Ez Diçim Mala Xalê Xwe.

Mezinên Qureyşê dema dibu nîvro û kelekela nava rojê dihatin ber dîwarê Kabeyê alîyê ku tav lê naxîne li ber sîyê rudiniştin.
Wê rojê dîsa gelek kes li ber dîwarê kabeyê runiştibun. Civat gerîyabu û mesele û dakerên berê hatibun vekirin. Jixwe çar kesên Qureyşî bên cemhev miheqeq qala kalanên xwe û esalet  û mêrxasîya wan dikin. Her yek ji wan qala kok û rîçikên xwe dikin û bi wan fortan didin xwe.
Yekê ji wan xwe li ber axaftinê xweş kir. Çend kulxîn pêket, belxema qirika xwe paqij kir, li milê xwe yê rastê û çepê mêze kir û bi çavekî ku ew têjkê teyrê baze û ên li dora wî nêçîrin li ên dora xwe mêze kir û dest bi axaftinê kir.  Her carê sîngê xwe tije ba dikir û berdida te digot qey xwedîyê erd û esmana ye. Di bin çavan re li civatê dinêrî û dema didît civatê guh li gotinên wî pîj kirî ye,  hinekî din jî kelecanê pêdigirt, dengê xwe bilind dikir û li axaftinê sor dibu.  Ji çend peyvan yekê digot; ez ji birayên xwe re bibêjim şûrê kalê min nizanim çiqasi mezin bu û mertalê wî çar peyayan nikaribu bilind bikira û zirxê ku li xwe kiribu te li hespê bikira nikaribu di binê wî de bimeşîya û dirêj dikir, peyv dixemiland û mezin dikir û dikir.  Wusa peznê kalkê xwe dida ku te digol qey ne însane tiştekî wek dêw yan jî Rustemê Zal e. 


Çavê wî lê bu ku hinekî din jî dirêj bike lê yekê sor ku li ber tava Mekkê serçavê wî tev şeliqî bu û serê pozê wî kaşıl avêtibu kete nava axaftinê û wî dest bi axaftinê kir got:
Kalê min mirovekî pirr merd bu. Mêvan ji mala wî kêm nedibun. Sala Xwedê dowazdeh meh sifra wî ji erdê ranedibu û mêvanê wî ji mala wî birçî venedigerîya. Sê heb beroşên wî dewamî li ser agir bu ez bi serê Lat û Ûza sond dixwim ku her beroşek wî laşê devek lok tê de dikelîya. Jixwe wexta heccê tu bibêje hecî tev li ser sifra kalikê min têr dibu. Kalıkê min li ser rê û dirban rudinişt û li benda rêwîyekî bu ku bîne xwarinê bide wî, tenê xwarin pê de nediçu.
Bi vî awayî qala merdîya kalê xwe kir û  bi vê pezindarîyê ji xwe re jî parek derdixist . Dilê wî hebu hê dirêj bikira lê yekê pozê wî dirêj û wek nukilê teyrê qerequş lê vegerîyaye got, law malneket ma kalê te ewqas merdbu û li Mekkê jî dijîya çima haya me jê tunebu? Wey wey wey tu dibêy qey nevîyê Xatemê Tayî ye çawa peznê xwe dide. Di nava wan de hinek minaqeşe derket lê yekê stuyê wî sitûr û zikê wî gir ew herdê hiş kir û dest bi axaftinê kir û got:
Heft kurê kalê min hebu û her yek wek pêhlewanekî bu.  Her yek ji wan jî nizanim çend jinê wan û carîyên wan hebu.  Jixwe di hola mêranîyê de yê ku li ber wan bisekinîya tunebu. Kalkê min ji keçikan hez nedikir keç malê xelkêne. Mirov bêkes be xelk dest davêje namûsa mirov û li ber çavê mirov keç û bûkên mirov ji mirov distînin.  Dema diaxivî li nava çavê Amir dinêrî û pîs pîs dikenîya û digot:
 Ne wusa Amir?
