Dibên li welatekî mirovekî çavbirçî ku çavê wî ji malê dinyayê têr nedibu dijiya. Roj bi roj malê wî zêde dibu lê qe çavê wî têr nedibu. Hed û hesabê mal û mulkê wî, qesr û qonaxên wî û xulam û xizmekarê wî tunebu.
Rojekê cîranekî wî dimre. Hê axa wî sar nebuye û tazîya wî
ranebuye, destpêdike hemu ax û mal û mulkê vî cîranê xwe ji zarokên wî dikire. Lê
çavê wî dîsa têr nabe. Malê wî çiqas zêde dibe, bêtir dixwaze.
Rojekê rojnameyekê dixwîne. Di rojnameyê de wuha dinivisîne:
“Kî 100 dolarî bide, heta ku kare bimeşe, ew ax yê wî ye.”