DÎYARBEKIR!
Dîyarbekir!
Tu bajarê dilê min î
Tu sitare û hewîngeha min î
Tu warê bav û kalê min û
Xewn û xeyalên min î
Tu stranén ser zimanên dengbêjan û
Hewar û lorîkên dayîkan î.
Dîyarbekir!
Tu hesreta dilê evîndaran,
Kerb û kîna şervanan,
Kevirê destê zarokan,
Hîs û hestê canik û camêran û
Qelema destê xwendevanan î.
Dîyarbekir!
Min xwe bi te naskir Dîyarbekir
Şêrên di hemêza te de mezin bune,
Min ji xwe re kirin rèber,
Bi te hêvîyê min geş û gur dibe,
Bi te dilê min li ser walatê min dikele
Bo te hêvîyên min ên pêşerojê,
Xulfên xwe yên nû dibişkûvîne.
Ax Dîyarbekir ax!
Piştî ku dengê te hate qutkirin,
Rovî û çeqel ji me re bun serdar,
Ne çemê Dîjleyê wek berê diherike,
Ne Çîyayê reş li me starê dike,
Ne jî Bang û selayên Mizgefta Mezin,
Rih û can dixîne vê bedenê
Qîj qîja qijik û qertelen
Hişê serê me birin!
De bese êdî rabe ser pîyan
Bigre bi gohê, mar û mişk û dûpişkan!
Pêncî mîlyon Kurd li benda te ye,
Bese êdî xwe daweşîne,
Xwe ji qirêj û pîsîyan û gemaran,
Êdî raweşîne!
Ma êdî ne bese ev xewn û xeyalê beredayî,
Ma ne bese ey Dîyarbekir!
Fikri Amedi
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder