Ez Zimanê Dagirkeran Boykot Dikim

Ev çend sale ku ez bi zimanê Kurdî û Tirkî di hinek malperan û bloga xwe  ya bi navê “Fikri Amedî” de nivîsan, helbestan, pêkenok  û çêrokan dinivisînim û heya ku ji destê min tê hinek nivîsên olî werdigerînim kurdî. Min bi xebat û kedek gelek berfireh û dirêj Meala Qur’ana Kerîm bi zimanê Kurdî amade kir. Min xwe dîye nedîye meraqa min bi kurdî heye û ez ji bo pêşxistina zimanê kurdî dixebitim. Tekoşîna hînkirin û xwendina zimanê dayikê didim.

Mixabin gelê Kurd gelekî bê şiûr û xemsar e. Ên bi şev û roj Kurdîstan ji ser zimanê wan kêm nabin, ji bo azadî  û serxwebuna Kurdî qaşo dixebitin, heta pir caran ji bo van daxwaz û gotinan serê wan ji ber belan û pîyê wan ji ber tûmê  belê û zilmê xelas nabin dema dor tê ser kurdîtîyê û çand û hunera kurdan tu dinêrî  rewş di alîyekî din de guherî ye. Ew mirovên welatparêz çuye heyranperestekî Tirkan derketîye holê. Zarokên wan bi Kurdî nizanin û di nav mala wan de jî ziman bi Tirkî ye. Eger wan navê Kurdan ji li zarukên xwe nekiribana bawer bikin teyê bigota qey evanan ji sosyetîyên Şîşlî û Bebegê ne.
Milletek bi zimanê xwe millet e. Eger milletek bi zimanê xwe, nizanibe, pê neaxive û mala xwe neke bax û bexçê zimanê xwe  gelo bi kîjan nîşanê emê ji wî însanî re bibêjin Kurd. Em dizanin ku di  xwîna  tu kesî de navê qewmê wan nanivisîne.  Îro li Anatolîyê gelek millet hene.  Lê ji bo ku evanan zimanê xwe ji bîr kirine mixabin tu milletbuna wan nemaye. Heta gelek millet Tirkperesîyê dikin. Dema Tu ji wan dipirsî tu ji kîjan miletêyî dibêjin: “Ez Tirkim lê bi koka xwe ji filan qewmî me”  Eger Kurd pêşîyê li vê yekê negrin mixabin wê ev tişt were serê Kurdan jî. Îro li Kurdîstanê ên dibêjin ez Kurdim lê bi Kurdî nizanim gelek zêde ye.
Ev bêkokî û xemsarî piranî jî di nav Kurdên ku qaşo sîyasetmedar û ên xwedî îdeolojîyekê ne de bêtir e. Kurdên ku xwe oldar dihesibînin jixwe bi heft telaqan xwe ji Kudîtîyê dane berdanê. Bune dûvikê Tirkan.
Ez dizanim Kurdî pir nayê xwendin, heta pir caran bi Kurdî mirov nikare merama xwe jî bîne ziman. Ez Kurdîperst jî nînim. Lê Eger dewletek mirov tune bihesibîne û mirov jî bi israr bi zimanê wan bixwîne binivisîne û biaxive ew jî gewşekî ye. 
Ezê gotinê pir dirêj nekim. Xuyekî min jî heye ku ez bi rik û eynatim. Eger dagirker li ser hindabuna min, asîmulasyona min û tunebuna min hesabekî bike, ya ku bikeve ser milê min jî pêywîste ku ez jî li zimanê xwe Xwedî derkevim û zimanê dijmin boykot bikim.
Bi îznû qeweta Xwedê Teala  eger ez pirr mecbur nemînim, ezê êdî nivîsên xwe bi Kurdî binivisînim û qelema xwe bidim bin xizmeta gelê xwe.