Ev çend
sale ku ez bi zimanê Kurdî û Tirkî di hinek malperan û bloga xwe ya bi
navê “Fikri Amedî” de nivîsan, helbestan, pêkenok û çêrokan
dinivisînim û heya ku ji destê min tê hinek nivîsên olî werdigerînim
kurdî. Min bi xebat û kedek gelek berfireh û dirêj Meala Qur’ana Kerîm
bi zimanê Kurdî amade kir. Min xwe dîye nedîye meraqa min bi kurdî heye û
ez ji bo pêşxistina zimanê kurdî dixebitim. Tekoşîna hînkirin û
xwendina zimanê dayikê didim.