Keda Destê Mirov



Danê sibê wexta taştiya bu. Ew û zarukên xwe li dor sifrê civîyabun. Di taştêya wan de hinek xurme, şîr û nanê ceyîn hebu. Dilê wî rehet bu, lewra bi keda destê xwe rizqê zarokên xwe derdixist û ne hewceyî tu kesî bun. Xanîyekî ku serê xwe bidin binî, deveyek û çend bizinê wî jî hebu. Dîsa ji sûkê ji xwe re tefşoyek, bivirek, birrek û çend malzemên ku pê debara xwe dikir sitendibu. Şikir ji xwedê re kir û bi şefqet û merhamet li rûyê zarukên xwe û jina xwe meyîzand. Memnuniyeta wan di dilê wî de hizûrek çêkir.


Nişkave derîyê wan lêket. Jina wî hema rabu ser xwe û ber bi derî de bazda, derî vekir. Li ber derî zilamekî ku halê wî perîşan, xeftanê wî ji pîna xuya nake, di toz û tewaxê de hinda buye û ruyê wî zer ku nikare li pîya bisekine sekinî dît. Dema jinikê ew di wî halî de dît, agir bi dilê wê ket,hema mêrik hanî hundir û li ser qurmê dara xurmê da runiştandin û jê re tasek av anî. Piştî ku zilam ava xwe vexwar, hilma wî hat ber wî, bi çefîya di serê xwe de devê xwe zuha kir û serçavê xwe paqij kir. Lê hê jî bi hêsanî nikaribu bixifta. Lewra bê taqet bu û ev nêzî çend rojan bu ku di gewrîya Wî de tiştek derbas nebubu. Tiştê ku di beroşa wan de dipijîya jî wî û jina xwe nedixwar û didan zarukê xwe. Lê di do êvarê de zarukên wî jî birçîbun û bi bêçaretî xwe avêtibu mala vî Misilmanî.

Zilamê malê jî çu li tenişta wî runişt û hinekî alîkarîya wî kir. Paşê nişkave rewşa zilam û birçîbuna wî hate hişê Wî. Çu hindur gazî jina xwe kir û got: “Malhazirî çi heye, hema tiştekî hazir bike û ji vî zilamê perîşan re bîne”. Jina wî hema hinek şîr, xurme, nan û qelî jê re anî.  Zilam hinek xwar û sekinî di qirika wî de neçu. Xwedîyên malê li halê mêrik heyîrî man û pirsîn:

“ Keko ma tu çima naxwî, ma me qisurek kir ku tu ji xwarinê wuha sar buy? “

Zilam nava xwe kişand, bi kelagirî çavê wî tije hêsir bu. Serê xwe kir ber xwe bi kevîya çefîya xwe hêsrê xwe paqij kir û bîvila xwe kişand. Paşê tiştê ku hatiye serê wan, rewşa ku têde ne û halê zarukên xwe û jina xwe yek bi yek ji wan re got. Serê xwe kir ber xwe û girîya û girîya....

Xwedîyê malê jî bi wî re girîya û li ser rojên xwe yên derbasbune ên bi derd û meşaqet, kul û keder fikirî. Elhemdulillah ew rojên bikeder û xizanî, şerpeze û perîşanî şunda mabu. Di wan rojên reş de nikaribu  rizqê zarokê xwe û jina xwe tedarik bikira. Xwe bi xwe li ser wan hersê peyvên ku di guhê wî de diçingîyan û dilê wî hênik dikir û rêya jîyana wî guherandibu û ew ji feqîrî û belengazîyê xelas kiribu fikirî û rûyê wî rohnî bu û ken bi devê wî ket.

Dema ew û ew zilamê perîşan digirîya û di heyalên kûr de diponijî, jina wî derbasî navmalê bubu û ji bo vî zilamê belengaz û malbata wî boxçeyek xwarinê amade kiribu û anî li nik zilam danî. Paşê jê rica kirin ku xwarina xwe bixwe û zû here zikê jina xwe û zarukên xwe jî têr bike. Piştî ku zilam xwarina li ber xwe xwar, û hinek can û ruh ketê, xwedîyê malê jê re got:

“Birak tu vê xwarina ku kewanîya malê amade kirîye bibe ji zarukê xwe re. Lê miheqeq yan ezê di ser we de werim yan jî tu şunda were  vir, lewra tiştekî ku ezê bi te re parve bikim heye. Tu ji bîr nekî ha.”

Zilam rabu ser xwe û di derîde derket çu. Wî û jina xwe li hev mêze kirin û tiştek ji hevre negotin. Zilam rabu hamudê deva xwe lê kir, bivrê xwe, weris û heçîyê xwe, di kedikê de ava xwe û turê xwe yê nan li devê kir û ji hewşê derket çu. Di rê de li ser rewşa xwe ya berê, fikirî û bi rewşa wî zilamê perîşan û belengaz xemgîn bu.

