Cîhada Mezin

Pêxember û eshabê xwe ji şerê Tebukê dizivirin tên Medînê. Meh ji mehan havîne. Pêxember û eshabê xwe ji ber rêya dûr û  germa havînê bêzar bune.  Her yek zeîf ketiye û li ber şert û zehmetîyên seferê  nayên naskirin.  Di vê seferek  de Resulullah li ser hevalên xwe dizivire û ji wan re wuha dibêje:
“Em aniha ji cîhada piçûk dizivirin cîhada mezin”.
Eshab şaş dibin disekinin û dipirsin: “Gelo ma ji vîya mezintir cîhadek din heye?”
Resulê Ekrem bersiva wan dide û wuha dibêje:
“Belê em ji cîhada piçûk diçin cîhada mezin ew jî bi nefsê re cîhad e”. (Sûyutî)

Belê me dujminên derva kuştin yek bi yek
Lê em ji dujminê nava xwe ra bun bendek.
Mucahîd ew kese ku bi nefsa xwe re cîhadê dike. ( Tîrmîzî; Fezaîlu’l cîhad)
İmam Qayyim el Cewzîyye di zadul Medaê de wuha dibêje:
“Esil cîhad cîhada bi nefsê re tê kirin e. Kesê ku nikaribe nefsa xwe qontrol bike û emrê Xwedê teala bîne cî tucarî nikare bi dijminê xwe re cîhad bike.
Kuştina nefsê ne karê hiş û aqile
Wek kuştina şêr nîne nexweşîya dile
Rojekê Resulullah (s.a.v) ji eshabê xwe pirsî got: “hûn di nava xwe de kî wek pêhlewanekî dibînin? Eshabê kîram got:
“Pewhlewan ew kese ku mêr nikarin zora wî bibin”.  Resullullah ji wan re got:
“Naxêr, pehlewan ew kese ku dema hêrs dibe kare bi hêrsa xwe ye.”  (Muslîm, Bîrr 106, (2608); Ebu Dawud, Edeb 3, 4779)
Mêranî ne şêranîya hol û cengê ye
Mêranî dil paqijkirine ji zengê ye

Ku tu paqij bikî dil ji nefs-î emare
Tuyê dara Tewhîdê tim bikî bihare

Mîskê li laş nexe li dil bixe bike zelal
Mîsk çîye? Navê Xwedayê pakê zûlcelal
“Wê her nefs mirinê tam bike. Roja qiyametê tiştên ku we kirine wê bêkêmasî ji we re bên dayîn. Kî ji agir bête dûrxistin û wî têxin cenetê, bi rastî ew êdî xelas bûye. Jixwe jiyana dinyayê ji metayek xapandinê pê ve ne tiştek e. (Alî Îmran; 185)
Xiznê erd û esmanan hemu tev ê te bin
Çi bikî tuyê paşîyê da heye mirin
Ji ew ên bawerî anîne, hîcret kirine û bi mal û canê xwe di rêya Xwedê de cîhad kirine re, li cem Xwedê dereceyên mezin heye. Ha ew ên xelasî û bextiyarî dîtine ev in. (Tewbe;20)
Teqwa berê mirinê mirine tu bizan
Can û ruh dixe me emel betalan
Xwedayê we, Xwedayek bi tenê ye. Ji wî pê ve Xweda (yek din) tune û ew, Rehman û Rehîm e. (Beqere;163)
Gelî ew ên bawerî anîne! Bi Xwedê û pêxemberê wî û kitêba ji pêxemberê xwe re daxistiye û kitêba ku berê daxistiye bawer bikin. Kî Xwedê û melaîketên wî û kitêbên wî û pêxemberên wî û roja axîretê înkar bike; ew di nava xerifiyeke kûr de ye. (Nîsa;136)
İbadetê bikin ji rebbê alemîn ra
 Selewatan bînin ji nebîyê emîn ra

Rêya rast rêya Muhammed Mustafa ye
Ji xeynî rêya wî rêyê din tev cefa ye

Ku em bidin pêy wî nîne şaşî û xelet
Bi doza wî emê bigrin quwet û xîret
Ew dixwazin nûra Xwedê bi devê xwe bivemirînin. Lê bi xweşa kafiran neçe jî, wê Xwedê nûra xwe temam bike.(Seff;8)
Rebbê alemîn gotîye Îslam heq dîn e
Ji Îslamê pêvtir tiştekî nehebîn e

Muhammed Mustafa ye ji we ra rêber
Li herdu aleman ewe ji we ra serwer

Êdî min bi bîr bînin ku ez jî we bînim bîra xwe. Ji min re şikur bikin û nankoriyê nekin. (Beqere; 152)
Bi şev û roj zikir bike navê heq teala
Tu xwe xelas bike ji her musîbet û bela 
Kî ji (dînê) Îslamê pê ve, li dînekî din bigere, ew (dîn) ji wî nayê qebûlkirin. Û ew kes li axîretê jî di zîyanê de ye. (Alî Îmran; 85)
Ji Îslamê pêvtir hertişt pûç û betale
Ew hemu fikrên batil, leylan û xeyale

Xwe bi wan tiştê pûç û batil nexapîne
Li herdu aleman tu xwe piçûk nexîne

Muheqqeq li cem Xwedê dîn, hew Îslam e. Ew ên ji wan re kitêb hatiye dayîn, piştî ku ji wan re zanîn hat, ji ber çavnebariya nava xwe bi hev ketin. Kî ayetên Xwedê înkar bike; bila bizanibe ku Xwedê, hesab sivik e (pirr zû dibîne). ((Alî Îmran;19)

Bi dengekî bilind bibêje bijî Îslam
Bo bindest û belangazan bikin qiyam

Têbinî: Ev nivîs di Kovara Öze Dönüş'e hejmara yekemin de hatiye weşandin  

Fikrî Amedî