Amir serê xwe kir ber xwe deng jê derneket. Sor û mor bu. Dixwest tiştekî bibêje, di ser wî de biqîre lê nikaribu û newîrîbu. Lewra Li Mekkê kesekî wî tunebu ew koleyekî azad bu û xwe dabu bin basikê qebila wan. Wî zanibu çima ew wuha dev davêje wî  lewra qet kurê wî çênebubu. Sê keçên wî hebun. Keça wî ya mezin Emewîyan bizorê ji bo yekê xwe yên extîyar ji wan sitendibu û Amir nikaribu dengê xwe jî, jê re bikira. Li Mekkê kurê mirov û mêrê mirov tunebi kes hesabê mirov nake. Eger mirov feqîr be jixwe kes mirov nake şûna însanan jî. Keça wî ya duduyan jî tiştê ku anîbun serê wê Xwedê neyne serê kafiran. Çend zarokên eşrafê Qureyşê bizorê tecawuzê wê kiribun û di nav Mekkê de jî bi vê buyerê fortên xwe didan. Keçik perîşan bubu lê mala bêkesî û feqîrîyê bişewute Amir nikaribu tiştekî bikira û ev bênamûsîya kişandibu serê xwe. Paşê keça xwe mejburî dabu koleyekî reş ku azad bubu. Lê dizanibu ku qedera wan jî wek ya wan e.
Amir ji gotinên wî wusa hêrs bu ku kerbana dev li destê xwe dikir lê newêrîbu dengê xwe bikira. Wî yê qala piranîya zarokên kalê  xwe dikir jî, her carê li Amir dinêrî pîs pîs dikenîya û tiştek ji Amir dipirsi yan jî, jê tesdîq dixwest û ew di nav civatê de piçûk dixist e.
Amir bi kelagirî ji nav wan rabu û berê xwe da malê. Yekê di pêy wî de li fîtkê xist û yekê din got here kî te pê digre û civatê biken bi tinazên xwe ew derbasî binê erdê kir.
Amir bi hêrs hat mal û qe bi kesî re nepeyîvi. Serê xwe kir ber xwe û hûr û kûr û dûr fikirî. Carna serê xwe bilind dikir û li valahîyê dinêrî. Ji çavê wî mirov ditirsîya bi darê destê xwe di axê de şiklên bêmane çêdikir, serê xwe di vî alî û wî alî de dibir û dianî û dikire niçe niç.  Jina wî dema halê wî dît gelekî  jê tirsîya, zanibu tiştek hatiye serê wî lê tiştek jê nipirsî. Zanibu eger tiştekî jê bipirse wê dilê wê bişkîne û ser de biqîre. Uf kufa Amir bu û agir ji pozê wî davêt. Rabu ser xwe di devê derî de keça wî ya piçûk Şeyma rastî wî hat. Şeyma neh salîbu keçek pirr xwînşêrîn bu û ji bavê xwe jî pirr hez dikir.  Lê mêze kir xwest têxe hemêza xwe lê ev nekir. Bang kirê got:
“ Şeyma  ji dîya xwe re bibêje bila te amade bike emê sibê herin mala xalê te.” Dema Şeymayê peyva mala xalê bihîst ji kêfa nizanibu ka çi bike. Rabu hema çu cem dîya xwe got : “Dayê dayê ez û bavê xwe diçin mala xalê xwe! Mizgîn dayê em diçin mala xalê xwe!”
Dema dîya wê peyva mala xalê bihîst di cîyê xwe de sar bu sekinî wek peykerekî deng jê derneket. Lewra zanibu mala xalê û çûyîna mala xalê tê çi maneyê û jixwe xalê wê jî li van der û doran nebun. Di carkî de hêsrê çavan wek baranê ji çavê wê herikî. Li sîngê xwe xist û xwelî di serê xwe de kir. Dizanibu edet û toreyên genî fermana çav xezala wê, kezeba wê, berxika wê  derxistî ye. Rabu çu li ber Amir çog da. Got:
“Amir tiştê min bihîstî ye rast e? Ma bera tuyê kezeba min, çav xezala min bibî bi saxî têxî bin axê? Ma wijdan bi te re nema ye, qey te însanîyeta xwe hinda kirî ye?” Amir bi hêrs bersiva wê da got:
“Aqlê we pîreka nagîhîje van tiştanan. Ez ev çendik û çend sale bi stûxwarî di nav Mekkeyê de digerim. Tiştê hatibu serê herdu keçikên me yên mezin ma bila were serê vîya jî? Ez êdî nikarim awqas vê teresîyê bikşînim. Jinikê dev jê bernedida, girîya, qêrîya, libergerîya lê çi feyde ha te ji wî re gotîye ha ji vî kevirê sar re qe deng naçê.