Hêwa germbu lê dîsa jî wî xem nedikir. Lewra dizanîbu ku eger nexebite wê birçî bimînin û perîşan bibin. Bexçê wî yên xurman, heywanekî wî yên zêde û sermîyanekî ku pê bazirganîyê bike tune. Sermîyanê wî keda destê wî û xwîdana enîya wî bu. Dema ew rojên wî yên berê hate bîra wî, hinekî din jî cehd kir û bi hêrs û kerb êrîşên êzinga kir.  Piştî demeka kurt gelek êzing çinîbu. Lê mêzekir ku barê devê temam e.  Deva lok anî li ber bar xiya kir û werisê xwe di ser hamud re dirêj kir. Li herdu alîya êzingê xwe danî, bendikê xwe jidand, barê xwe barkir û bi hefsarê devê girt û deve rakir. Turê nanê xwe, kedika xwe û bivirê xwe jî, ber bar re kir û hefsarê deva xwe girt û berê xwe da sûka Medînê ya êzingan.

Piştî  demekê dewlemendekî Medînê hat bazara êzinga kir û êzing jê kirî. Êzing bir li ber derîyê mêrik vala kir, perê xwe sitend û berê mala xwe girt. Piştî ku hat ber derî qe neçu hindur. Gazî xanima xwe kir û got:

Keçê xwe amade bike emê herin mala wî rebenê ku îro hatibu ber derê me.

Jina wî:

Mêrik hela were hundir pariyeki hilma xwe bigre, dest û çavê xwe bişo tasek av vexwe paşê emê herin ma çima tu wuha lez dikî, çi li te qewumî ye?

Mêrik:

Xanim ez ji te re dibêjim lez bike, lez bike. Lewra ên ketî ji halê ketîyan çêtir fam dikin. Wext tenge û dem jî dema runiştinê nîne.

Bi bêçare  jina wî xwe amade kir û da pê wî. Ew li pêşîyê û jina wî li dawîyê rêya mala wî zilamî girtin. Li keleka bajêr ku xewle ye rastî xanîyekî hişkdîwar û serê wî bi pelê darê xurman nuxamtî hatin. Li ber derî rastî çend zarukên ku cilê li ser wan peritî û pêxwas dileystin hatin.  Gazî ê herî mezin kirin û gotin:

“Xwarzê bavê te li male hela gazî wî bike.”

Bi dengê wan re derîyê ku bi pelê xurman hatibu çêkirin û tu sitare li xanî nedikir vebu û ew zilamê îro serê sibê hatibu mala wan derket derve û di pêy wî de jî jinikek ku êş û kedera dinyayê di rûyê wê de xuya dikir û bi her awayî xizanî û feqîrîyê ew piştşikestî kiribu jî serê xwe di derî de dirêj kir. Zilam bi rêz û hurmet bejna xwe li ber wan tewand û keremî nava malê kirin.

Dema zilam û jina xwe ketin hundir , hê baş fam kirin ku mal di nava xizanî û belengazîyek çawa de dijîn. Di nava malê de tu tiştek tunebu. Bêhna xiznîyê ketibu malê û perîşanî û şerpezetîyê wek pêçekê xwe li her alîyê malê pêçandibu.

Jina wî çu cem jinikê runişt û bi wê re axivî û zilam jî li cem peyayê malê runişt û ji xwe re ketin dakeran.

Gelekî axivîn. Paşê zilamê ku hatibu zîyareta wan li xwedîyê malê hinek şîret û nesîhet kir û got:

“ Birayê hêja eger mirov nexebite û bi keda destê xwe û xwîdana enya xwe rizqê xwe û zarukê xwe dernexîne bi çend parî nanê xelkê mirov têr nabe.  Rojek nine du roj nîne, peywîste beroşa mirov dewamî li ser kuçikê meriv bikele û çavê zarukên meriv li destê xelkê nebe.”

Ezê ji we re qala çêroka xwe ya rasteqîn ku di serê min de buhurîye û jîyana min bi wê buyerê di kokê de guherîye bikim. Lewra ez dinêrim çêroka me û we yeke.

Paşê runişt tiştê ku di serê wî de derbas bubu yek bi yek ji wan re got:

“ Em malbatek bêkes in. Kesekî me li Medînê tune. Ji ber vê yekê jî ne bexçê me hebu, ne xanîyekî ku em serê xwe bidin binî û nejî sermîyanekî ku em pê tîcaretê bikin hebu. Ez û jina xwe koleyê yekî dewlemendê Medînê bun. Piştî ku em azad kirin em bun xax û şerpeze. Lewra em wek masîyê ku ji avê derketîye bê sitare man. Berê qene parîyekî nanê me, sitara me û xwedîyê me ji me re cil û berg disitend. Piştî azadbunê ew jî ji dest meç u.  Em di nava tunebun û xizanîyê de perişan bubun. Me nanê serêsibê bidîta em diketin etîra xwarina êvarê.  Welhasıl bixebatan rojan, rêjberîyê jî me nikaribu debara xwe bikira. Feqîrî û xizanîyê wusa em naçar kirin ku êdî kêr gihîştibu hestî.  Ez û xanimê runiştin û em bi hev şêwirîn.  Me biryar da ku emê herin ji Resulê Ekrem alîkarîyê bixwazin.

