Ez li hinek însanan dinêrim serê sibê heya êvarê di nav
karê xelkê de ne. Li ser qompîtura xwe rudinên, çaya xwe ya germ vedixwin û li
ser paldanên xwe yên nerm karê ku ne karê wane tînin rojevê.
Wek mirovên ku psîkolojîya
wan xerab buye, bawer dikin ku bi hemu tiştê rast û dirûst ew dizanin, her yek
xwe di navenda dinyayê de dibînin, pozê wan bilind û mû ji bivîla wan nayê
kişandin. Li gorî wan analîzên herî grîng û şîroveyên pir bi wate karê wan e.
Li gor qenaeta wan Ew difikirin û xelk jî dikin. Lê mixabin nakokîya herî mezin
jî ewe ku haya tu kesi ji wan tune û xwe bi xwe dibin zava û bûk.