Qadî Muhammed sala 1900’an de xwedêda. Qadî Muhammed ji malbatek bingeh û bawermend dihat. Apê wî Fethî Qadî di sala 1916 de li şerê dijî Rusan de şehîd ketibû. Kalê wî Şêx Elmaşayêx sala 1930 de li bajarê Dîwanderê eşîrên Kurdan li hev civandibû û xwestibû li dijî Îngîlîzan enîyek hevbeş ava bike. Lê salên 1941’ê de sowyetan ji alîyê Rojhilat ve û îngîlîzan jî, ji alîyê Başur ve îran dagir kirin. Îngîlîzan dixwestin bîrên petrolê bigre bin qontrola xwe. Di sala 2’ên Îlona 1942’de Hukumeta Tirkîyê notayek da Londrayê û li ser rewş û xebatên Kurdan Dewleta îngîlîzan hişyar kir. Di vê salê de di bin serokatîya Qadî Muhammed de heyetek Kurd çu Bakuyê û bi serokwezîrê Azerbeycanê Baqirof re hevdîtinek pêk anî û îmze avêtin binê gelek peymanan.