Jinkê bi sîngê wî girt hêjand got tu divê pêşîyê canê min bigrî paşê kezeba min ji min bistînî lê tu ji kê re dibêjî. Amir hers bu û bi kulm û pihîna ket ser jina xwe û lêxist ew di nava xwînê de hişt û got:
Ez çi ji te re dibêjim wek min bike zû bicanime here û serê sibê Şeymayê amade bike. wê şevê xew neket çavên herduyan jî. Xwedêdana şeymayê, şêrînîya wê, jê hezkirina wê tev di ber çavê wî re derbas bu. Lê carekê rikê pêgirtibu. Serê sibê jina wî rabu wek gêj û sewsan di vî alî û wî alî de çû û hat nizanibu çi dike.
Amir hat got, te çi kir rabe here Şeymayê zû ji xew rabike. Jina wî vêcarê bi xweşî çu xwe avêt nav pîyê wî û li ber gerîya got: Amir ez qurbana te bim tu dev ji vî fikrê xwe berdî. Ma tuyê çawa keça xwe bikujî? Ma tu nizanî şeyma çiqas ji te hez dike tu çima awa dikî, xelk dibêje çi bila bibêje ma em karin xwe bidin ber gotinên xelkê?
Lê tu ji kî re dibêjî? Amir wek hesinekî sar deng jê dernakeve, disa xwe hers kir û di ser jina xwe de qêrîya got:
Ev sebava sebav ji peyvê fam nake ez ji te re dibêjim zû here Şeymayê amade bike ew hê dike leq leq. Rahişt şûr û lê bilind kir û jê re got rabe here keçikê bîne yan ezê we herduyan bi vî şûrî du qet bikim. Bi bêçaretî jinik rabu çû şeyma ji xewê rakir.
Şeyma ji kêfa nizane çi bike, lewra wê here mala xalê xwe dîya wê keça xwe kir hemêza xwe maç kir maç kir û di hemêza xwe da jidand wek baranê hêsir ji çavê wê diherikî. Rabu kincên wê yên nû lêkir, porê wê şekir, serê wê misd da bêhn kir û disa ki hemêza xwe û dest û pîyê wê maç kir û destê wê di destê wê de anî cem bavê wê.
Şeyma ji kêfa nizane ka çi bike, çu xwe avête hemêza bavê xwe. Lê bavê wek pûtekî sar bersiva wê neda. Amir destê wê girt û birêketin çûn. Di pêy wan de bi hêvîyeka paşîn dîya wê dîsa lê qêrîya got: Amir dev jê berde kes bi kuştina keça xwe nabe mêr were ji vê rêya şeytan vegere.” Lê eybe eyb tu ji kî re dibêjî qe deng nekir û bi awirkî wusa lê mêzekir ku mirov ji çavê wî dibizdîya.
Herdu bi hev re heya piştî Mekkê çun gîhîştîn cîyekî xewle. Amir ji Şeymayê re got: “Şeyma were ez û te lîstikekê bileyzin. Em çalekî vedin û têkevinê te qebul?” Şeymayê bersiva wî da got: “Temam bavo.”  Rabun herduyan çalek vedan ku bi qasi şeyma karibe tê de cî bigre. Dema şeymayê bi wan destên xwe yên piçûk ax divête carna bi xeletî ax diçu ser kincên bavê wê û wê jî hema diçu axa ser kincên bavê xwe paqij dikir.
Çalek bi qasî ku şeyma têkevê vedan. Amir got: “De haydê keça min were têkevê.” Şeyma bi dile xwe yê paqij û saf çû kete çalê. Amir dîsa got: “ Xwe tê de dirêj bike û çavê xwe bigre heya ez nebêjim çavê xwe veke tu çavê xwe veneke temam. Şeyma:
“Temam bavo.”

Amir ew axa ku vedabun zû bi zû avête ser keça xwe heya serçavê wê jî axê nuxamt. Şeymayê xwest xwe ji axê xelas bike lê êdî nikaribu ji bin axê derkeve . bi hemlek dawîn destê xwe dirêj kir lê bavê kezebreş hê ax davê te serê bi tilîya bavê xwe girt û hişk jidand berneda lê hêdî hêdî destê wê sist dibu û dicemidî. Qasekâ din tilêya bavê xwe berda û ruh jê hate kişandin.