Sibetînê ez rabum çum mizgeftê. Min fedî dikir ku di nava xelkê de tiştekî awa ji Resulullah bixwazim. Li benda tenêbuna wî sekinîm lê mixabin dora wî xewle nebu. Di sohbetê de Resulullah  wuha got: “Kî alîkarîyê ji me bixwaze emê alîkarîya wan bikin. Lê kî bi çavtêrî bixebite û destê xwe yê hewce dirêjî tu mahluqî neke, Xwedê Teala wî hewceyê tu kesî nake.” Wê rojê min tu tiştek negot û vegerîyam mala xwe. Lê dema ez hatim mal û min jin û zarukên xwe dît hinavê min qetîya. Lewra ew di nav tunebunê de helîya û qedîyabun.

Bi bêçaretî ez rabum roja din dîsa çûm cıvata Resulullah.  Wê rojê min dîsa eynî gotin ji Resulullah bihîst wî digot: : “Kî alîkarîyê ji me bixwaze emê alîkarîya wan bikin. Lê kî bi çavtêrî bixebite û destê xwe yê hewce dirêjî tu mahluqî neke, Xwedê Teala wî, hewceyê tu kesî nake.” Dîsa min fedî kir û daxwaza xwe jê re negot.  Ez vegerîyam mala xwe bi perîşanî xew li çavê min heram bubu. Rewşa jina min û zarukên min ez bêhizur dikirim. Serêsibê cara sisêyan dîsa ez çum cıvata Resuullah. Resulullah  ew peyvên bimbarek ên ku qewwet dixiste dil û ruh tatmîn dikir dubare dikir.

Ew peyvên ku ev sê care min ji Resululla dibihîst di dilê min de hestek çikir. Min fam ki ku hêza min di wan peyvên mibarek de bu. Dema ez derketim derve min xwe pir sivik dît. Dilê min pirr mutmeîn bu. Wê demê min ji xwe re wuha got: “Ezê ji bo alîkarîyê li pêy evdên xwedê neçim. Ezê xwe bispêrim Xwedê. Ezê bi qewwet û îstîdada ku Xwedê bi emanetî daye min ezê ji astenga xwe xelas bikim û bi keda destê xwe bo rizqê xwe bixebitim.”

Di rêda ez hem dimeşîyam û hem jî wê çi kar ji destê min bê li ser wî difikirîyam.  Paşê min fam kir ku ez dikarim herim  ji çolê êzinga bînim û li sûkê bifroşim. Paşê ez çum min ji cîranê xwe bi emanet bivrê wan girt û çum êzingan.  Qezenca keda destê min lezeta  xebatê li min zêdetir kir. Hêdî hêdî min ji xwe re bivirek, weris û heywanek kirî. Bi vî awayî elhemdullilah ez îro nifqê zarukê xwe derdixînim û ne hewceyê tı kesî me.

Rojekê Resulullah hate mala min û bi tebessum ew peyvên ku di civatê de dubare dikir dîsa dubare kir û got: “ Min ji te re negotibu: “ Kî alîkarîyê ji me bixwaze emê alîkarîya wan bikin. Lê kî bi çavtêrî bixebite û destê xwe yê hewce dirêjî tu mahluqî neke, Xwedê Teala wî, hewceyê tu kesî nake.”

Paşê rabu sexwe. Perê êzingên ku îro firotibu da wî û deva xwe, bivrê xwe û werisê xwe jî bi emanetî da wî û jê re got:” Heya ku tu ji xwe re dikarî bivirekî, werisekî û heywanekî bistîni bila evanan bi emanet  li cem te bin.”Xatir ji wan xwestin û bi rêya mala xwe girtin çu.

Di navê de hefteyek derbas bubu, nebubu, rojekê  ber esirkî derîyê hewşa wan lêket. Çu derî vekir. Ew zilamê ku qencî pêkiribu û jina xwe hatibun. Rewşa wan hinekî baş bubu. Deva wan, bivir û werisê wan jî ji wan re anîbu. Bi minnettarî bejna xwe li ber wan tewand û wuha got: “ Xwedê û pêxember ji we razîbe. Bi xêra xwedê xêra we em li xwe varqilîn û elhemdulîllah em bi keda destê xwe nifqê zarukê xwe derdixînin. Me ji xwe re kerek, bivirek û werisek jî kirî. Mala we ava. “

Xwedîyê malê bi kêfxweşî û ken tiştê ku Resulê Xwedê dubare dikir, dubare kir û got: ““Kî alîkarîyê ji me bixwaze emê alîkarîya wan bikin. Lê kî bi çavtêrî bixebite û destê xwe yê hewce dirêjî tu mahluqî neke, Xwedê Teala wî, hewceyê tu kesî nake.”


Çêrok /Fikrî AMEDÎ