Li Ber Derîyê Îxtîdaran Nebin Parsek

Derîyê îxtîdarê şêrîn e. Wek hinguv e. Mêşan  dikşîne ser  xwe.  Dema imkan û hebun têkeve destê mirovekî,  însanên xwedî menfeat û ên ji berjewendîyên xwe pêvtir tiştekî nafikirin ji ber derîyên van însanan naçin. Ji ber derî bên qewurandin, di rocinê re dikevin hindur. Îzzet û şerefa xwe dixin bin pîyê xwe û bêrûtîyê dikin. Xwedê, Pêxember, Qur’an û Îslam ji bo wan ne ew qîmetên ku ji wan re teslîm bibin û jîyana xwe li gor wan serast bikin, bi tenê derîyê menfaatê, îxtîdara dinyayê, bi vanan mezinbun û dewlemendbunê ye.
Di îxtîdaran de zilum teybetmendîyek herî muhîm e. Lewra çerxa dewletê li ser zilmê dimeşe. Însanên herî adil were bibe serokê dewletê jî, birokrasî û kesên li pêy berjewendîyên xwe dibin buqelamun, ji  bo xerabkirina van însanan dixebitin. Ji bo ku wan ji rêya rast bizivirînin bi hezaran dek û dolaban digerînin. Carna bi navê Xwedê, carna bi navê gel û carna jî, qaşo ji bo berjewendîyên millêtê hîle û planên genî tertîb dikin. Eger nikaribin wan serokên adil, ji rê derbixînin vê carê bi dijminên wan re hevkarîyê çê dikin û bi îtîbara wan dilîzin.

Îxtîdar hem însanê li ser hikum û hem jî  însanên ku nêzî  îxtîdarê dibin diguherîne.  Nefsa însanan mezin dike.  Însanên mulayîm dike cinewûr, însanên bi îxlas û xwedî teqwa dike dirû, ên mutewazî dike qurre û tekebur. Nefsek wusa pê re çêdike ku dibê qey wî çîya çêkirîye û dinya li dora wî re digere.
Di vê meselê de li gor qene’ata min mînaka herî mezin Ak Partî ye. Ak Partî li dijî statukoyê, zilmê, dizî û pizîyê hat avakirin. Di wan deman de serokê partîyê Birêz R. Tayyîb Erdoxan bi mutewazîbuna xwe û dirustîya xwe dihate naskirin. Însanekî ji gel bu. Li ser sifra gel rudinişt û bi gel re digirîya û bi gel re kêfxweş dibu. Qedroyên li dora xwe civandi bu jî, bi piranî ji alîyê gel ve dihatin hezkirin.  Lewra ji tekoşîna Îslamî dihatin û li ber zilmê û zordestîyê berxwe dabun û gelek berdêl dabun. Lê ew însanên ku ji alîyên gel ve dihatin ecibandin, di nava çend salan de çûn, di şûna wan de rûyê dewletê ên sar hatin. Êdî ew jî li vê dewleta zalim xwedî derdikevin, ji her icraatê dewletê re qewlikekî dibînin.  Lewra birokratên dewletê hêdî hêdî hiş û mêjîyên van însanan bi konetî guherandin. Ev insanana zengîn bun. Çavê wan vebu, famkirin ku ancax bi dewletê dikarin êdî van berjewendîyên xwe biparêzin. Loma bi hemu hêz û qeweta xwe li sîstema Kemalist xwedî derketin. Wan jî wek wan zilim kir. Li Roboskîyê si û pênc  gundî bi zilimkarî hatin kuştin lê mixabin ev însanên ku qaşo Misilman bun li vê zilmê xwedî derketin û heya îro jî, ji malbatên wan lêborînek nexwestin. Kesên nano li dor xwe civandin û bi helanên wan û xweşokîya wan serxweş bun û bi pozbilindî kes nikare di ber wan re derbas bibin.
 Mixabin malê dewletê di destê van însanan de bu wek malê bavê wan. Bi bêhawatî didizin, dixwin û li ên dora xwe belav dikin. Li gor tabîran wan “malê zarokên sêwî ên ku pûrta wan derneketîye” bi bêperwatî  xwarin û di ser xwe re qelibandin. Zarukê her yekê ji wan bune zilamê kar û bi mîlyonan û mîlyaran dilîzin. Ên do hewceyê çend kiruşan bun îro bi peran dilîzin. Heq, hiquq, edalet, bawerî û qiymet tev bune peyvên bê mane. Beytulmal buye xizna bavê wan, dilê wan çawa bixwaze wusa li der û dora xwe belav dikin.
Li gor min êşa herî mezin rewşa cemaet, terîqet, hereket û şexsîyetên Misilmanan e. Ew însanên ku doza heq, hiquq û edaletê dimeşandin, îro li ber derîyê îxtîdarê pêlavên xwe diqetnin. Ji bo çend ulufeyan wek buqelemunan rojê dikevin şiklekî. Ji bo menfata xwe û cemeatên xwe, ji îxtîdarê re berdevkîyê dikin. Ji her xeletîyên wan re qulpeki dibînin, ji her derewek wan re pîneyekî çêdikin. Ev jî tev ji bo menfeata dinyayê ye.
