Li Zimênê Xwe Xwedî Derkevin

21 Sibatê roja zimanê dayîkê yê navnetewî ye.  Ji ber vê yekê jî, li ser vê rojê nivîs jî peywîste bi zimanê ku herî zêde zilim dîtî ye, rastî qedexan hatîye û ji bona wî zimanî gelek lawê bavan jîyana xwe feda kirine be yano bi Kurdî be.
Her wekî tê zanîn di 21 Sibata 1952ê de ji bo zimanê dayikê bê naskirin xwendekarê Bangladeşê li hember rejima Pakistanê serî hildabu û ji wan hinekan jiyana xwe wenda kiribun.  47 sal piştî vê bûyarê ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO) ve di 1999ê de wekê roja zimanê dayîkê hat qebûlkirin û cara yekem di 21ê Sibata 2000’î de hat pîrozkirin

Li bakûrê Kurdîstanê Kurd li welatê xwe ji mafê perwerdeya bi zimanê xwe, mahrum in.  Demeke dirêj, zimanê kurdî li gorî qanûnên dewleta nijatperest qedexe bû û kurdan ji ber wê qedexeya dijwar gelek zor û zehmet kişandin.  Ji ber vê yekê Kurdên Bakur di roja zimanê dayîkê de bi çalakîyên rengîn vê rojê pîroz dikin. Kurd di vê rojê de daxwaza xwe ya: “Em mafê perwerdeyê yê bi zimanê dayîkê  dixwazin” tînin ziman.

