê bilbilê
şadî êdî nikaribu sebir bike. hesreta salan ew di nav agirê evînê de
şewutandibu. Di dilê gulê de jî germîyek û pirpirek çêbubu lê dîsajî tiştek ji
vê rewşê fam nedikir. Belê hinek îşaretên gulbuna wê peyda bubu lê dîsajî şek û
gumanê ew di weswesê de dirizand digot gelo bera jî ez gulim yan ev aswasa dilê
min e.
Bilbilê Şadî
êdî nikaribu îdare bike. agirê hesretê, dil lê peritandibu, bi hesret û şahî evîna dilê xwe û wuslata xwe
ji gulê re xwend û got:
Ez bilbilê
şadî me dermanê derdê dilan
Xwedê ez
çêkirime ji bo evîna gulan
Bo te min
dil peritand, bibîn hesreta salan
Li ruyê min
bikene dermanê êş û kulan
Roj wek avê
dibuhurîn û derbas dibun. Bilbilê şadî bi hemu xebat û cehta xwe dîsa jî
nikaribu bibe serdilkê gulê. Gîhatî ji gulê re hêsan dihat. Lewra eşq û evînê
mesulîyet, parvekirin û fedekarî dixwest. Ji gulê re jîyanek awa, hêsan bu û
nikaribu xwe têxe bin barekî giran.
Bilbil
bêçare bu, gulê agirê ku di nava wî de pêketibu parve nedikir û hemu kar û
xebata gulê ji bo vemirandina vî agirî bu û nizanibu ku eger ev agirê ku di
nava wî de dikele bivemire ew dibu
sedema tunebuna bilbilê şadî .
Bilbil
biryara xwe dabu. Êdî encama wê çibe jî wê eşq û evîna xwe û ya herî girîng jî
gulbuna gulê ji gulê re îspat bikira
Tu gulî ez
bilbilim, em ji bo hev çêbune
Ger tu ji
min hez nekî, ev bo min tunebune
Dirêj ke
dirikên xwe bimije bi xwîna min
Ji bo evîna
gulê, mirin kêf û şabune.
Got û
dirikên gulê di dilê xwe de çik kir û li wir mir. Wê demê gulê bi poşmanî û bêçaretî
xwest ku bilbil ji nû ve de vegerîne jîyanê lê xebatek beyhude bu. Ji bo ku fam
bike gule bubu sedemê mirina evîndarê xwe .
Ne hezkirina gulê hêsan e û ne jî gulbun
Eger te
jîyaneka wek jîyana bilbil hilbijartibe, tuyê di vî agirê evînê de şewatê jî
hilbijêrî. Di vê rê de mirinê bidî ber çavê xwe. Mal û milkê xwe di vê rê de
hinda bikî û wek gulê bi vê hesretê
carna bivemirî yan jî wek bilbil xwe di vê rê de feda bikî.
.
FİKRÎ
AMEDÎ