Em dizanin ku Misilman bi şexsîyeta xwe tên naskirin. Misilman tewsulî malê heram nakin. Jixwe malê dewletê wek xwîna xenzîr dihesibînin.  Dizane ku dozek Îslamî bi heramî nayê meşandin, welew ku bê meşandin jî hesab û kitêb heye û wê Xwedê Teala hesabê her tiştî yek bi yek ji wan bipirse.  Di dîroka îslamê de jî buyerên awa mixabin çêbune. Piştî ku Misilman bun dewlet ew nexweşîyên dil di nava wan de jî derket holê.  Kesên bawerîya wan zeîf xwestin ji îmkanên dewletê îstîfade bikin. Ji ber vê yekê ayetên ku li Medînê nazil bune bi piranî li ser dirûstîyê, rastîyê, exlaq, heq û hiquqê disekine. Lewra malê dinyayê, hezkirina jin û zarukan însanan tema dike û pir carî jî, ji rê derdixîne Xwedê teala di vê mijarê de wuha ferman dike:
“- Ji kafiran re jiyana dinyayê hate xemilandin. Ew tinazên xwe bi mu’mînan dikin. Lê ew ên ji Xwedê ditirsin, roja qiyametê di ser wan re ne. Xwedê ji kî re bixwaze, bêhesab rizq dide wî. (Beqere: 212)”
“Ji mirovan re, hezkirina; jinan û zarokan, lod bi lod komkirina zêr û zîvan, hespên rewan, (pez û) dewaran, çand û zeviyan, hatiye xemilandin. Evana pertalên jiyana dinyayê ne. Lê warê herî xweş hew li cem Xwedê ye. (Alî ÎMran: 14)”
Resulê Ekrem (s.a.s) jî di hedîsek şerîf de wuhe dibêje:
“Dinya şêrîn û xweş e. wê Xweda we ji wê re bike waris û wê li we binêre ku ka hûnê çawa tevbigerin. Wûsane xwe ji dinyayê bisitirînin, xwe ji jinan jî bisitirînin. Lewra fitneya Benî Îsraîl ya ewûl, ji rûyê jinê ve derketî ye” (Muslîm, Zîkr 99; Tirmizî, Fîten 26; Îbn Mâce, Fîten 19)
“Eger li cem Xwedê Teala qîmeta dinyayê bi qasî perrê kermêşê bi qiymet buya, ji wê ji yek kafirekî re qultekk av nedida vexwarin.” (Îbn Mâce, Zuhd 11, jimara hedîsê: 4110, 2/1377; Tirmizî, Zuhd 13, jimara hedîsê: 2321, 4/560)
Bi gotina Seîdê Kurdî sê ruyê dinyayê heye. Ji vanan ya yekemîn li navê Xwedê ên xweş dinêre. Nexşên wan navan yê li qaînatê ye dibîne, ji wan navan re eynikîyê dike. Ev rûyê dinyayê rind e û ne çavkanîya nefretê bîlaqîs çavkanîya evînê ye. Rûyê dinyayê yê duyemîn li axretê dinêre. Di vê maneyê da zevîya axretê ye. Cîyê qezenckirina cennetê ye.  Ev rû nayê terikandin û ji hezkirinê re layiq e. Rûyê dinyayê yê sêyemîn li hewa û hewesa însan dinêre. Perda xefletê ye û rûyê wan însanên ku hewa wan daxwaz dike ye.  Ev rû kirêt e, lewra fanî ye. Mahkumê hinadabun û tunebunê ye. Xemginîyê dide mirov, xapînoke. Ji ber vê yekê peywîste ku rû jê bê zivirandin.
“Çawa ku zilamekî nexweş ji ber nexweşîya xwe tamê ji xwarinê nagre, însanê ku meylî dinyayê bike jî ji ber hezkirina dinyayê zewqê ji îbadetê nagre”.
Eger însanekî Misilman bi bawerîyeka saxlem, dil û yêqîn bi Xwedê teala bawerî bîne û teslîmê dînê wî bibe tenezûlê parîyê ku ji ber îxtîdaran maye nake. Îzzet û şerefa xwe û rumeta bawerîya xwe binpê nake. Birçî dimîne lê ji bo maqam û mewkîyan serê xwe ji kesî re natewîne.
Lewra dinya ji bo însan lêystike lê lêysik bi însan bilîze evya rezîlî û xaxîyek mezin e.  Eger dinya têkeve dil, axîret ji dil bardike diçe.
Di dawîya peyvê de ez dixwazim vêya bibêjim: “ Kî bibe malikê dinyayê wê bibetile. Kî ji dinyayê hez bike wê bibe bendeyê wê. Hindikîyên dinyayê bes e, piranîyê wê jî dewlemend nake. Ji ber vê yekê ji bo çend rojên dinyayê kişandina zilletê û hindakirina axretê bi rastî jî ehmaqîyek mezin e.