Mirin, Heqîqeta Herî Mezin e

Di jîyanê de her tişt meçhûle, lê tişteki qethî  tiştekî ku miheqeq wê were serê herkesî  heye ew jî: “Mirin e”.  Mirin, ne hukumdaran nasdike ne jî  qeşmeran. Bi eynî meadî herkesî dadiqultîne. Ne şan û şoretê,  ne ciwanî û quretîyê,  ne meqam û mewkîyan nasdiike  tevan digre û dibe. Mirin her tiştî û her kesî  wekhev dike. Zengîn û xizan padîşah û kole wek hev dibe. Herkes  bi çend mîtro capun yan jî çiftexas kefenekî tenê bi xwe re dibe. Ew malê ku bi temayî û çikosî, bi zilim û zordarî,  civandibu, ew ewladê ku pê hêlan dida xwe, ew meqam û mewkîyên pê difirî teva li pêy xwe dihêle û diçe. 
Li gor aqîda Îslamê mirin tunebun nîne, bîlakîs ji qeyd û zincîrên vê dinya maddî xelasbun, ber bi dinya ebedî de meş û gavek nû ye. Ji vê dinê çûyîna axretê, wek ji odeyekê derbasbuneka odeyek din e.

Mirin aqubeta her nefsî ye. Wê were serê herkesî û her tiştî. Ji destê mirinê rev û xelasbun ne mimkun e.  Di vê mijarê de Xwedê teala di kitêba xwe de wuha ferman dike:
“Wê her nefs (candar) mirinê tam bike. Roja qiyametê tiştên ku we kirine wê bêkêmasî ji we re bên dayîn. Kî ji agir bête dûrxistin û wî têxin cenetê, bi rastî ew êdî xelas bûye. Jixwe jiyana dinyayê ji metayek xapandinê pê ve ne tiştek e.”
Her nefs wê mirinê tam bike. Em we bi başî û nebaşiyê îmtîhan dikin. Hûnê bal bi me de bêne vegerendin. (Enbîya:35)
Jiyana vê dinyayê; ji şahî û lêyîstikê pê ve ne tiştek e. Esil jiyan, jiyana warê axîretê ye. Xwezî bizanibûna. ‘Enkebut:64)
Ji bona dostên Xwedê mirin, ber bi warê dostanîyê de rêwîtîyek e. Resulê ekrem di hedîsek şerîf de wuha dibêje:
“Di dinyayê de bibe wek rêwîyekî xerîb ku derbas dibe û diçe. Wûsa bawerî bîne ku tuyê herî warê xwe yê axretê ê esil ku, berê mirinê tu bimrî û xwe ji aniha da ehlê qebrê bihesibînî!” (Tirmizi, Zuhd, 25;Îbn Mace, Zuhd, 3; Musned, 2/24, 41, 131)
Mirin li ber çava ye û her deqe û sanîye diqewume. Kewna dinyayê jixwe li ser mirin û zîndebunê ava buye. Ji bo ku însan di xefletê de digevize, bibîr nabe ku wê rojekê dor were ser wî jî. Herkes dibîne ku kes sax namîne,  lê bawerî nayne ku wê ew jî bimre.  Weka ku şaîr dibêje:
“Dîsa paîz hatîye, dar pelan diweşîne
Cotkar erdan cot dike, tov li axê direşîne
Roja  nû zîndebune, ji hinekan ra mirin
Eve kewna dinyayê, mirin û zîndebune.”
Mirin heqîqete û ji destê mirinê xelasbun jî ne mimkun e.
Dema qelem hate şikandin, mirinê wek marekî kor xwe li qirika me pêçand û xwîn di rehê me de li me hate cemidandin û wek şerîda filîm jîyana me di ber çavê me de derbas bu gelo ji emelê salih pêvtir ê ku xatir ji me bixwaze heye?
Xatirê we gelî dostan,
Ketim rêyeka bêveger
Ez naçim gund û bajaran
Ketim rêyeka bêveger
Rêya wusa ku qe vegera wê tune. Rêyeka wusa ku poşmanî pere nake, rêyeka wusa ku bav li ewladê xwe, ewlad li bavê xwe nikare xwedî derkeve. Hemu malê dinyayê ê te be jî bi fîdyeyê nayê qebulkirin.
“ Gelî mirovan! Hûn ji Rebbê xwe bitirsin û xwe ji wê roja ku bav di şûna kurê xwe de û kur di şûna bavê xwe de nikare tiştekî bide, biparêzin. Bizanin ku wehda Xwedê rast e. Bila jiyana dinê we nexapîne û bila xapînok we bi navê Xwedê nexapînin.” (Loqman:33)
Karwan kete rê û dirban
Ezê barkim ji welatan
Naxwazim ez cî û cîhan
Ketim rêyeka bêveger
Belê eger karwanên mirinê bi rê bikeve ê ku wê bisekinîne tune. Eger ecelê te nehatibe û roja te temam jî nebe ê ku karibe te bimrîne jî tune. Eger  barê karwanan ne poşmanî  û nedamet, axîn û oxîn  û guneh û fucur be, karwan filitîye. Lê eger barê karwanan güneh û fisq û ficur, zilm û îsyan be weyl li wê kerwanê ku ew helaq buye.
Ji vî warê derd û keder
Her dem keşti dikin sefer
Ên diçin qe nakin veger
Ketim rêyeka bêveger
Warê dinyayê ji warê kul û kederan û ji warê xwe xapandinê pêvtir tiştek nîne.  Herkes heya demekê pê mijul dibe û diçe.  Bêhna xwe bi tiştekî derdixîne.  Qur’an mînaka jîyana dinyayê wusa teswîr dike:
Mîsala jiyana dinê, wek wê avê ye ku me ew ji asîmanan daxistiye; bi wê avê nebatên ku xwarina mirov û heywanan in û li ser erdê şîn dibin û lihev dipiçikin derdikevin. Dema erd, zînetên xwe li xwe dike û dixemile, xwediyê wê jî dibêje qey ew li ser (dar û berê wê) qadir e, dema bi şev, an jî bi roj emrê me jê re hatiye wisan lê hatiye ku her wekî qet tiştek li wir şîn nebûye û em tevî ji rehên wan ve hildikişînin. Em ji qewmekî ku difikirin re a wiha ayetên xwe yek bi yek beyan dikin. (Yûnis: 24)
Ên mane bi derd û elem
Reş girê didin tim bi xem
Beyhudeye şîn û matem
Ketim rêyeka bêveger

Ev ne karwanê pêşîne
Ne jî karwanê dawîne
Her dem rêwîkî dibîne
Ketim rêyeka bêveger