Piştî ku hikûmeta AKP’yê bu desthilat hinek qanun guherîn û di van salên dawîyê de qedexeya li ser ziman hinek hat rakirin. Hikûmeta AKP’yê, kanaleke televîzyonê ya bi kurdî, TRT Kurdî vekir û dîsa hinek televîzyonên teybet bi Kurdî dest bi weşanan kir.   Li hinek Zanîngehan beşên kurdî vebûn. Li pêşîya çapemenî û weşana Kurdî tu astengek nema lê ji hêla fermi de zimanê kurdî û perwerdeya li dibistanan de tu guherandin û reform nehatin çêkirin; iro bi tenê di dibistanên teybetî de bi zimanê dayîkê perwerde serbeste lê ji bo vî ya jî tu bazara ziman tune
Herwekî tê zanîn ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî navnetewî ye û ev maf hem ji alîyê yekîtîya milletan ve û hem jî ji alîyê peymanên navnetewî ve hatîye garantîkirinê. Ev jî tê zanîn ku Dewleta Tirkan heta niha bi navê dewleta xwe gelek peymanên navdewletî yên di warê perwerdeya bi zimanê dayîkê û mafên zarokan de îmze kirine. Lê dewleta Tirk ev tişt, ji xwe re kiriye edet ku îmzeyê davêje binê peymanan û şertê van peymanan nayne cî. Rehê dewletê yê nîjatperest ku li ser asîmîlasyonê ava buye, vî mafî ji tu gelî re minasib nabîne.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyib Erdoğan asîmilasyonê wek sûcekî însanî dibîne û ji bo vî mafî hem bi dewletên Ewrupan re û hem jî li Bulxarîstanê, Yunanîstanê, Kosovayê, Makedonyayê û Kibrisê ji bo mafên gelê Tirk tekoşînek dijwar dide. Serokkomarê ku ji bo gelê xwe wusa tekoşîn dide, dema dor tê ser Kurdan, van gotinên xwe teva ji bîr dike û qala yek dewletê, yek milletê, yek alayê û yek zimanî dike.
Yekîtiya Milletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO)  her sal tîne ziman ku li dinyayê gelek ziman li ber windabunê ye.  İro li ser rûyê erdê nêzî 2 hezar û 500 ziman di metirsîya hindabunê de ne. Di nav van zimanan de 18 ziman li Tirkîyê cî digre. Evanan : Zimanê Abhazî, Abazakî, Adigekî, Yunanîya Kapadokya, Gagavuzkî, Hertevinkî Hemşinkî, Ladîno, Kabardeykî, Lazî, Mlahsô, lehçeya Pontus, Romankî, Suret, Turoyo, Ubihkî, Ermenîkîya rojava û Zazakî ye. Eger ev polîtîkayên dewletên ên asîmîlsyonîst dom bike wê hê gelek lehçe û ziman jî, ji holê rabibe.
Mafê zimanê dayîkê hem mafekî însanî û hem mafekî Îslamî ye. Ev maf bi tu awayî nayê nîqaşkirin. Lewra Xwedê teala di Qur’ana pîroz de wuha ferman dike, dibêje: 
Xuliqandina erd û asîmanan û cudabûna reng û zimanên we jî, ji ayetên wî ne. Bêşik di vêya de ji aliman re îbret hene. (Rûm:22)” Yani wek her zimanekî zimanê Kurdî jî ayetekî ji ayetên Xwedê ye û yên vîya înkar bike û ji perwerdehîya wî re bibe asteng ji ayetên Xwedê re dibe asteng. Dîsa di sûretê Hucurat ayeta sêzdemîn de Xwedê teala wuha ferman dike dibêje: 
“Gelî mirovan! Bi rastî me hûn ji mêr û jinekî xuliqandin û ji bo ku hûn hevûdin nas bikin, me hûn kirin qewm û qebîle. Bi rastî li bal Xwedê birûmet û hêjayên we, yên pirr bi xwedî teqwa ne. Bêşik Xwedê, zana ye û xeberdar e. (Hucurat:13) Wekî ku Xwedê Teala di Kitêba xwe de ferman dike ziman nasnama millet û qewman e. Ger tu zimanê wan qut bikî tu nasnama wî û hebuna wî jî qut dikî ku evya li dijî sunnetullahê ye. Xwedayê zulcelal di surêtê İbrahîm de jî wuha ferman dike dibêje
“Ji bo ku (emrê Xwedê) ji wan re baş beyan bikin, me hemû pêxember bi zimanê qewmê wan şandine.” (Îbrahîm:4) herwekî di vê ayetê de jî eşkera dibe tu muqadesa zimanekî tune û her ziman ji bo ji hevudin famkirinê ye.
Dema mirov li dîroka pexemberan dinêre, dibîne ku her pêxember bi zimanê qewmê xwe hatiye şandin. Ji bo ku peyama îlahî bi zimanê wan ji wan re bête xwendin û li hemberî Xwedê tu mazeretek wan nemîne. Ji ber vê yekê alimên îslamê jî di vê rêyê de meşiyane û Qur’ana kerîm wergerandine zimanê xwe û bi wî awayî dîn bi gelê xwe dane famkirinê. 
Li ser van xisûsên İnsanî û Îslamî ez roja zimanê dayîkê li hemû gelên Cîhanê, bi taybet jî li gelê Kurd ên bindest û belengaz pîroz dikîm. Ez bang li hemû gelê xwe dikîm ku ew li her derê li zimanê xwe xwedî derkevin, bi Kurdî biaxivin, bixwînin, binivisînin û bifikirin. Eger em li zimanê xwe xwedî dernekevin emê ji celadên xwe re, ji celadên zimanê xwe re xizmekarîyeka bidil bikin û di hindabuna zimanê xwe de ji dijminê xwe re xizmetê bikin.
Ziman nasnamaya milletekî ye. Ziman rûmeta gelan e, di van rojên awa hesas de peywîste ku her Kurdek vê wezîfê bigre ser milê xwe û bi rik li zimanê xwe xwedî derkeve û her malê bike dersxane û warê perwerdeya zimanê xwe. Di vê xebatê de wezîfa herî girîng li ser milê dayîkan e. Lewra zaruk li ber destê dê mezin dibe û dema xwe zêde bi dîya xwe re derbas dike. Em ji dayîkên xwe rica dikin ku bi zimanê xwe biaxivin û zimanê ku ji bav û kalê wan ji wan re nizilîye û hatiye bi zarukê xwe jî bidin hînkirin.

Bila her kurdek bizanibe ku roja 21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê, rumetê û di vê rê de tekoşînê ye Ev roj roja têkoşîn û parastina mafê zimanê dayîkê ye . Ev roj roja li hemberî rejîmên desthilatdar, dagirker û zaliman e. Eger em bi vê şiûr û hişmendîyê li zimanê xwe xwedî derkevin hezar dewletên faşist û nîjatperest jî di ser me de werin jî wê nikaribin me ji zimanê me dûr bixînin. Lê em bi zimanê dijminê xwe biaxivin û bifikirin jî wê demê hemû gotin pûç û beyhude ye.